Ramyarî

BI KURDÎ PIRTÛKA PEDAGOJIYÊ

Lokman Polat · 27.11.2008 · 2 dîtin

  Ji bo ku li bakurê Kurdistanê kurd desthilatdar nebûne û dewleta kurdan tunebûye, lewre jî kurd ji gelek tiştan bêpar mane. Kar û xebatên ku niha têne kirin, pirên wan destpêk in. Hinek pirtûkên li ser hinek mijaran weka destpêkê a yekemîn in û pêngava pêşîn e. Pirtûkên li ser felsefê, bi kurdî siyaset, pedagojiyê, nirxandinên edebî û hwd pirtûkên destpêkê ne. Ev destpêk ji bo kar û xebatên pey xwe pêngav in, ji bo pêşerojê çavkanî ne. Hetanî niha li bakurê Kurdistanê û herweha li Ewropayê bi kurdî li ser pedagojiyê pirtûk nehatine weşandin. Pirtûka yekem a li ser pedagojiyê ji alî mamosteyê dibîstanê Maruf Yilmaz ve hate weşandin. Navê pirtûkê ”PEDAGOJÎ – Çend Têbinî Li Ser Pedagojî, Felsefe û Teoriyên Cuda – ” ye. Pirtûk di nav weşanên ”Weşanxaneya Jîndanê” de li Stockholmê di meha dawîn a sala 2007-an de derketiye.  Pirtûka pedagojiyê 82 rûpel e. Berga pirtûkê rengîn û xweşik e. Tonên rengê berga pirtûkê kesk, sor û zer e. Ev jî rengên netewî yên kurdan e. Naveroka pirtûkê curbecur û dewlemend e. Li ser gelek mijarên balkêş yên pedagojiyê beşên cuda hene. Di bin sernavên nozdeh xalan de mijarên zanîstî hatine ravekirin. Nivîskarê pirtûkê Maruf Yilmaz bi kurtepêşgotinek hedef û armanca pirtûkê dide diyarkirin û piştê pêşgotinê bi mesela ”zanyarî, felsefe û strukturalîzmê” dest pê dike. Dîtinên fîlozofên ewropî û pisporên strukturalîzmê tîne zimên. Li ser sîstema ziman disekine û mînakên zanîstî pêşkêşê xwendevanan dike. Di bin sernivîsa ”rasyonalîzm”ê de jî teoriya zanîstiyê û metodên zanîst bi mînakên berbiçav pêşkêş dike. Di beşa sernivîsa ”Ziman û Nivîskarî” de dîtinên Ferdînand de Saussure yên lîngvîst tê qalkirin. Rêziman – gramatîk - , qaîde û qodên ziman, sembol û sîstema ziman, rasttêgihîştin û teoriya zanîstî ya derbarê ziman de bi şêweyeke îlmî/zanîstî têne şîrovekirin û çardeh kategoriyên ziman hatine rêzkirin. Beşeke pirtûkê jî li ser ”zimanê zikmakî li Swêdê” ye. Di vê beşê de jî li ser mirovhezî û demokrasiya dewleta Swêdê, mafdayina netewî û demokratîk ya kêmneteweyan, dayina heqên demokratîk yên Samernan ku li bakurê Swêdê dijîn û polîtîka dewleta Swêdê ya derbarê maf û azadiya gelan, hatiye nirxandin. Di beşa ”pedagojî û teorî”yê de teoriya pedagojiyê bi berfirehî tê qalkirin. Çar teoriyên ku ji alî çar kesên zanîst ve hatine pêşkêşkirin, tê şîrovekirin. Ev herçar teorî, teoriya kamilbûnê ya Arnold Gesell, teoriya psîkoanalîzê ya Sigmund Freud, teoriya havirdorê ya Skînner û teoriya nûjen ya Jean Pîaget e. Beşa pirtûkê ya bi sernavê ”zarok çawan hînî zimanê zikmakî dibe?”, beşeke girîng e û ji bo perwerdeya zarokan û ji bo mamosteyan mijareke bi feyde ye. Mamoste dikarin ji zanîna vê mijarê gelek siûd wergirin û bi şêweyeke zanîstî zarokan perwerde bikin. Sernivîsa ”pirsgirêkên zarok û ciwanên kurd” li Swêdê balkêşiyeke girînge ji bo malbatên