ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat · 04.12.2008 · 2 dîtin
Birêz Nurî Malikî serokwezîrê Îraqa Federal di civîneke rojnamevaniya xwe ya li vê dawiyê de li Bexdayê roja 20.11. 2008 çendîn pirsgirêkan behis kir, di dema bersîvdana xwe ya ji bo nameya Encûmena Serokayetiya Komara Îraqa Federal, êrîş kir li ser helwestên Kurdistanê sebaret bi hejmarek pirsgirêkan bi awayeke nedestûrî li qelem da. Nameya Encûmena Serokayetiya Komar pêwîst bûye bi pirsa bi navê (Encûmenên Piştgîriyê), wan encûmenan wekî projeyeke serokwezîr diyar bûn. Ewê ku li vir balkêşe, serokwezîr bersîva xwe ya ji bo nameya Encûmena Serokayetiya Komar bi Herêma Kurdistanê ve girêdaye, wekî ku dibêje li benda derfetekî be ku hemû nerazîbûna xwe li ser herêma Kurdistanê de vala bike. Bi navê danana xalên li ser pîtan û şîrovekirina wan paşmayan û hemû ew pirsên birêz Serokwezîr amaje pê dike, me jî bi başî zanî ku em bi têr û tije bersîva wan tometan bidîn, heta wekî ku raya giştiya Îraqê li ser rastiya meseleyan agahdar bibê û helwesta herêma Kurdistanê jî li beramberî bi tenêbiryardana damezrandina bi navê "Encûmenên Piştgîriyê" ronahî û eşkere bike. "Encûmenên Piştgiriyê" Nivîsîngeha Serokwezîr hewl daye peywendî bi hejmarek kesên li herêma Kurdistanê û li wan navçeyan ve girêdayiye bike, ku dikevine li nav bi cîhkirina maddeya (140) û ew kes jî li serdema rejîma Be'es de beşek bûne ji hêzê nîzama wê demê ser bi dam û dezgehên ewlehî û muxaberatiyên rejîma berê de kar kirine. Ew kesên "Hinek ji nav wan serokê eşîran bûn li Kurdistanê" çek li dijî gelê xwe hilgirtin û li gel dam û dezgehên ewlehî û serbaziyên serkûtkerên serdema rejîma Be'es, li kûştin û derkirina kurdan û rûxandina dahatiyan de beşdarî kiribûn. Piştî raperîna sala 1991-ê jî serkirdayetiya Bereya Kurdistanî lêborîneke giştî bi wê mercê ku careke din û heta hetayê venegerin nav rêzên xiyanetkariyê derxist. Nivîsîngeha serokwezîr her wiha dest bi peywendîkirinan li gel xiyanetkarê kurdan kir ku berê beşdarî rejîma jinavçuyî kiribûn û li proseya bi navê enfal û paşê jî li serûbendê raperîna adara sala 1991-ê derketin derve û bi wê biryara lêborîna giştî ku ji aliyê serkirdayetiya Bereya Kurdistanî ve hatibû derxistin jî negirtibûn. Biryara lêborîna giştî jî yekemîn gav û bingeha aştivaniya (Niştimanî) bû ji beşeke Îraqê û tecrûbeueke pêşeng bû û karî rewşê bi tendirûstî bingeh bike ku ji bo bi destxistina aramiya li Kurdistana Îraqê bû. Eve nevegerandine bo çek û parastina Kurdistanê ku li navbera salên (1991 – 2003) heta ku navçeyên rizgarkiriyên Îraqê bûn, her wiha gûncan û têkiliyên sercem runiştvanên navçeyên li proseya siyasiyê da bûn. Eve ezmûnêk bû, ku bûye demên qûlkirina çanda lêborînê û sûdwergirtina ji derfetên paşarojê û dûbarenekirinê bûn. Ji bo wê yekê muamelekirina li gel wan komên çekdarên Kurdan ku li qonaxekî diyarîkirî da xiyanet li doza Kurd û Îraqê kiribûn. Li ser bingeha ji holê rakirina paşarojê û hildana rûpelên nû bû û ji bo parastina asayîş û aramiya Herêmê gavekî girîng a gelê Kurdistanê jî bû. Bi xêra wê siyaseta hekîmane, Kurdistan bû penagehek ji bo hejmareke ji wê serkirdeyê Iraqiyên ku opozîsyon bûn li