ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat · 17.10.2006 · 2 dîtin
Daxûyanîya Konfêransa Navnetewîya bi navên “Netewa Kurd: îro û pêşerojê” 14 Cotmehê sala 2006-a bajarê Almatê, komara Qazaxistanê.14 ê Cotmehê 2006 da, di bajarê Almatêda (Komarê Qazakistanê) Konfêransa zanîstîye û praktîye navnetewî bi navê ‘Netewa Kurd: îro û pêşerojê» raydanîya komara Qazakisyanêye, ji boy yekîtîya gela û pêşin jî ji boy pêşdaçûna civak, çand, wêje ûzimanê Kurdîye. Eva jî dîroka cihanêda yektîbûn u mezintiya Qazaxistanê derdixe holê. Qazaxistan, Qirqizistan, Rusya, Almanya, Tûrkiya, Tacîksitan, Misir, Azêrbaycan û Gurcistanê ew zanyar, rojnemevan, niviskar u aktîvîstên civakî ser komarê Qazaxistanêye ji boy pêvajoya pêşdeçûna mafê Kurdayî civakî, çandî, perwerdeyî, û edebî goftugohên zanyarî û firehî pêşda anîne. Ew îmkanê ku di komara Qazakîsanê de ji boy pêşdeçûyîna gelê Kurda hatiye dayin, di konferansêda wekî komarê dinê wek mînak bê ditin, kurahî hatıye nikaşkirin. Û ji boy wê sîyaseta dêmokrasî, spasî serekkomarê Qazaxistanê birêz Nursûltan Nazarbayêvra hatiye kirin.Di konfêransêda cîyê Kurd dijin perwerdeya zimanê Kurdî, ji bo revşenbîrên kurda wek vazife sereke hatiye tespîtkirin. Konferansê derxistiyê holê ku cara yekemin li Qazaxistan û Asya Navînda pirtûka Zimanê Kurdî, elfeba Kurdî û Bernama û mêtodîka hînbûna zimanê Kurdî hatiye weşandin. Kîjan ji alîyê Wezerata Perwerdeyî û Zanîstîya Qazaxistanê hatiye testiqkirinê. Îsal zarokê kurd dersxanê 2-5 û 6-9 wê dibistanada bi wan pirtûka hinî zimanê dê bin. Eva ji mînakeke başe ji bo komarên cinar. Gelê Kurd komarê cuda cudada alfabêyî Latînî, Erebî û Kirilî pêk tinîn. Ew yek jî derfet nedaye ku Kurd ji berhemên zanîstî û çandîyê hevdu sûd bigrin. Di konfêransêda ji alîyê niqaşvanan hate gotinê ku qebûlkirina alfaba Latînî îro ji boy her çar parçe Kurdistanê, usa jî bo kurdên dervayî welêt esas bên girtin. Kîjan, durketina Kurda ji alîyê çandêda radike û carekê din jî nêzik dike. Niha ji Bakûrê Kurdîstanê ji boy standartkirina û ji her alîya jiyanêda pêkanina zimanê Kurdî kampanyakî berfireh destpê kiriye. Li Qazaxistanê û nav diaspora komarê dinê vî rengî xebatê zanyarî tên kirinê. Pêwiste ku, akadêmi û dezgehên Kurdistana Azad komîsyoneke kordînasyon ser zimanê kurdî amadeke, vê pirsgirêka ferz lekolînke, wê alîda biryarekî netewî bigre. Ji bo rakirina astengê pêşiya çand û hunerê Kurda çareserkirineke dêmokratîk hewceye. Ji boy xelasbûna ew şerê girejê Kurdistana Bakûrda berdewam dike, alî PKK’da îlamkirina agirbesta 5’mîn tiştekî balkêş û giringe ji bo rakirina astengên ser ziman û çanda Kurdî. Em zehf giring dibînin wê hevildana Kurdên Surîyayê vê nêzikayî de. Ew hewldan dexwazên xudîderketina mafên candîyê. Em xastekên Kurdan piroz dikin û pist derdikevin. Hêvîya me eve ku komara Sûrîya jî wê hevildanê rast bixûne û astengê pêş ziman, çand û mafên mirovayîyê Kurda demekê kinda ji holê rake. Pêwîste komara İranê dest ji siyaseta xweye kevneperest berde, were rêza şaristaniya mirovayetiyê. Netewa Kurd û neteweyên dinen ku İranêda jiyan dikin, wek demokrasî bikaribin pirsgireke xweye candî u mirovatîye careser bikin. Beşdarên Konferansê bi yek dengî pirsa girêdayîbûna “dilê Kurdistanê” Kerkûkê Kurdistana ferdêralva xayî dikin. Tistekî pîroze ku demên nezikda Meclisa Konseya Parlemantêya Evrupa ji boy mafê Kurdayê çandî û mirovatî biryarekî giring weşand, wê da tê gotin ku gelê Kurd çihanêda gelê herî mezine ku, komara wî tüne. Em hêvidarin ku, dewletê cihanê jî vê rastîyê bivinin û cureki din nezıkî pirsgereka kurdbın. Em hêvidarin ku pêşerojêda wek vê konfêransê, Mîhrîcana (festîfala) gelê Kurdê dîasporayê (Qazaxistane) jî bê derbaskirine. Ji boy ve hemu mecal hene.Ew xastekek jor goti wek xasteke hemu kurdan ten kebulkirin û ji boy careserkirına pirsgereka Kurda mecalêd bas tên sazkırın. Em gumanin ku sedsala 21-a wek sedsala kurda tekeve diroka cihane. Bi baweriya cihaneke bê şer û azadSlav û hurmetBeşdarên Konfêransê.14 Cotmeh 2006Nefel/Kurdistantv
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.