Ramyarî

BI DÎTINA MIN, TU CÛDETÎ DI NAVBÊNA DAGIRKEREN KURDISTANE DE TÛN E !

Kemal Tolan · 25.05.2007 · 2 dîtin

   Belê bi destûra we hêjyan be, ezê nêrîna xwe bi Kurdî binivisînim.  Di serî de dibêjim gelekî spas ji bo vê keda rêvebirên malpera newroz.com`ê, birêz xuşka nivîskar û helbestvan Evîn Çîçek, rêzdar Rojgar Merdoxi û Kenan Fani Doğan ku dixwazin bi van lêkolînên xwe hinekî li ser dîrok, maf û qirkirina me Kurdên Êzdî, Elewî, Misilman, Xaçparêz û hwd. yên di wexta rêvebirî û mîrekîtiya Mihemed paşayê Rewandizî(Mîrê Kor) anjî mîr Bedirxan begê Cizîrê de gengeşe(muqate) bikin. Ez jî weke berhevkarekî zargotina Êzdiyan timî di gotarên xwe de û li ser vî babetî mîna we birêzan gotî dibêjim, di dîroka heftêûdû fermanên bi serê bav-kalên me Êzdiyan ve hatine de xwanê dibe ku;- Mîrê Kora (Mihemed paşayê Rewandizî ) jî dixwast weke bapîrên xwe me Kurdên Êzdî, Xaçparest, Alewî, Misilmanên ku ne weke wî di fikirîn û hwd. bi darê zor û fetwayên îslamê bike misilman(ereb). - Her weha Bedirxan begê jî dixwast bi xêra zora desthilatdariya siltanên Osmaniyan bapîrên me Kurdên Êzdî, Xaçparest, Misilman, Alewî û hwd. bixe bin siya desthilatdarî û rûtbe(terfî)n xwe û wan jî weke xwe bike kolên Tirkan.- U hwd.ê Bi dîtina min, rast ku van herdû beg-mîran jî weke gelek axa, beg, serok û mîrekên Kurdan yen beriya xwe, ne ji bona maf û berjiwendiyên me Kurdên Êzdî, Elewî, Misilman, Xaçparêz û hwd. ev „serhildan“, „berxwedan“, „serxwebûn“ û hwd.ê kirine.  Ez dibêjim, weke ku di vê gotina di nava zargotina me de hêjî tê gotin, „Hesen keçel anjî keçel Hesen„ tu cûdetî di navbêna wan de tûne ye. Wisa jî li ber dilê min eşkere ye ku herdû mîr-began tenê ji bo desthilatdarî û berjiwendiyên dagirkerên Kurdîstanê şerkirine, zerara herî zêde dane mal û canê bapîrên me Kurdan. Ji xwe gelek dîrokzane jî li ser bingehên berxwedan û biserneketina wan rawestiya ne û dibêjin,“sebebên biserneketina wan ji sebebên derve zêdetir yên hundurî bi xwe bûne“1(rûpel:168) û „Kurd, tenê bi şer û dozên nav xwe şikestiye, bi saya ve nifûza serdestan li ser xwe zêde kiriye“1(rûpel:170) Pêwîst e em ji van gotinên Mihemed Emîn Zekî Beg ku dibêje,“bi rastî dîrok eynika îbretê ye, însan û qewm divê daîma jê îstîfade bikin, ku sebebên biserneketina kar û serhildanan baş ronî bibin û cardinê ew tûşî eynî encamê û felaketê nebin.“1(rûpel:170) ders bigrin  Divê ku em Kurd dersa dîrokê û dîn/ola baş nasbikin û tev jî baş bizanibin ku piraniya çîrok, mesele, ayet, lêkolîn, berhem û hemû dîroka ku mîsyonên xerîban, zane, nivîskar, partî û rêxistinên dagirkerên Kurdîstanê li ser hebûn û dîroka me Kurdan nivîsandine anjî gotine bi kêrî me Kurdên Êzdî, Elewî, Misilman, Xaçparêz û hwd. nayên.  Dawiyê de ezê gelekî dilxweşbim gava ku em ji vaqas buyerên buyî, wekî çewa V.O.Klyûçewskî gotiye:“Em gereke demên derbazbûyî fêr bibin, ne ji bo wê ku ew îdî derbaz bûne, lê herwaha bona wê, ku ew dema derbazbûyî nikaribûye paşmayînên xwe bide paqijkirinê.(2)”- fêde bikin.   Silav û serkeftina we dixwazim Kemal Tolan 25.05.07 Çavkanî; 

  1. Mihemed Emîn Zekî Beg, Dîroka Kurd û Kudistanê- Weşanên Avesta 2002 Istanbul.

 

  1. M.S.Lazarev–Pirsa Kurdan (1891-1917)- Weşanên Roja Nû:49. Stockholm 1999. Wegera ji rûsî: Têmûrê Xelîl.

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.