Ramyarî

Bibîranîna Goriyên Çeka Kîmyayî Ya Zerde

Haci · 10.08.2006 · 2 dîtin

 Rehîm Reşîdî Wergêr: Azad KurdîGundê Zerde, li Bakûra bajarê Serpêla Zehaw, li herêma Kirmaşanê hilketiye. Destpêka bilindahiya Çiyayê serkêş û bilind yê Dalaho ku herêmeke dilber û xweşik e, gundê Zerde di hembêza xwezayê xwe ya balkêş de cih kiriye. Xelkê gundê Zerde, wekî piraniya xelkê gundên herêmên din, piranî li cotkariya bibereket ya xwemalî, pezdarî û wd behremend in. Ev xelkê zehmetkêş û mandînenas bi hêz û qaweta bask û bazikan, bi tekoşîn û keda berdewam nanê xwe bidest dixin û serbilindane jiyan û demê derbas dikin.Di vî gundî de baxên meyweyên wekî hincîr, xox, hinar, qeysî, sêv, gûz, rezên tirî berçav dikevin. Ev berhemane hasil û encama ked, zehmet û ereqeya hewildana xelkê gundê Zerde yê ne. Di rastî da ev xwezaya rengîn, encama xebata jar û xizanên herêmê ye, di heman hal de hezkirin û hêvî û xeyala kûr ya wan bi jiyan û borandina mirovî û aştîxwazane nîşan dide.Gora Pîroz ya Dawûd Kevsewar, Baba Yadgar, Şah Birahîm û çendîn kesayetî û Pêşewayên din yên agîna “Ehlê heq” yan Yarsan li Zerde hilketine.Eva jî sedemeke girîng e ku rol û bandora herêmê ber bi jor hildikişîne û di encam de bibe navenda kombûna evîndarên vê rêbaza olî, bi awayekê ku salane bi hezaran kes li herêm û deverên cur bi cur têne wir û raz û niyaza ayînî ya xwe tînin holê û kul û derdên dilê xwe dirêjin.Ji aliyeke din ve daristan, zozan, çêrîngeh, sûlên pir haje haj, dîmen û xwezaya dilber, ev herême yê kiriye tabloyek rengîn û sebebê hatina berdewam a xelkê biyanî û xweyî ji bo dola Baba Yadgar û Ban Zerde.Van taybetmendiyan wisan jê kiriye ku Zerde bi berdewamî hembêza xwe ji bo hatin û qerebalix û gerok û siyahetkaran veke. Bi curekê ku salane bi dehan û bigre sedan gerokên xweyî û biyanî ji bo veheviyan û bêhnvedanê, borandina demên xweş rû li wir dikin û tê de cih digirin û xem û kulên dil didin ba. Hêjayî gotinê ye ku çavkaniya ava Qeslanê ku ji bo peyrewên ayîna Yarsan pîroz e, li Baba Yadgar serçave digre, bi dol û deviyên teng de dibore û di dilê Zerde de bend dibe. Ava ku ereqeya ser eniya rêvîngên mandî ra dike, dilê evîndaran û hogirên jiyan û xweşikiyê hênik dike.Gundê Zerde, di bervara 22.07.1988’an ya Zayînî de dikeve ber êrîşa çeka kîmyayî, di encam de 275 kas jiyana xwe ji dest didin û 1146 kasên din birîndar dibin.Hetanî niha jî ku heyamê 18 salan bi ser vê bûyera dijî mirovî dibore, piraniya birîndarên vê bûyerê bi sedema nebûna îmkanata hewce û guhnedana rayedaran, bi destê êş û nexweşiyên cur bi cur ku encama bikarhatina çeka kîmyayî ne, dinalînin.Encama van lêkolînên ku piştî qewmîna karesatê di vê deverê de hate kirin, vê rastiyê diselimîne ku nêzîk bi 40 ji sedê ya rêjeya liberçûn, neşînbûna pêwîst ya gul û giyayan û berhemên cotkariyê, hevdem jordeçûna asta nexweşiya tengnefesî, mêjî, penceşêr û hwd ..., encama bikaranîna çeka kîmyayî û xemsariya rayedaran û bêehdbûna wan ji asta jiyan û çarenivîsa xelkê xizan û destkurt yê vê herêmê bi başî diselimînin.Heke 18 salan berî niha, rayedarên dewleta dîktator ya Îraqê di kiryareke nemirovane de ku dijî hemû pîvanên Carnameya Gerdûnî ya Mafê Mirovan, ev tawane afirandin û xaleke din ya nemirovane di karnameya reş a desthilata xedar û stemkar ya xwe de tomar kir, xa berpirsyar û birêveberên Komara Îslamî ya Îranê bi balnedan bi hewcehiyên wî xelkê belengaz û bêpar, bûne şirîk û hevdestê afirînerên vê cinayeta hovane. Di rastî de para herî zaf ya guneha vê karesatê ber rêveberên Mekteba “Edla Elî” dikeve.KurdistanmediaC.A

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.