Ramyarî

Bi tenê lîsteya hevbeş 730 dikare bercewendiyên netewî yên gelê Kurdistanê bipar

Hevbendiya Demokratika Kurdên Bakur · 14.12.2005 · 2 dîtin

Lîsteya 730 pirreng û pirdeng e, rumeta bîrûbaweriyên cuda yên başurê Kurdistanê digrePiştî hilbijartina giştî a di 15.12.2005 de li Komara Iraqa Federal dê Meclîsek nû werê teşkîlkirin û sîstemek siyasî ya berdewamî û di qada navnetewî de naskirî werê damezirandin. Meclisa nû dê biryarên huquqî yên rewa li ser sistema dewletê ya siyasî û îdarî bigire. Ev biryar di qada navnetewî de dê bi awayek resmî werin qebulkirin û dibin tâbîra îradeya hemu gelên Iraqê. Ji ber vê yekê ehmiyetek bêhempa a vê hilbijartinê ji bo gelê Kurdistanê li başurê welatê me heye. Bêguman, pêwistiya gelê Kurd ji ya her hêzî pirtir heye ku temsila wi di Meclisa Federal a Iraqê de xurt be. Jibo ku tecriba demoqratikbûnê û federalîzmê li Iraqê û Kurdistanê bi ser bikevin, herwesan jibo ku dewleta Kurdistanê xurttir bibe û ji bo ku hemu herêmên Kurd yên heya îro heşta ne di nav tuxubên Kurdistanê de ne, bi taybetî parêzgeha KERKUKê, bikevin nav tuxubên dewleta Kurdistanê pewiste gelê Kurd bi tevahî di vê hilbijartinê de beşdarbibe.Bi tenê listeya 730 ku ji herdu partiyên serek PDK, YNK û partiyên din yên Kurdistanî pêk tê, dikare bercewendiyên netewî yên gelê Kurd biparêze. Dengdayinek mezin bo listeya 730, Dewleta Kurdistanê, hem li ser saha Îraqê, hem jî di qada navnetewî de xurt dike.Di bercewendiyên bilind hemû gelê Kurd de ye, ku çu deng wunda nebin. Dengdayin bo listeyên din dengên wundakirî ne. Pêwîste ku gelê Kurd hemû pêkve piştgirtiya listeya 730 bike, çi li welat û çi li derveyê welat.Em bangî xuşk û birayên xwe ji Kurdistana azad dikin ku bi erkê xwe netewî rabin û biçin dengdanê û dengê xwe bidin Lista 730.Her wesan em bangî Kurd û Kurdistaniyên li derveyê welat ji perçeyên din dikin ku ew jî maddî û bi wasite (seyare) alîkarê xuşk û birayên me ên ji Kurdistana azad bin ku ew di rojê de xwe bighînin merkezên dengdanan, dengê xwe bidin.Roja 15ê 12,2005 divê jibo hemû Kurd û Kurdistaniyan roja karê hilbijartinê be. Dr. Musa KAVAL Nunerê Hevbendiya Demokratika Kurdên Bakur

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.