dijî rejîma berê, dîsa bibû pêgeyekî jî ji bo encamdana çalakî û kirdeya hizbayetiya dijî rejîmê. Gelek ji wan hizban jî niha li proseya siyasî û Hikûmeta Îraqê da beşdarin. Jinûve peywendîkirina bi hejmareke ji wan serok eşîrê çekdarên li Kurdistanê û navçeyên ku dikevine li nav sînora maddeya (140) a destûra Îraqê bi mebesta damezrandina Encûmenên Piştgîriyê (Mecalîs El Îsnad) dibê sedemên: 1- Dirûstbûna naaramî û jiholêrakirina tebayî û bingeha civata Kurdistanê, ew tebayî û bingeha ku li serdema rejîma berê de hebûna wan jî tûnebû. 2- Dirûstbûna kelên û dirzên li cesedê aştivaniya nîştimanî li ser asta Herêmê û li ser şengesteya wê lêborîna giştiya wê dema Serkirdayetiya Bereya Kurdistanî ku li destpêka sala 1991-ê ve bingeh ji bo wê hatibû darijtin. 3- Dirûstbûna kelên û keleberên ewlehiya li Herêmê, eve jî dibête demên asankariyê ji bo bandên terorê heta wekî ku ji wan ve diziyê bikin. 4- Dirûstbûna mîlîşiyayan li wan navçeyên ku dikevine nav sînora maddeya (140) û di derencamê de di derbarê asayîşê de tovê dû berekî û fitneyê li wan navçeyan de diçîne. Em li vir da destûrîbûn û nedestûriyeta wan encûmenan behs nakin, ji ber ku ew babet di desthilata Encûmena Nûnerên Iraq û Encûmena Serokayetiya Hikûmeta Federal, an jî Dadgeha Bilinda Federaliyê ve girêdayiye, lê belê ew encûmen jî bi bêyî tu bingehekî destûrî û bi bêbiryarekî hevgirtiya Encûmena Wezîran ve hatiye pêkanîn. Li vir da pêwîste bête gotin ku erkê serokwezîr û nivîsîngeha wî ye keş û hewayek (atmosferekî) ji bo aştîvaniya nîştimaniyê bi pêkve çêbikin, neku ewê ji bo aştîvaniyê ve hatiye binyatnan xerab bikin. Erkê wan ewe atmosferek ji bo binyatnana karwana asayîş û aramiyê dirûst bikin, neku kar ji bo rûxandina her tişteke ku hatiye binyatnan bikin. Li ser erkê wane atmosferek ji bo binyatnana rêyeke lêborînê pêk bînin, neku anîna holeke bingehek ji bo dû berekî û fitneyan. Ku wate kanî pêgeya wan ya encûmenên li Kurdistanê li proseya aştîbûna nîştimaniya rasteqîne? Bêguman ew encûmen bi rêk li dijî asayîş û aramiyê ne, an pêgeya wan encûmenane ku pirsa bicîhkirina tenêtî û aramiyê daye? Li rastî da ew encûmen çend alavên ji bo têkdana rewşa aramiyê, an pêgeya wan encûmenane li Kurdistanê û "navçeyên xwedî pirsgirêkin " dikeve kudera rê û proseya siyasiyê ve?, Encûmen li rastî da birîtîne ji serjinûve damezrandina fewcên hewar hatin, kuştin, birîn û kavilkariya li Kurdistanê ye. Gelo mebest ji wan armanc û hewldanan Herêma Kurdistane, ji bo ji holêrakirina proseya binyatnan, avadanî û geşkirina li vê beşa giringa Iraqe? Gelo erkê Hikûmeta Federal parastina asayîşe an têkdane? Gelo aramiya Kurdistanê li berjewendiya Îraqê û proseya siyasî ya Iraq û Hikûmeta Federal daye an na? Gelo erkekî serkirdayetiya Kurdistanê nîne bergirî li wê bînaya bilinda aştîbûna nîştimanî bike ku li Herêmê hatiye holê dijî her kesek ku bixwaze xerab û têk bide raweste? Ji ber wê yekê bi awayeke eşkere em dibêjin: Serdema jihevcûdakirin û xiyanetkariya li nav rêzên gelê Kurdistanê bi serçûye û eger hewldanekî jî li vî derbarî ve bête dayîn, eve ji aliyê wan hêzane ku dijî bi proseya siyasîne li Îraqê, lê belê mirov hewlekî bi vî awayî