BAHOZA MÊJÛ
Bîşar Norşîn · berî 5 salan
berwarto · 18.05.2010 · 1 dîtin
Her kesek yê xwe qûmashê Hîndîstan dizane.
Ez yê xwe qûtnî û xasê xwe dizanim.
Kalikê min 3 roj dimeshîya berî dida Erzromê. Karê xwe dikir tishtên dikirî dikir shelag dida pishta xwe û carek din berî dida malê.
Belê, rast e. Dem edî ne demên bav û kala ye.
Dem derbaz bû û di bin piran de gellek av derbaz bu.
Pira Evdirehmanpasha di navbera Mûs û Wartoyê de ye.
Di bin wê pirêde jî gellek av derbaz bû.Ava baharê kû ra dibu bi pêlan di ser zinar de dirijîya.
Pire hina di chîyê xwede ye, di bin de ava Muradê bi xwishe xwish e.
Gelo chi ji wî pirê ma shund e.
Girtina Seyx Saidê kal ma wek bîranin li ser Wi pirê û xiyaneta Qasim.
Erê di bin pirê de ava chiyayê Bingolê bi zelalîya xwe dikishe û berî dide deshta Mush'e.
Di gemerîya dûnyaye de toz û duman bi hevra di ser me Kurdan de girtî ye.
Peyvên beredayî, zimanê Tirkî, shermezarîya dîrokê û xwelî li serî rewshenbirîya Kurd.
Pîrê nemre bahar tê kalo nemrê nizanim kîjan hevî di rêde ye.
Bila nivîsa min Kurt be le bila bi Kurdî be, ji hezar peyvên Tirkî xweshtir bi rêztir e.
Her kesek di rêya xwe de.
Rehm li Ehmedê Xanê be.
Ehmedê Xanê bavê fikr, raman û helwesta Kurd bu.
Bratîya Kurda dixwast. Xulamî ji bo Ecem, Tirk û Ereban danî ziman.
Di ser mirina wîve 400 sal derbaz bû. Chî hat guhertin.
Di mêjoyê Kurdîyatî de Ehmedê Xanê chîye xwe girtî ye gelo!!??
Lê Beko Ewana di nav civatê de cîyek gring girtî ye.
Bila nivîs bi kurtî be le bi Kurdî be...
Anonymous · berî 16 salan
Kekê min, destê te, siheta te xweş, zimanê te her tim ji bo Kurdan wisa geş û wek xencer li dilê reş be. Welleh ez jî rêwîyek im. Car caran rêya min di vir re derbas dibe, ev carek dudu ye ku dibînim tu bang dikî ku bi Kurdî bê nivîsandin. Nuha tu dibêjî, ’bila kurt be, lê dîsa jî qet nebe bi Kurdî be'. Ez bi xwe bawer nakim ku gelek kes guh li te bikin. Bi xwe jî di vî warî de têra xwe bi tecribe me; lê dîsa jî çi hebe, ew jî vegera ji zirarê ye. Ji ber vê yekê, banga bikaranîna Kurdî tucarî ne bîlaheq e. Em di her warî de sendroma Stokholmê dijîn, kê herî pir em êşandibin, em dixwazin bi awayê wan bidomînin û xwe bi wan bidin hezkirin. Ev semptomeke gelemperî ye. Ziman jî perçeyekî wê ye. De kekê min, ji te re qawet be, Kurmancîya te ya şêrîn her li ser dev û lêvên te be, pênûsa te xwe şaş neke. Hêvî dikim ku tu bikanibî Nemirdanî û Paloyî, û her weha gelekî din jî qane bikî. Xwişk û birayên ku bi Kurdî nizanin jî bila qet nebe dilê wan bi te re be, tê bigihêjin ku ji bo çi tu ewqas ji kesera dil vê bangê dikî. Bila dilên Kurd bibin miqabilê hev, kekê min, çêtir e ji dijberbûna hev. Qet nebe, em hêvî bikin. Min soz dabû ku kurt û Kurmancî be, lewra teva ku pir tişt hene ku meriv li ser vê mijarê bibêje, çêtir e ku zêde nedim nav, da ku soza xwe bi cîh bînim û serê kêkê xwe jî neêşînim. Li gel rêz û silaban Çîya
Anonymous · berî 16 salan
Silav Hêjano brêz Çîya qet meraqa neke, bawer bike gelek ji beşdarên forum ê bi kûrdi xweş di zanin û gûh didin banga brêz Berwarto û tû jî li ser şavan hatî bixêr hatî silav û rêz
berwarto · berî 16 salan
Çiya, Çiya yê bilind, çiyayê qedirzan ne bebext bû wek cendirman. Em du heb bûn û du jî martînên me em derketin serê çîya hêla çîya me deng veda deng veda ji du heban bû çar ji çaran bû heşt qor bi qor rêz bi rêz em qîryan û qîryan, me deng veda dengê wenda xwe nediparast bi zanîstî bu deng, nas bû tirs kû kom dibû di qonc de, dibû êş êşa gran, bê henpa ..... Xem nakê bra can, zûlma gran li ber ba yê dikeve hevî di dil de xwe ava dike Lê silava te ya germ bi rûmet ser ser û ser çavê min wek çîyayek ji çiyayê qedirzan te hewes û morale min hewand. Gellek silav û rêz ji nivîsa te re...
Kurdistan4all · berî 16 salan
[center][color=#000099]Rêzdaran, ev gula sor ji bo ku hûn bi kurdî dinivisînin!! dest xweş û herhebin.. lê kek berwarto ev gotina te:[/color] [color=#660000]"Lê Beko Ewana di nav civatê de cîyek gring girtî ye."(berwarto)...[/color] [color=#330099]na keko ne raste,,, na.. na.. û dîsa na! rêz û slav[/color][/center] [center][img]http://www.welateme.info/erebi/11/gula.valentina.jpg[/img][/center]
berwarto · berî 16 salan
Keko can, Ger tu bizvirî û li partîyê Tirkan binherî li wêderê Beko'yan dibînî. Ger tu bizvirî partîîyê ku bi navê Kurdan xwe ava kirî ye li wêderê jî Beko'yan dibînî. Ger tu li rewshenbîrîya Kurdan binherî di wedere de jî Bekoyan dibînî. Tu keviran rake, tu yî dibînî bra. Lewma jî em di qonaxek kêmasîyêde ne. Beko Ewanî fesadî ye.Beko Ewanî, dîjîyatî ye. Beko Ewanî bûn; kurmê darêye ku dar bi wî tê rizandin. Keko, Kemal Kilicdaroglu di partîya Kemalîstan de wek serokê partîyê bû namzet, xîyanetî ye, Bekotî ye. Bira nûmune ne yeke û ne jî du ye ku ez bidim nîshandin. Ez dîsa dibejim yê ku Kurdi dizanin û bi Kurdî nanivîsînin xeterek mezin dishopî nin. Bi navê sîyasetê jî dikarî bejî, bi navê rewshenbîrîyê jî. Silav û dem xwesh.
Anonymous · berî 16 salan
Ewa dexwezya min e hemu dema ye. Ez ji her tim u li her dere dêjim, pewiste em hertim bi kurdi biniwisin, bi kurdi bixwininen. Di wi karwanide ez ji heme. bi silawen kurdawari.