ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Ako Mihemmed · 08.06.2009 · 2 dîtin
Prof. Dr. İsmail Beşikçi bo Rûdaw’ê axifî: ‘’Li Başûrê Kurdistan’ê pêşketinên pir delal çêdibin. Şandina petrola Herêma Kurdistan’ê bo bazara navnetevî pêşketineke pir girîng e. Ev rêyeke Kurdan bi sîstema siyasî û aborî ya navnetewî ve girê dide.’’ Cara yekê dema min pirtûka Prof. Dr. İsmail Beşikçi ya bi navê ‘Kurdistan Koloniyeke Navdewletî ye’ xwend, ji xeynî wêya derbarê dagîrkirina Kurdistan’ê de tezeke nû ya zanistî bû, di nav civaka Tirkiyê de min dengekî serbixweyîxwaz ji İsmail Beşikçi bihîst. Ew deng niha jî ji netewe û dewletên serdestên Kurdistan’ê nayê bihîstin. Herwiha di piştîvanîkirina Kurd de Şakir Hesbak û Hadî Elawî jî negihane wî astî. Dema bi dengekî ketî, pantor û pêlaveke sipî li Ofîsa Yurt Kitap Yayın Evi ya Enqerê pêşwaziya me kir, li serxwe bû, lê eserên jiyaneke dijwar pê ve dixwiyan. Li beramberî min hest bi core şermezariyekê kir. Ew mirovê ku li ser Kurd zêdeyî 17 salên temenê xwe di zîndanê de derbas kiriye û bi hezaran dolar jî wek siza daye dewleta xwe, ji bilî wê hemû dijwariyê, ji bo wilo jî li Tirkiyê hatiye piştgweh xistin. Li odeya wî ya kar, refek hebû tejî pirtûkên İngilîzî û Tirkî bûn ên derbarên Kurdan de. Yek ji wan pirtûkan, pirtûka Mesud Barzanî (Barzanî û Bizava Azadîxwaz a Kurd) bû ku Weşanxane ya DOZ’ê wergerandiye Tirkî. Beşikçi digot ew pirtûkeke baş e. Beşikçi derbarê rewşa Başûrê Kurdistan’ê de gelek pirsyar dikirin, lê digot ez nayêm Başûr, bi awayekî bersiva wî ya di hevpeyvînê de jî ne diyar e. Beşikçi, nizanîbû ku endamê şanaziyê yê Akademiya Kurd û Yekîtiya Nivîskarên Kurd e. Dema ev yek bihîst kêfxweş bû. Lê bi rastî Beşikçi hêjayê rêzgirtineke zêdetir e. Beşikçi xelatên navdewletî red dike, lê Xelata Osman Sebrî qebûl kir. Sala 2000an bi Serokatiya Dr. Cemal Nebez, Komîteya Xelatkirinê ew xelat da Beçikçi. Pêwist e Kurd ji wî zana û mirovperwerî re rêzeke zêdetir pêşan bide. Hevpeyvîn: Ako Mihemmed Rûdaw: İlnur Çevîk dibêje İsmail Beşikçi Kurd e. Bi rastî hûn ji aliyê etnîkî û neteweyî ve Kurd in? Beşikçi: Ez ne Kurd im. İskilip qezayeke Anatoliya Navîn e û ser bi Bajarê Çorum’ê ye. Nifusa İskilip’ê di warê etnîkî de homojen e û herwiha di warê dînî de jî homojen e. Tirk û Hanefî. Malbata me jî wiha ye. Rûdaw: Gelo ev pênasekirina han li gor we ne bê bandorkirina nerînên we yên derbarê Kurdan de ye? Wek bêjin ew bi xwe Kurd e û Kurd jî wiha difikirin? Beşîkçî: İlnur Çevik çima tiştekî wiha difikire bi rastî mirov dixe nav fikaran. Rûdaw: Gelo çima derbarê pirsgirêka Kurd de ji nav civaka Tirk, Fars û Ereban kesên serbixwe dernakevin? Bi nerîna we sedem çiye? Beşikçi: Di civakên ne demoqratîk de, dewlet nerîna xwe, ya rasttir di çarçoveya îdeolojiya resmî de raya giştî çêdike. Ev raya giştî jî dijî Kurd e. Rêveberiya giştî, saziyên perwerdê, zanîngeh, organên daraziyê, ragihandin û saziyên civaka sivîl