Ramyarî

Bi Xêr Nehatî TRT Türk

Rojhat Badikî · 31.08.2009 · 2 dîtin

Bi rastî nuçeyek kû îro li PUKMEDIA hate weşandin dilêmin pir hêşand, ez pir xemgin bum. Carna ez ji xwe pirsyar dikim; gelo zarava Kurmancî çima li başurê Kurdistan sêvîye u zarava zazakî qet li holê tine? Gelo deshilatdarên Başurê Kurdistan pir ji Tirkî hêzdikin, gelo aşiqê zimanê Tirkîne, kû hemu derfet ji bo çand u kultura Tirka bi rê dixin.Ji sala 1992 u heta niha, bir riya Nijadperestê Tirk Fetullah Gulen yekemin dibistana Tirkî li Paytaxta Kurdistan li hewlêr li ser riya şestmetr vebu. Piştra Li Suleymanî dibistanên din hatin vekirin. U niha li başurê Kurdistan li Hewlêr u Suleymanî ji Dibistana sereta heta Zanko, Dibistanê Tirkan vebuye u Deshilatdarên Başurê Kurdistan piştgirî dide wan. Ew dibistan kû bi çand u kultura Kemalizm perwerde dide zarokÊn Kurda. Tirk niha dibijên ‘’ger we li Hewlêr an li Suleymanî kesek dît bi zimanekÎ xweş Tirkî axifî, hun bizanin kû ew li Dibistanê Fetullah Gulen Hoca hatîye perwerdekirin’’.Gelo em jà bo van trajedîya bikenin an bigirîn! Ez jî nizanim!Li gor nuçeya PUKMEDİA niha ji şaxek TRT Türk li Paytaxtê Kurdistan ti vekirin u rêvebiri Dîwana Wezareta Kulturê hikûmeta Herêma Kurdistan Hakim Şakir Rojbeyanî dibêje emê bi hemu derfetên xwe piştgirî bidin ji ber kû hevldan di berjewendîyên herdu alîyan daye. Em têgihîştên vekirina RTR Türk di berjevendîyên dewleta Tirk daye. Gelo berjewendîyên Hikûmeta Kurdistan çîye min vî fahm nekir.Du dewlet an du alî, peymana çand u kultur îmza bikin, peyman yek alî nîne du alîye. Lê mixabin em divînin kû peymanîyek du alî tuneye, dewleta Tirkîye bi kêfa dilê xwe li Başurê Kurdistan cirît davêje. Dewleta Tirk rê nade hikumeta herêma Kurdistan bingehên çand u kulturî Li Tirkiye an Li Bakurê Kurdistan veke. Ev tê vê vateyê kû dewleta Tirk hikûmeta Başurê Kurdistan nasnake.Her çika nerastbe jî, mirov kare bêje ev tasarufa hikûmeta Başurê Kurdistane. Lê li alîyê din mirov helwesta Başurê Kurdistan beramber Kurmancî u Zazakî dinirhe dilê mirov dişewute. Çima?Erê çima, Hikûmeta Başurê Kurdistan li beramber zaravên Zazakî u Kurmancî bê herwest u bê bernamene! Dewleta Tirk u Ermenistan hewl dide zaravê Zazakî, ji zimanê Kurdî cuda (biketîne) bike, Hikumeta Herêma Kurdistan bê helwet u bê biryare!Ez hevîdarim Hikûmeta Başurê Kurdistan li çand u kultur u zimanê xwedan derkeve. Hikûmeta Başurê Kurdistan bila bizanibe, ew bi tenê ne hikûmeta Başurê, lê nuner u hikûmeta her çar perçeyên Kurdistanê. Niha bi mîlyaran dolar butçeya vî heye, ew kar bi çend mîlyon dolar ji bo Kurdên herçar perçê Kurdistan, Kurdê, Ermenistan, Georgia, Kazakistan, Azerbeycan, Başkurdistan, Rusia, Kurdên li Evrupa u lê dewletên din dijî, bernemeyak bi rêk u pêk amade bike.Ev erkekî Niştimanîye, Erkekî Welatperwerîye; ev erk dikeve sitîyê Hikûmeta Başurê Kurdistan. U em çav li riya Hikûmeta Bashurê Kurdistanin.

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.