Ramyarî

Biden Pirsgirêka Kerkûk'ê Nerm Dike

Rûdaw · 21.01.2009 · 2 dîtin

Biden Pirsgirêka Kerkûk'ê Nerm Dike

Berî ku Biden wek Alîkarê Serokê Amerîka bê hilbijartin, ev cara sêyeme dibîne. Dawetnama merasîma sondxwarina serokê nû yê Amerîka di destê wî de bû. Di wê baweriyê de bû hatina Biden ya roja sêşemê ji bo Kerkûk'ê, peyamek vekirî gihand hemû pêkhateyên Kerkûk'ê ku tenê çareseriya pirsgirêka Kerkûk li Kerkûk'ê ye. Dr. Mihemed Îhsan li Zaxo ji dayîk bûye û li Amerîka xwendiye. Bi sedema bûyîna wî ya wezîrê navçeyên dervey herêmê, navê wî çûye pal maddeya 140'ê. Bi henegî ve dibêje: "Ez dixwazim eger zarokek yê min çêbe navê wî bikim 140.” Ev maddeye mezintir û kevintirîn pirsgirêka nîştîmanî û netewî ya Kurdistan'ê xwe li gel İraq'ê girtiye. Dr. Mihemed Îhsan dibêje: “Ew pirsgirêk bi niyet û eqliyetê yekalîkirina pirsgirêkan çareser dibe, li İraq’ê hêj eqliyet nîne û sîstem jî sîstema alozkirinê ye.”Joe û Biden bi salane endamên Kongre ya Amerîka û wek Dr. Mehmûd Osman ji Rûdaw’ê re ragihandî, li gel Obaman çendîn car li kongrêsê berevaniya Kurdan kirîne. Roja 13/1/2009 dûwemîn rawestegeha serdana wî Kerkûk bû. Dr. Mehmûd Îhsan dibêje, wî ji berê dizanî wê Biden bê Kerkûk’ê; “Ez bi xwe ji mêj ve jê agehdarbûm wê bê.” Ev wezîrê Kurdistan’ê dibêje her deshilata ku kar digire dest, pêwîste bûyerek ya ragihandinî û giring derbêxe. Pirsgirêka İraq’ê  ji ber sedemê şikestina Komarî û serketina Demokratan bû, hilbijartina Amerîka ya dawiyê İraq’ê hilbijart: “Di nava pirsgirêkên İraq’ê de jî, pirsgirêka Kerkûk’ê pirsgirêkek germe û encam jî malwêrankirîne. Bi rastî jî kilîla seqamgiriyê ye. Hilbijart, eger pirsgirêka Kerkûk’ê çareser kir ango pirsgirêka petrolê li wî welatî çareser bû. Pirsgirêka herêmên ku pirsgirêk li ser wan heyîn çareser kir ango rêz ji destûrê re girt û bicihanî. Mirov dikare bêje li İraq’ê serdemek nû despêkir. Hatina Biden ya ji bo Kerkûk’ê û axaftinên wî yên li gel xelkê, têde peyamek vekirî hebû. Got bila qet nekeve aqilê we ku wê ev pirsgirêk li navendê bê çareserkirin. Eger hun bi xwe li navbera xwe de çareser nekin, wê rojekê aliyê bihêz kontrolê li ser aliyê lewaz bike û em jî nikarîn we biparêzîn. Ev peyame vekiriye, bi rastî jî eger ew pirsgirêk bê çareser kirin, bawerî û serketineke ji bo siyaseta Amerîka ya li Rojhilata Navîn. Seqamgîriya ji bo İraq, Rojhilata Navîn û herwiha seqamgîriye ji bo petrolê.” Dr. Mihemed Îhsan ne li gel wê yekê ye bi îdareya nû ya Amerîka gelek xweşbîn be; “Ji pirsgirêkên derve zêdetir, bi pirsgirêkên xwe yên navxweyî ve mijûl dibe.” Her wiha li gel wê jî Kurd xwe gelek pê mezine ku bên pêş çavan; “Eger em bêjîn bêy aliyên din Kurd lîstikvanek serekîne di pirsgirêkên hev yên siyaseta nêvdewletî de, ew zêde çûyîna li gel meye. Heya niha jî em beşekîn ji hevberiya asayîş û seqamgîriya rewşa navxweyî ya İraq û navçeyê.”  Lê li gel wê jî di wê baweriyê de ye pirsgirêka Kurd ber bi giringîdayînek mezin ve diçe, wek hevberiya hêjmara dûwem li pey pirsgirêka Ereb, Îsraîl û seqamgîriya Rojhilata Navîn de. Di pêngava propagandaya hilbijartinê de, Barak Obama û Cow Biden bang ji bo Tirkiye û Herêma Kurdistan’ê kirin ku dest bi têkiliyên li gel hev bikin. Herêma Kurdistan’ê di wê baweriyê de ye ku Tirkiye ji bo wan mezintirîn astenge li ber bicihkirina maddeya 140. Ji ber despêkê gûhdartirîn hevpeymanê Amerîka yê li herêmê bû, niha jî bi dirûstbûna têkiliyên li gel Tirkiyê, dikare dergehên bicihkirinê veke. Rojnameyên Tirkiyê jî bilav kirin ku Herêma Kurdistan’ê ji bo garantîkirina pêşeroja xwe piştî vekêşîna hêzên Amerîka û kêmkirina fişarên li ser xwe, piştî zêdebûna pirsgirêkên li gel Bexda, her wiha rê vekirina ji çareseriyên pirsgirêka Kerkûk’ê penageh aniye ber Tirkiyê.  