ji serkirdayetiya (Hikûmeta Hevbeşî û îtîlaf) a Bexdayê pêşbînî û çaverê nake! Ji bo wê yekê tiştekî sirûştiye berî ku ew hewldanên li Kurdistanê bi fermî red bikin, li ser asta netewî red kirinê lê bike, ji ber ku ew hewldan bi rastî dibine demên fitnegeriyê. Paşê jî dipirsîn: Gelo erkê nivîsîngeha serokwezîrê Hikûmeta Federal anîna fitne û cûdatiye li nav rêzên gel? û li jêr perdeya aştîbûna nîştimanî? Pirsgirêkên DestûrêLi beşekî dinê civîna rojnamevaniyê da û li demên bersîvdana nameya Encûmena Serokayetiya Komar, serokwezîr êrîş kiriye li ser hejmarek li cumgehê dam û dezgehan û karê destûriyên welat, bi Herêma Kurdistanê ve. Ewê ku balkêşe serokwezîr dema êrîş dike û pelamara ewên din dide hêvî dibe li ser destûr ku çi li dema kar yek aliyekî da daxwaza gûhertina destûrê dike. Her wiha ew bi xwe jî sond xwariye parêzgeriyê li destûrê bike. Bi awayeke eşkere jî Hikûmeta Kurdistanê bi komek kirdarên dijî bi destûrê tometbar dike. Demekî jî Serokwezîrtê li ser wê gotinê û dibêje (Ew kesê tiştekî bi dest ket, naxwaze beşê kesekî din lê bide), amaje bi qazanc û bexşînê dide li ser bingeha destûrê û sebaret bi destûr û destkeftên destûrê jî dibêje: "Ez rêz li destûrê digirim û pêve girêdayî diminîm bi hemû naverokan ve, li Federaliyetê ve heta ku digihe wê parêzgehên xwe ji Herêmek da rêknexistiye, heta digihe neft û heta rêxistina peywendiya li gel Herêma Kurdistanê, ez rêzê li hemû digirim û bi hemuyan ve girêdayî dimînim, lê belê daxwaza gûherînê dikim...". Ku wate krokiya axaftinê li vir daye, ji ber ku serokwezîr li çarçêweyekî destûrî dide der li pê dengê dawiya muamele kirina li gel rastiyê û proseya bi cîhkirinê de dike, bêyî ku axaftina wî dijî bi yekin, li demek de axaftin li ser girêdayîbûna bi destûrê dike û li heman demî de xwe jî bangewaziya gûherînê dike. Gelo rewaye kesê yekemê proseya bi cîhkirina nava destûrê de li hêviyê de reftarê bike? Neku li nav destûrê da rastiya li holê da û destûreke ku hemû li ser bi rêk ketibin? Ew li vî karî da pişt bi destûrekî dibestê ku heye, an wê destûrê ji bo paşarojê amadesazî dike?. Li vir de têkilheviyekî eşkere li aliyê serokwezîr ve tê dîtin li navbera kar û girêdayîbûna bi destûr û kar kirin û girêdayîbûna bi bîr û boçûneke dijî heviya bi destûrê heye, ku rojane guzariştiyê lê dike, ku çi li rastiyê de destûr bi pê mekanîzmên destûrî û li rêya encûmena nûneran ve tê gûhertin û hemwar kirin. Her wiha bi vê rêyê jî serokwezîr li rêya hizba xwe ve mafê wî heye daxwazên xwe yên li ser destûrê bixe çarçêveke nû, an jî dikare li derveyî destûrê da tevbigere û reftaran bike. Ji ber ku hezên xwe wiha bi serî da disepênê, eve jî şaşiyeke destûriye, ji ber wê yekê ku ew girêdayî bi rêvebirina wê destûra ku heye. Li vî rûyî ve behs li destkeftê destûriyên Herêmê dike û dixe çarçêweya (beşa xwe bi xwe û li wir tu jî dixwim), her wekî destkeftên kurd bi destkeftê xwe nizane! Bexda jî wekî Hikûmetekî Federal bi tenê bo wî be, lê belê em dûpat dikîn ku Bexda ji bo hemûyane û paytexta hemûyane û bi tenê ya komekê nîne. Gelek balkêşe serokwezîr bi vî awayî axaftin bike ku axaftina birêz serokwezîr û xwe bi navê berpirsên Herêma Kurdistanê ve