Ramyarî

Bidîtina min, tu civak û netew mîna me Êzdî-kurdan....

Kemal Tolan · 18.04.2010 · 2 dîtin

Bidîtina min, tu civak û netew mîna me Êzdî-kurdan peyeyva Xwedê di nav zargotina xwe de bikarnayne !Gelek xwandevanên birêz jî dizanin ku, min di gotara xwe ya bi navê BAWERIYA ÊZÎDIYA YE BI  XWEDÊ(*1) de jî daye xwanê kirin û vêga hêjî di ilmê me Êzdiyan de tê gotin, Xweda yê me hemû giyanderên li seran serê cîhanê yeke.  Hemû civak, ol û netewên ku li ser ruyê vê dinya yê hene, li gorî çande û baweriya xwe hebûna Xwedê nasdikin û her yekê jî bi zarave anjî zimanê xwe ji Xwedê ra dibêje najî gotine : Hurmuz, Aton, Marduk, Șamaș, Bal, El, Hadad, Xuda, Padișa, Xwedî, Rab, Temuz,Dumuzî, Adonis, Yezdan, Yazad, Xaliq, Tanrı, Allah, Gott, Xwudah, Xwedê û whd.*Lê ez bawer nakim ku, tu civak anjî netew bêkaribe mîna bawerî û çanda me Êzdî(Kurd-Ezdahî) an peyeyva Xwedê di nav zargotina xwe de bikarbînen. Ji bona mînakan, ezê niha dîsa li goriya derfetên kesayetiya xwe hinek hevok(cûmley)ên ku peyeyva Xwedê têde tên anjî hatine bikaranîn ji we rêzdaran ra birêzbikim. Belê, ji bo fahmkirin û xwandinê divê hûn jî di dewsa nuxtan(….) de piro(șûn)navekî bikarbînin. Her weha her kes li goriya bikaranîna xwe, divê di dawiya hevokê de jî nîșana rêzgirtin(!), ferman, pirsê ûhwd. deyne. Mînak: ……ji Xwedê ne ditirsiya … = Ez ji Xwedê ne ditirsiya ma !.. .. ji Xwedê ne tirsiya ….. berxê Xwedê ye… bela xwe ji Xwedê bivînî… bi wî Xweda yê bêșirîk kim… ji Xwedayê dilovan dixwazim… xwe ji Xwedayê xwe naki..… Xwedê ditirsim…. bi qedrê Xwedê bik……ê çewa here huzûra XwedêBaweriya …. bi Xwedê hebeBê qeweta XwedêBêy hukumê Xwedê pel jî li ser darê nahejeBi destûra XwedêBi helaliya XwedêBi îzna XwedêBi navê XwedêBi navê Xwedê sûnd bixwi..Bi saya XwedêBi xatirê Xwedê k..Bi XwedêBide xatirê XwedêBidin xatirê navê XwedêBila nura Xwedê li ser ----beBila Xwedê rahma xwe bavêje dilê …..Dahin û standina Xwedê xweșeDerewîn dijminê Xwedê neDestê xwe ji Xwedê nekinDewlet serê Xwedê û serê ….Di rêya Xwedê de b….Dilovaniya XwedêDinya ji pêxemberên Xwedê re nema yeDivê Xwedê li hev bîneDîwana XwedêDua bo XwedêEger Xwedê yar be, bela șûr dar beEmî kêmin Xwedê yî temameEmrê Xwedê xweș eEmrê Xwedê yeEvdê-a XwedêEz Rastiya Xwedê meÊzdî bi Xwedê ra bi kurdî dipeyivenÊzdî jî navekî Xwedê yeÊzdî Xwedê pererestinFermanê XwedêGazî Xwedê bi…..Gazina ji Xwedê nek…Gaziya xwe bigîne XwedêHawara XwedêHebandina XwedêHeq navê Xwedê yeHer ji Xwedê û çiqas xasên Xwedê hene bawerbikinHer tenê Xwedê heyeHer tim Xwedê li bîra xwe bîninHer tișt ji Xwedê ve eyan eHer Xwedê tenê zaneHey Xwedê ….. hîștoHey Xwedê ….. kuștoHey Xwedê malik avakir..Hey