hemû di çarçoveya îdeolojiya fermî de pêk tên û di heman çarçoveyê de çalakiyên xwe dikin. Rewşenbîrê serbixwe, bi awayekî, tê wateya rexne kirina îdeolojiya fermî. Di nêvendeke ku îdeolojiya fermî jiyana bîrkirinê, zanist, huner û edebiyatê destnîşan dike û birêve dibe, ancex tu rîskan bidê ber çavê xwe heta bikaribê vêna bike. Rûdaw: Hûn çima serdana Başûrê Kurdistan’ê nakin? Beşikçi: Ji Şerê Cîhanê yê Yekem û piştî wê ji serdema pêkanîna Komeleya Gelan ve, li pêş hemûyan Brîtanya û Fransa wate Rojava, dijî Kurdan li polîtîkayên neheq fikiriye û fikrên xwe jî xistine pratîkê. Gelê Kurd û coxrafya Kurdistan’ê hatiye dabeşkirin, parçekirin û levakirin. Û ev li derveyî îradeya Kurdan hatiye kirin. Di wextê Komeleya Gelan de, Rojava dema ev siyaset tespît kiriye û xistiye pratîkê, bi rêveberiyên Tirk, Ereb û Farisan re yên herêmê hevkariya hev kirine. Ev polîtîkayên dijî Kurd, niha jî bi awayekî ji awayan tên cîbicîh kirin. Rojava, îro jî, bi sazî û komeleyên navneteweyî wek Neteweyên Yekbûyî, Konseya Awrûpa, Yekîtiya Awrûpa, NATO, Rêxistina Lêborîna Navneteweyî, Rêxistinên Mafê Mirov û Saziyên Hiquqê, bi awayekî bê sînor dibin alîkarê terora dewletê. Pêwist e ev polîtîkayên Rojava yên dijî Kurd bên rexne û protesto kirin. Herwiha divê ev rexne berdewam bin. Dixwiye gelekan ji welatên Rojava li Rêveberiya Herêma Kurdistan’ê nûneratiya xwe vekirine. Bê guman ev pêşketineke baş e. Em ji Kurdekî bipirsin, wê bêje li Rojhilata Navîn nifusa Kurdan 40 milyon e û belkî zêdetir jî. 40 milyonî lê, di saziyên navnetewî de, di peywendiyên navnetewî de tu ne xwediyê statuyeke herî biçukî jî. Li gor nerînên îdeolojiya fermî, polîtîkayên Rojava, bi şêwazekî guncandin tê pêşandan. Divê ev helwêstên Kurdan jî bên rexne kirin, bikevin jêr lêpirsînê û bên protesto kirin. Rûdaw: Hûn pêşeroja Başûrê Kurdistan û rewşa wê ya niha çawa dinirxînin? Beşikçi: Li Başûrê Kurdistan’ê pêşketinên pir delal çêdibin. Şandina petrola ku li Herêma Kurdistan’ê derdikeve bo bazara navnetevî pêşketineke gelekî girîng e. Ev rêyeke Kurdan bi sîstema siyasî û aborî ya navnetewî ve girê dide. Di Rojnameya Hewlerpost de, bi navê ‘’Pêşeroja Rêveberiya Herêma Kurdistan’ê’’ nivîsek hat weşandin. Mirov dikare lê binêre. (16 Gulan 2009, Jimare 9) Rûdaw: Gelek saziyên Kurdî, wek mînak Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ku hûn bi xwe jî yek ji damezrênerê wê ne, dibêjin navbera we û Bizava Siyasî ya Kurd li bakurê Kurdistan’ê wate PKKê vebûye, sedema vê çiye hûn dikarin rave bikin? Beşikçi: Di jiyana ramanê de, rexne, rexneya azad kategoriyeke pir girîng e. Yên herî pêwistiya wan bi rexnê jî heye Kurd in. Pêdiviya PKKê jî gelekî bi rexnê heye. Pêwist e ev rexne berdewam û dînamîk bin. Rûdaw: Hûn devjêberdana slogana serxwebûnê ji aliyê partiyên Kurdistanî ve çawa dinirxînin? Beşikçî: Partiyên Kurdistanî, li derveyî her têgeheke çareserî û rêxistinê, pêwist e bi rêmanên zanistî, siyaset