ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
ADAR JIYAN · 17.11.2005 · 2 dîtin
Birayardariya mirov a ji bo bertekdayîn û berxwedanê ne tiştekî ketberê û jirêzê ye. Û ne karê her kesî ye. Ev helwest û biryara mirov a ku xwe dispêre gelek hest û derûniyên sûdewar, gelek caran bi xwe re liv û tevgerên erênî jî tîne û pêşkêşî civakê dike. Helwestgirtin û berteknîşandana mirov a li hember neyiniyên civakî, di xwe de gelek raman, biryar û ferasetên xweser û cihêwaz jî dihêwirîne. Ev helwest û bertek, xwe dispêrin daxwaz, rewş, arastebûn û tevgerên ripinî yên ku bi perwerdehiya mirov bi dest dikevin. Berxwedan, redkirin û dehfandina zagon û biryarên ku ji hêla kes û hêzên zoran û desthilatdar ve hatiye/tê zorandin û pejirandin e. Ji bo ku ev zagon û zextên ku bi pest û kotek li ser takekes an jî civakê hatine/têne zorandin werin dehfandin, hewcetî bi berxwedaneke bêdeman heye. Berxwedêr û serhildêrên ku li hember van neyiniyan derdikvein û têdikoşin divê ji bilî bîr û biryariyên bêdeman, her wiha xwediyê gelek zanîn û zanyariyên ramanî, ramyarî û gerdûnî bin jî. Nexwe, berxwedan her gav bi serê xwe têra serketin û bidestxistina armanc û daxwaza mirov nake. Berxwedan dildarî û dilsoziyê dixwaze. Berxwedan, tu carî bi dirûşm û sirûdên bêhavil û bêlebat ên mîna “Bimre koletî!” , “Bijî azadî!” bi dest nakeve. Berevajî wê, di qada têkoşîn û têkoşeriyê de berxwedaneke bêhempa ya jidil û can û bilebat dixwaze. Berxedan, ne karê kesên ku li sikakên gund pesn fortên xwe didin e. Berxwedan, ne karê kesên ku derdikevin kolanên bajar û bajarokan û di nava girseyê de xwe repik dikin û dibêjin; “Me li berxwe da!”, “Em li berxwe didin !” , Û em ê li ber xwe bidin!” e. Berxwedan, ne karê kesên ku di civîn û civatan de agir ji devê wan dibare, belê di liv û karvaniyê de tu havil û pirêzeya wan nîn e ye… Yanî bi kurtayî berxwedan, ne karê kesên ku dibêjin û nakin e; berevajî wê, karê kesên ku dikin û nabêjin e. Bêguman, her mirov li gorî hêz û taqeta xwe, li hemberî hin tiştan derdikeve û xwe wekî kesekî/e berxwedêr an jî serhildêr dibîne. Belê pîvan û rêpîvana berxwedêrî û serhildêriyê tenê ne gotin û vegotin e. Pîvanga wê kar û lebat, cehd û xebat, kirin û karvanî ye. Kî, ji bo çi, li ku û çawa dibe bila bibe, mirovên ku têkoşîn û berxwedanê ji xwe re wekî mebest û armanc dipejîne, divê ku pêşî bi egera xizmeta gel û civakê tev bigerin û di suxrevaniya mirov û mirovahiyê de bin. Nexwe, her kes dikare bi hêsanî rabe li ber dengê def û zirneyê xwe bide pêş û serê govendê bikêşe. Ya zehmet ew e ku mirov di neqeb û zixurên teng de di hawara gel û civakê de bê û xwe bide ber barê giran ê lierdêmayî ku her kes jê direve. Berxwedêr ew e ku bibe serkêşê berxwedan û têkoşînên civakî. Û têkoşer ew e ku heta hilma xwe ya dawî ji qada têkoşînê venekişe. Serhildêr ew e ku tu car serî li ber zordarî û desthilatdariyên dinê natewîne. Tiştê herî hêsan ew e ku mirov nav di heval û hogirên xwe bide û xwe bide paş. Gelek kesên xwîngerm û devnerm hene ku dikarin di bîstikekê de gel û civakê rake ser piyan û wan bikişînin kuçe û kolanan. Belê ji ber ku ew bi xwe ne di nav gel de ne û xwe didin paş, tu sûd û fêdeya gotina wan namîne. Îcar ji ber ku gotin û kirinên wan li hevdû dernakevin, baweriya gel û civakê jî nema bi wan tê û gel wekî pezê bêşivan ji ser hevdû diteriqe û belav dibe. Ji bo wê hewce ye ku kesên têkoşer berxwedêr ên rast û durist, tu car fersend û mecalê nedin kesên fîtker û navtêder(provakator) ên ku dev û dilê wan ne yek e û gel radikin ser piyan. Berxwedan, helwest û berteka bêhempa ya mirovên serhildêr û serbilînd ên ku ji xwe û tevê mirovahiyê hez dikin û xwe binbar û peywirdarê rûmet û qenciyê dibînin e. ADAR JIYANadarjiyan@mynet.comJi Rojnama Agirî
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.