Xwedê malik xeravkir….Heyiya XwedêHezar û yek navên Xwedê heneJi bo meznaya XwedêJi bo navê XwedêJi evda tê veșartin, lê ji Xwedê nayê veșartinJi vir û heta ba mala Xwedêji Xwedê dilovan hêvî dikimJi Xwedê natirs…Ji Xwedê teala bitirs..Kî bo Xwedê be, Xwedê jî bo wan eKîjan xêr be bila Xwedê wê bikeKu Xwedê bejê erêKula Xwedê bikeve nav mala pașveruyaLi jor Xwedê heyeLi rêya Xwedê nebin xerfêMala Xwedê ava ,Meriv gereke ya Xwedê bêjeMêvan mêvanên Xwedê neMilyaket ferwara Xwedê bi ı ch tîninMilyaket ji nûra Xwedê hatine efrandinMiradê xwe ji Xwedê bixwazeMuhbeta Xwedê gelekî șirîn eNa bi Xwedê ez ……..Nûra Xwedê li we bibar ePepûka XwedêPesnê Xwedê bidinQencî û xiravî herdû jî ji dergê Xwedê tenQenciya Xwedê înkar nekeQewlê XwedêQirar qirara Xwedê yeRahma Xwedê li dê û bavê …. beRastî mala Xwedê yeRebenê XwedêRebenê Xwedê ….Rizqê …… li Xwedê yeRoj nûra Xwedê yeRoja Xwedê dayîna … pîroz beRojên Xwedê gelekinȘikir ji Xwedê raȘikir ji Xwedê re em Êzdî neȘikriya xwe ji Xwedê bikeSilava Xwedê li … beStandina Xwedê yeStara Xwedê li ser ….. beTawisî-Melek emînê Xwedê yeTeslîmî Xwedê dib…..Tîra Xwedê lê ket…..Tiștê Xwedê kiriye betal nabeTopa Xwedê li ….. keveTû bi xatirê Xwedê kîTu evdî Xwedê nedîtîyeTu kes nikare ji qirara Xwedê bireveWê Xwedê çêkeWeleh navê Xwedê yeWey Xwedê ruhê ….. bistîneWey Xwedê yoXas û Qelenderên bo XwedêXasên Xwedê gelekinXêra Xwedê li ….. beXezeva Xwedê li …. BeXweda dizaneXweda yê xwe nasnakinXwedayê dilovanXwedê Xwedanê șev û rojê yeXwedê … bê aqilê …. NekeXwedê … rûsipî bikeXwedê …. bihêleXwedê …. biparêzeXwedê …. bistrîneXwedê …. șaș nekeXwedê …… xweyîkeXwedê bê șirîk û heval eXwedê bela xwe bide ….Xwedê bext bide …..Xwedê bi …. re yeXwedê bi oxira ….. ra beXwedê bi tenê dikareXwedê bihebînîXwedê bike tu gelekî sax bîXwedê bike tu hazar salî bîXwedê birayê …. bihêleXwedê çavên ….. xweyîkeXwedê çêtir dizaneXwedê cîhan sêwirandXwedê da û standXwedê daye te …..Xwedê deriyekî digre, hezarî vedikeXwedê emrê …. dirêj bikeXwedê emrê …. dirêj nekeXwedê heqê ....... ji ..... nehêleXwedê hezkirina me zêde bikeXwedê hîștêXwedê hîștoXwedê hurmetê bide …Xwedê îmanê bide ….Xwedê îmanê ji …. bistîneXwedê îșê …. rast bikeXwedê ji …. razî beXwedê ji …. standiyeXwedê ji ….. na tirseXwedê ji ….. xweșbeXwedê ji kesî nestî neXwedê ji neheqan ra ne hêleXwedê kerem eXwedê kurekî bide …Xwedê li … bixeXwedê li …. șefa bikeXwedê li …. were rahmêXwedê li bîra xwe bîne..Xwedê li heftêûdû mileta bêye rahme û me jîXwedê li hev anîXwedê li hev ne anîXwedê li pișta …. YeXwedê li raserî …yeXwedê mala … xirab nekiroXwedê mala …. ava bikeXwedê mala bavê …. ava bikeXwedê mala bavê …. xira bikeXwedê