Ramyarî

Bila çavên me li ser.......

Mikail Canpolat · 18.09.2006 · 2 dîtin

  Êdî dewleta Tirkan destpêkiriye zarokên Kurdan jî dikuje... Ew bi wî awayî dixwazin gelê Kurd bêdeng bikin... Li Bakurê welatê me dewleta Tirk dest pêvajoyeka nû kiriye û Kurd jî nikarin bi awayekî rêkxistî beramberî hovitîya wan rawestin.. Dewlet bi hemû hêz û îmkanên xwe ve hewl dide Kurdan wekî netewe li ser erdê nehele.. Kurdên me jî hêj radibin û rûdinin dijayetîya hevûdu dikin... Heke ev „derdekurd“ nebûya, em dest bi dest derketina li ser gorepana tekoşînê rewşa me wisa nedibû... Hêj jî dereng nîne. Bila çavên me li ser Tirkan û Bakurê welêt be...Her çiqas roja çareserîya pirsa Kerkûkê û rapirsîyê nêzîk dibe, wisa jî teror û êrîşên neyarên Kurd jî zêde dibin... Pêş çend hefteyan Hukumeta Iraqê li gor destûrê Lijneyek ji bo pirsa Kerkûkê ava kir, êrîşên dujminên Kurd gihîştin radeya here bilind.. Em dizanin hemû neyar û nehezên Kurd hewl didin rewşa aram a Kerkûkê tekdibin, alozîya ji bo Kurdan û desthilatê derverî ê Kurdan peyda bikin... Ew dizanin ku, Kurd dikarin bi rêya aşitîyê, aramîyê û bi rêya destûrê li Kerkûkê serkevin... Ji ber vê yekê jî ew hewl didin şer li Kerkûkê peyda bikin.. Tirk, Ereb û Ecem û hemû noker û sîxwerên wan dest bi dest li dijî Kurdan di şer de ne... Bila çavên me li ser Kerkûkê be.Dewleta Amerîkayê koordînatorek şand ji bo devera me... Hinek dibêjin: „Koordînatorê PKKê“, hin kesên din jî dibêjin „Koordînatorê li dijî terorê“ û hin kesên din jî dibêjin „Koordînatorê Kurdan“...Ew koordînator çawa û bi çi navî tê, bila bê, ji bo çi armancî tê , bila bê mijara vî koordînatorî Kurd in..Wê dema ew çavên xwe veke, derû dora xwe binêre ew dê 40 mîlyon Kurdan bibîne... Bila çavên me li ser koordînatoran be.Îsal Parlemana Iraqê li ser 52 bendên Destûrê radiweste û hinek xalan jî ji nû ve dinivîse.... Çend bendên wê jî ji bo gelê Kurd çarenivîssazin... Du roj berî niha Serokê Kurdistanê, Serokê Parlemana kurdistanê, Serokê Lîsteya Hevpêymanên Kurdistanê û gellek kesên din kom bûn û li ser stratejîya Kurdan li Bexdayê rawestîyan û gellek biryarên baş jî girtin.. Bila çavên me li ser Bexdayê be..Ev çend roj in Serokê Iraqê Mam Celal li Amerîkayê ye.. Ew dê di civîna NY de gotara Iraqê bixwine û li gel gellek berpirsên Amerîkî û cîhanî de danûstandina bike.. Berî ku Mam Celal ber bi Amerîka rêbikeve, li gel Serokê Kurdistanê jî civînek du qolî çêkiribû û li ser çûyîna xwe a ji bo Amerîkayê û bernameya xwe qisekiribû.. Ew gotara birêz Felakedîn Kakayî ku do di Newroz Comê de derçû, radeya peywendîyen Partîyê û Yekîtîyê nîşan dide.. Bila çavên me li ser hevdîtinên Mam Celalî be..DYA, hewl dide Projeya xwe a bi navê „ Rojhilata Mezin“ cihbicih bike.. Du neyarên me, du dagirkerên serekî ên Kurdistanê ên wekî Îran û Sûrî di devê topê de ne... Roj bi roj rojhilata Navîn germ dibe û li gel wê de jî ava dujminên me..... Bila çavên me li ser wan be..Zimanê me hezaran salan berxwe da û gihîşt sedsala 21 an.... Îro rewş wekî berê nîne... Di vê sedsala masmedyayê û teknolojîyayê de gelên bê dewlet nikarin bi asanî zimanê xwe biparêzin... Parastina zimanê Kurdî erka netewî a her Kurdekî ye. Pêwîste em hewil bidin û ji zimanê xwe xwedan derkevin... Pirsa zimanê me a hebûn û nebûna me ye... Bila çavên me li ser zimanê me be.Bila çavên me li me be..

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.