û dîplomasiyê li vî babetî bifikirin. Tu 40 milyonî, hatiyî dabeşkirin, parçekirin û levakirin. Tu ne xwediyê statuyeke herî biçuk î. Ev çawa çêdibe? Di dinyayê de ku dewletên deh hezar nifus û 50 hezar nifus hene çima statuyeke te ya herî biçuk nîne, navê te tenê dema behsa ‘’teror’’ê tê kirin derbas dibe. Di vê çarçovê de pêdiviye Kurd zeafên xwe jî têxin jêr lêpirsînê. Rûdaw: Wiha xwiya dike ev slogan bi giştî di nav Kurdan de aloz bûye, bi nerîna we sedema vê çiye? Beşikçi: Ger tu tiştekî nexwazê bidestxistina wê zehmet e. Bidestxistin bi xwestinê mimkun e. Bi baweriya min pêvajoya bingehîn ev e: Beşekî zêde yê Kurdan milkên xwe yên li coxrafya Kurdistan’ê bi nirxekî erzan jî be difroşe û li herêmên Rojavayê Anatoliyê bicîh dibin. Li wan cihan dibin xwediyê mal û milk. Têgeha ‘’Em nikarin veqetin’’ û ‘’biratiyê’’ di qonaxeke wiha ya ne tendirust de bi pêş dikeve. Rûdaw: PKK û DTP behsa otonomiyê dikin, Hikûmeta Tirkiyê jî dibêje divê pirsgirêka Kurd were çareser kirin. Di rewşeke wiha de li gor we pirsgirêka Bakurê Kurdistan çawa tê çareser kirin û pêwist e çawa bê çareser kirin? Beşikçi: Dewletê demeke dirêj, hebûna Kurd û zimanê Kurdî înkar kir. Di pêvajoya xebata bi biryar û fedakar ya PKKê de êdî ev înkar nema dikare birêve here. Vê carê jî dewlet, ji binavkirina pirsgirêkê direve û navên xelet lê dike. Pirsgirêka Kurd, pirsgirêkeke bi guherîna zihniyet tê çareser kirin. Ya ku pirsgirêkê dixulqîne helwêstê dewletê yê înkarwarî ye. Dema dev ji vî helwêstî berde, rûbirûyê rabirdû bibe riya çareseriyê vedibe. Rûdaw: Tirkiye dibêje berî hemû tiştekî divê PKK çek deyne, gelo di vê mijarê de armanca Tirkiyê çiye? Beşikçi: PKK agirbestê dike. Di vê qonaxa agirbestê de, divê dewlet bi pêdagirî neçe ser PKKê. Di vê pêvajoya agirbesta PKKê de, çûna dewletê ya ser PKKê bi firokeyên cengê û topan, diyar dike ku çareseriyê naxwaze. Bi baweriya min PKK çareseriyê dixwaze. Lewra zû zû agirbestê radigihîne. Rûdaw: Di çareseriya pirsgirêka Kurd de hûn bawer dikin Abdullah Gül jî wek Özal bikaribe cesaretê pêşan bide? Beşikçi: Serokkomar abdullah Gül, dema behsa pirsgirêka Kurd dike û dibêje; ‘’Pirsgirêka Kurd pirsgirêka herî girîng ya Tirkiyê ye’’, ger li ser axaftin û helwêstê xwe berdewam be nîşanên başiyê ne. Rûdaw: Piştî hevdîtina Ahmet Türk ya bi Obama û Gül re hûn DTPê çawa dibînin? Beşikçi: Serokê Amerîka Obama, dema li ser pirsgirêka Kurd disekine, pêşketineke baş e. Hevdîtina Serokkomar Abdullah Gül û Serokê Amerîka Obama li gel Serokê Partiya Civaka Demoqratîk Ahmet Türk pêşketineke DTPê bihêz dike. Rûdaw: Ji bo piştgirî kirina serxwebûna Kurdistan’ê we pir zehmetî û cefa kişand, hûn di vî warî de qet hest bi poşmaniyekê dikin? Beşikçi: Ev pirsa we xelet e. Kesên dozên wan hebin, bikaribin doza xwe bi rêmanên zanistî, siyaset û dîplomasiyê ve bi bingeh bikin helwêstên xwe didomînin. ji rudaw.net
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.