mala nezana xira keXwedê merazê… bikeXwedê meriv ji bela û teșqelan bistirîneXwedê mezin eXwedê miradê …. bikeXwedê mizgîna xêrê bide …..Xwedê mizgîniyê bide ….Xwedê nasîna me Êzdiyan ji qedîm heta îro heyeXwedê ne hîștêXwedê ne hîștoXwedê ne nas…Xwedê neke gidîXwedê nekîXwedê nur eXwedê pesnê xwe na deXwedê qahra xwe li ….. bikeXwedê qebûl nakeXwedê qebûl nekeXwedê rehetiyê bide …. eXwedê rehma xwe li …. bikeXwedê roja … reșkeXwedê ruha dide û distîneXwedê rûyê …. spî bikeXwedê șade yeXwedê șade yeXwedê serê … nexîne belayêXwedê șikriyê bi de ….Xwedê temenê …. dirêj bikeXwedê tenê pê dizaneXwedê tû bidî xatirê navê xweXwedê tu derdan nede ….Xwedê tu êșê nede ….Xwedê tu ruhê ….. bistînîXwedê warê …. korbikeXwedê weke dilê …. bikeXwedê xêra …. binivsîneXwedê xêra …. qebûlbikeXwedê xêrabikeXwedê xêrê bide …..Xwedê xêrkeXwedê xirab bike destengiya dinya yêXwedê xizmeta …. qebul bikeXwedê xweda ye!Xwedê xwedanê ins û cins eXwedê xwediyên xêran bê par nahêleXwedê yek eXwedê yeke û lı seranserî hemû xwedana yeXwedê yekî cebar eXwedê zanî beXwedê zarokên …. bihêleXwedê zêde bikeXwedêoXwezla xêra mala Xwedê raYa XwedêYa Xwedê bêjinYa Xwedê her tû yî û her tû yê hey û her dê hebîYa Xwedê riya te rastî yeYa Xwedê tû derê xêra veke, derê era wergerînBi dîtina min, di van hevokan de jî xwanê dibe ku olperestiya me ya xwezayî û dilpaqij qet cûdetiyê naxe nava tu civak, nijad û olnên li ser ruyê cîhanê hene û li ser vê bingehê ye vêga hêjî di sebeqeyeke qewl me de tê gotin ku, „Siltan Êzî bi xwe Pedșa ye, Hezar û yek nav li xwe dana ye, Navê mezin her Xweda ye”(*2) Êdî, ez hew dizanim ka ev peyeyva Xwedê hê di kuderin din de û bi kîjan rengî tê bikaranîn. Hêvîdarim ku qewlbêj, koçek, micêwir, bav, kal, ilîmdar, rewșenbîr, zane, berpirsyarên tv, rojnaman, kovaran, dezgeh, înstîtut, malper û rêxistinên Kurdî/Êzdiyatiyê jî bikaribin yên li cem xwe hene jî bi ser vê xizna ferhenga Kurdî ve zêdebikin. Em tevde hêjî gelekî zahmet bidine xwe van sedemên nakokî, kêmasî, nezanî, belangazî û pirsgirêkên ku di nava civak û olên Kurdî de hene, ji me hemwelatî û niștîmanperwerên Kurdistanê ra zelal bikin. Her weha her yekê ji me li goriya derfetên xwe ji van kêmasiyên ku xwefiroș û dagirkerên Kurdistanê bi hemd û bi zilma asîmlekirna xwe, xistine nav civak, çande, perwerde, raman, nêrîn û bawriya me Kurdan re xwedî derkevin. Kemal Tolan 16.04.10 Çavkanî : *1 Kemal Tolan - http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/baweriya-ezdiyan-bi-xweda.html *2 Kemal Tolan -Nasandina Kevneșopên Êzdiyatiyê, Weșanên Perî- Çileyêpêșîn 2006 Stenbol, rûpel :15-38

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.