Dr. Mihemed Îhsan pêwîste temaşekirina Tirkiye bi çavekî vekirî gelek bi pêwîstî dizane ji bo Herêma Kurdistan’ê û di wî alî de jî hinek pêngavên Tirkiyê gelek bi xerîbî dibîne û dibêje: “Gûhertinên baş jî çêbûyîne. Min tû caran fikir nedikir ku rojekê televizyonek ya hikûmeta Tirkiye (TRT-6) bi Kurdî bê vekirin. Em nabêjîn Amerîka bêxin mewqîekî wisan yan em yan  Tirkiye. Li asta herêmê pêwîste em zêdetir deriyan li ber Tirkiyê vekîn.”  Ji bo lezdayîna dirûstbûna têkiliyên navbera Tirkiye û Herêma Kurdistan’ê de Dr. Mihemed Îhsan rolê Amerîka gelek bi giringî dibîne û dibêje: “Amerîka dikare mijara navbera me de kurt bike, leztir wan hevdîtina bi encam bike û pirsgirêkan çareser bike.” Her wiha di wê baweriyê de ye ev têkiliyane wê ji bo berjewendiyên Tirkiyê jî be; “Petrol ji Zaxo biçe palawgeha Batman, li wê bê perizandin û carekî din bifiroşe İraq yan Herêma Kurdistan’ê.” Ev jî di berjewendiyên Tirkiyê de ye.  Peyama Biden giiha Erebên Kerkûk’êDr. Mihemed Îhsan di wê baweriyê de ye peyama Alîkarê Serokê nû yê Amerîka ya li Kerkûk’ê gelek vekirî bû. Li gorî wan zanînên ku bi destê Rûdaw’ê ketîn, piştî Biden nermbûnek di tevgerên Erebên rûniştvanên Kerkûk’ê de dirûst bûye. Mihemed Îhsan dibêje: “Ereb û Tirkmenên Kerkûk’ê ji aliyê hinek siyasetvanên Bexda’yê ve ji bo berjewendiyên hizbî, bêyî ji xwe agehdarbin û firotin bi wan hatîne kirin.” Ya ku ev wezîrê Kurdistan’ê behs dike, peymangeha lêkolînvanên Rojhilata Navîn ya li Washington di rapora dawî ya derbarê Kerkûk’ê de amaje pê kiriye ku Malikî nerazîbûna Ereb û Tirkmenan ji deshilatdariya Kurdan ya li Kerkûk’ê ji bo firehkirina binkeyên partiya xwe li Kerkûk’ê bikartêne. Dr. Mihemed Îhsan dibêje: “Malikî nikare li ser van milmilanêyane jiyan bike.” Her wiha hişyariya wê yekê da; “Nabe mantiqê neteweyî ku fitneyeke mezin jê dirûst dibe ji bo partiya xwe terxan bikî. Ne tenê Malikî, her çi serok wezîrê wiha bike, bi vî fikrî tevbiger û cara dawiyê agir digihêne mala xwe.” Dr. Mihemed Îhsan dibêje piştî hatina Biden, Ereb û Tirkmenan zêdetir destê siyasetvanên sextekar ji bo wan eşkere bû. Her wiha ji wan re eşkere bû çarserkirina pirsgirêka Kerkûk’ê, li Kerkûk’ê ye; “Eşkere bû çareserî ne li navendê ye. Çareserî ne li Enqere û Tehrane, raste rolê wan heye, lê çareserî di nav wan bi xwe de ye. Eger bi xwe di nava hev de lihevkirinek rasteqîne bikin, kes nikare mûzayedeyan pêve bike.”Dr. Mihemed Îhsan bêyî ku nav bêne amaje bi çend parlementer û siyasetvanan kir, bêyî aliyek yê pirsgirêka Kerkûk’ê yan heya carekê tenê jî Kerkûk dîtibin, xwe kirîne aliyek yê pirsgirêkê ji bo alozkirin û berjewendiyên xwe yên taybet; “Bê ku nav bênim dibêjim, zelamek li parlemenê di jiyana xwe de Kerkûk nedîtiye, xwe dike mezintirîn berevanîkarê Kerkûk’ê û direwan dike. Kesek ku di serdema Seddam de li Mexmûr zevî dagîr kirîbe, zeviya pitatan hebû û ji bo berjewendiyên taybet xwe kiribû berevanîkarê Kerkûk’ê. Tû nizanî tefahûmê li gel vî bikî yan yê din. Li İraq’ê şêwandina incîna siyasetê ji ber bi rastî piraniya siyaseta İraq’ê li ser bingehê direwane, ne wek li ser bingehê hêjmar û rastiyên dîrokê, ne li ser binçîneyên peywestbûna berjwendiyên welatê xwene.” Lê ew hest bi başbûnekê dike. Ji ber ji bo Erebên Kerkûk’ê eşkere bûye ku mameleya berjewendiyên hizbî û ferdan pêve ji aliyê hinek siyasetvanan ve tê kirin; “Niha tişta baş ewe ku dikare tefahum li gel Erebên Kerkûk’ê bikî û ev jî xalekî başe.” 

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.