ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
PukMedia · 30.01.2006 · 2 dîtin
Di kongreyeke rojnamevanî de wezîrê tendurustî yê iraqê û wezîrê tendurustî yê herêma kurdistanê, hebûna enflonzaya firindeyan li navçeya Ranya û dewrûbera wê bi şêweyekî fermî ragehandin û dane nîşandan ku piştî pişkinîna nûjdaran egerê mirina Şengîn ê 13 salî vayrûsa H5N1 bûye. Her di vê kongreya rojnamevanan de ku îro (30-01) di demjimêr 12:30 nîvro de li dîwana wezareta tendurustî durust bû, wezîrê tendurustî yê iraqê Ebdulmutalib Elî, li ser girtina bi tundî rê û rêbendan rawestiya û cext li ser berdewamiya peywendiyan di navbera her du aliyan de kir. Her wusa wezîrê tendurustî (iraq), piştî gumana hebûna vê nexweşiyê li başûr û naverasta iraqê dazanîn, di berdewamiya axaftina xwe de daxwaz ji rêxistinên cîhanî kir ku bi armanca vê giriftariyê bihên û alikariyê bikin. Wezîrê tendurustî yê herêmê jî, egerê hebûna vê vayrûsê li kurdistanê koçkirina balindeyan daxuyakirin û cext li ser vê yekê jî kir ku ji navbirina firindeyan ji navçeya navbirî dê berdevam bike.
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.