ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Kemal Tolan · 17.08.2008 · 2 dîtin
Belê xwandevanên hêja, hûn jî dizanin gava miletek bixwaze kultur û çanda xwe baş nasbike û wê pêşbixîne, divê berî her tiştî ew ji dîrok û kevneşop(sed û hed, urf û adet, rê û resm)ên bav-kalên xwe yên weke parastin û pêşvebirina baweriya, îd, cejn, dawet, çebûn, mirin, serxwebûn, serkevtin û whd.ê re xwedî derkeve. Em dibînin her milet bi xêra urf û adetan hezkirin, hevgirtin û naskirina kultura xwe mezin dibe. Bi dîtina min, kevneşop weke kakilê çanda kevn û nû ne. Ji xwe weke ku ji aliyê raya giştî ve jî hate xwanê kirin, rêvebirên MALA ÊZDIYAN ya li Oldênbûrgê ji bo vê armancê xwastin di roja 25.06.06 de hemû cangoriyên Êzdiyan bibîrbîn û di banga xwe de gotin:”Em bangî hemû endam, xêrxwez û dostê malê dikin ku ew bên beşdarî şaynetyên wê bîranînê bibin….” Lê, mixabin dîsa jî pir kesên Kurd û Êzdî piştgirî nedane vê banga wan û rêvebirên MALA ÊZDIYAN ya li Oldênbûrgê dîsa bi alîkariya hinek malbat û endamên xwe tenê hemû cangiriyên Êzdiyan li ser gorên miriyên Êzdiyan yên ku di cebanê goristana bajarê Oldenburgê de veşartîne bibîranîn. MALA ÊZDIYAN ya li Oldênbûrgê bi bernama xwe ye gelekî dewlemend “Çûyîn li ser Mezelan, Salona Malê da gotin û xwendina têkstên olî , ji alyê malbetan da dayîna xwarin û vexwarina xêrê ……….“ ev roja bîranîna cangoriyan pîroz kirin. Ez jî dibêjim, Xwedê xizmeta van rêvebirên mala me qebul bike û bila rahma Xwedê li hemû keç, law, dê, bav û kalên me Êzdiyan, yên ku di bin destên zilm û zora padîşah, sultan, paşa, mîr, beg, walî, axa, jendirme, nijadperest, paşverû, hemû kevneperestên Kurdistanê û berpirsyarên baylozxanên dewletên metîngehkar de hatine kuştin be. Divê em tûcarî ji bîranekin, dema wan cangoriyan ev wêje, mîtolojî, foloklor û kevneşopên me Kurdan bi mal û canê xwe ne parastina, dê çande û wêja Kurdî jî weha mezin ne mana. Her weha serê xwe timî li ber wan û hemû xêrxwazên Êzdiyatiyê yên ku hêjî çanda Kurdên resen diparêzin ditewînim. Kemal Tolan
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.