ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
PKE - Platform · 30.10.2005 · 2 dîtin
Şoreşger, Welatperwer û Sîyasetmedarê Kurd Îsmaîl Hakki Mutewelîzade di 05.10.2005 ê de ji ber nexweşîya Kanserê çû ser dilovanîya xwe.Îsmaîl Hakki, di demên xwendekarîya xwe ya Zankoya Ankarayê (Unîversîteyê) de di DDKD ê û paşê jî wek endamê KM, xebat û têkoşîna xwe ya ji bo mafê Gelê Kurd yên Neteweyî û ji bo Serxwebûna Kurdistanê di nav Partîya KÎP/DDKDê de domand. Îsmaîl Hakki, di dema darbeya leşkerî ya 12 Îlona 1980yî de hat girtin û bi salan di zîndanên Diyarbekirê de di bin îşkenceyan û wehşeta rejima tirk de ma. Lê, Îsmaîl Hakki ne teslîm bû û ne jî dev ji bîr û bawerîyên xwe yên welatperwerîyê berda.Ew mirovekî kêm dipeyivî, lê gellek tişt dikir. Ew bi vî awayî dihate naskirin.Em ji malbata wî sebir hêvî dikin û ji Dost û Hevalên wî re dibêjin Bila Serê Gelê Kurd Sax be.Ewê Gelê Kurd te ji bîr neke.2005.10.06PKE - Platform
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.