kurd yên xwedî zarok yên li Swêdê. Di vê pirtûka pedagojiyê de nivîskar li ser teoriya ku niha li cîhanê bûye wek mode, anku teoriya ”paşnûjen – postmodern”tiyê jî sekiniye. Di derbarê perwerdekirina zarokan û û zanîstiya pedagojîk de dîtinên postmodernîstan çine? Pratîk û estetîka perwerdeyê çawa dibe? Û modelên pedagojiyê yên sereke çine? Hatine qalkirin. Pedagok ew kesê ku zarokan perwerde dike ye. Pedagojî û û teorî çawa tê fêrkirin? Metodên pedagojîk weke kompîturê –datayê – kevn dibe. Divê teoriyên pedagojiyê xwe nû bike. Lewre jî di vê hêlê de metodên nû pêk tên. Di pirtûkê de çar teoriyên pedagojiyê hene. Nivîskarê pirtûkê Maruf Yilmaz teoriya nûjen ya Jean Pîaget rast dibîne û diparêze. Di beşa ”pêvajoya xwendin û nivîsînê” de jî metodên curbecur yên derbarê mijarê hatine nirxandin. Pedagojî û stîl, stîla deng bi alîkariya guh, stîla dîtinê, stîla hareketê yekoyek hatine şîrovekirin. Di pirtûkê de gotareke girîng li ser ”21-ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Navnetewî” hatiye nivîsîn. Nivîskar di vê gotarê de girîngiya vê rojê tîne zimên. Beşa ”zarokkuştinê”  û ”biryarên dîrokî di derbarê mafên zarokan de” jî beşeke balkêş e û divê ji alî her însanî û bi taybetî ji alî mamosteyan ve bê zanîn. Di vê beşê de, bi destê ”Jîtem”ê çawa zarokên kurd hatine kuştin wek mînak hatiye qalkirin Di dema Hîtler de zarokên cihûyan û di dema komara Tirkiyê a kemalîst de zarokên kurdan hatine qetilkirin. Beşa dawî a pirtûkê li ser mijara ” Sufîzma Naqşîbendî û Îslam”ê ye. Naqşîbendî peyveke Îranî / Kurdî ye. Sufîzm jî cara ewil li cih û warê Aryanan derketiye holê. Hinek kesên nezan sufîzmê bi Bediullzeman Saîdê Kurdî didine destpêkirin. Lêbelê beriya Saîdê Kurdî jî sufîzm hebûye. Kurdên navdar û gelek serokên kurdan yên netewî Naqşîbendî bûne.  Pêşewayê tarîkata Naqşîbendiyan Mewlana Xalid El Kurdî ji bo belavkirina vê tarîqatê gelek xebat kiriye. Xelkê Endonezyayê bi xêra Mewlana Xalid El Kurdî û kesên xebatkarên tarîqata Naqkşîbendî bûne misilman.  Di vê beşa ” Sufîzma Naqşîbendî û Îslam”ê de, ”tarîqata Naqşîbendî”, ”Sufîzm û Îslamîzma Tirk li Navenda Asya” , ”Despotîzm” , ”Îslamîzma Sîyasî” û ”Fethullah Gulen” tê qalkirin û kirinên  Fethullah Gulen tê rexnekirin. Nivîskarê pirtûkê Maruf Yilmaz dibêje : ”Fethullah Gulen çav berdaye başurê Kurdistanê jî. Li herêma Kerkûkê û li Erbîlê dibîstanên tirkî vekiriye.” Digel rexnekirina tevgera Fethullah Gulen, rexne li Îslamîzma sîyasî, bi taybetî jî li Hizbullah û Wahhabîzmê jî tê girtin û tê diyarkirin ku ”Wahhabîzm” bûye îdeolojiya fermî a dewleta Sûûdî Arebîstanê. Ji bo nivîs dirêj nebe û bi hêsanî were xwendin, loma min bi kurtahî behsa naveroka pirtûkê kir û kurtedanasîna wê pêşkêşê xwendevanên kurd kir. Ez hêvîdarim ku pirtûkên weha yên li ser pedagojiyê, felsefeyê, perwerdeyê û nirxandinên edebiyatê werin weşandin.

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.