derdibre. Her yek ji Herêm û dewlet pişt bi sîstemekî destûrî dibestin, li maddeyê (1) ê dergehê yekema destûrê da ev destewaje hatiye bi cîh kirin: "Komara Iraq dewletekî federaliye ... Ev destûr yekparçeya Îraqê diparêze". Gelo birêz Serokwezîr kok û tebaye li gel vê maddeya destûrê? Eger wisa be, wê demê destûr dikine rê pîşander heta ku her yek ji desthilatên çarçêwekiriyên Hikûmeta Federal û Herêma me bi diyar bikevê. Li maddeya (110)ê destûrê, taybetmendiyê çarçêwedarên desthilata me ya federalî ve ji bo wê hatiye cîgîr û dest nîşankirin ku (9) waran de li xwe digire: Siyaseta Derve, Asayîşa Nîştimanî, Siyaseta Darayî, pêwan kêş û qebareyan, mayîna wê û regezname û koç, siyaseta frekwansî pexş û post, budçekariya giştî û siyaseta pêwîst bi çavkaniyên av û amêr û serjimêriya rûniştvanan. Desthilatên Herêman jî li maddeya (121) da bi vî awayî hatiye destnîşan kirin: "Herêm dikarin li biwarên bi yasadanan, bicîhkirin û dadweriyê da desthilata xwe hebê, li gor fermanên vê destûr û bi derveyî li wê taybetmendiyê hatiye danîn ji bo desthilata federalî hatiye destnîşan kirin". Peymanên neft û gazê Li heman çarçêweyê da cenabê serokwezîr pirsgirêka peymana nefta mohr kiriyê Herêma Kurdistanê xistiye rû, ku gelo li sînora destûrê dane an na? Sebaret bi neft û gazê derxistî li kêlgehên niha ya maddeya (112) ê destûrê dibêje: "Yekem: Hikûmeta Federal li gel Herêm û parêzgehên berhemanînên, neft û xaza berhemanîna kêlgehên niha birêve dibe, bi mercekî ku dahatiyê wan bi awayekî dadperwerane û li gor dabeşbûna rûniştvanan li sercem navçeyên welat bête dabeş kirin, li gel diyarkirina beşek ji bo wê herêma ziyan lêketiyên ji destê rejîma berê ji bo demeke destnîşankirî û ew jî ku berê ziyan lêketiye, bi cûreyek ku geşesendineke hevseng ji bo navçeyê cûda cûdayên welat mîsoger bike, eve jî bi yasayek tê birêkxistin. "Dûyem: Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêman û parêzgeh berhemhênerên bi pêkve hildestin bi dariştina plana stratejiya pêwîst ji bo berevpêşbirina berûbûma neft û xaz, bi cûreyek ku bibê demên bi destxistina zêdetirîn sûd û kelk ji bo gelên Îraqê, ew jî bi piştbestin bi nûtirîn teknîka bingehên bazar û handana veberhênan". Sebaret bi wê kêlgehên berhem nehatine û dozîn û perepêdana paşaroja wê birgehê derbarê pêşîneya li maddeya (115) da li xwe digire ku dibêje: "Her tiştek li sînûrê desthilata taybetiyên Hikûmeta Federalî da amaje pê nekiribê, eve dibête desthilata herêman û ew parêzgehên ku nakevine sînorê tû herêmek ve. Eger nakokî dirûst bû li ser desthilata hevbeşên di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêman, eve pêşîne ji bo yasaya Herême." Her wiha maddeya (141)ê destûr heye, dakokî li wê yekê dike ku kar bi wan yasayan bête kirin. Li sala (1992) bi wî aliyê ve li Herêma Kurdistanê hatine danan, li gel wan biryaran jî ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatine wergirtin, bi wan biryaran jî ku pêwistin bi dadgeh û girêbestan kû kar pê tê kirin, eger hat û li gor yasayên Herêma Kurdistanê aliyên peywendîdar hemwar nekiribin û li kar nexistibin, û li heman demî de bi vê destûrê jî hevdij nebin". Eger em vegerin li ser peymana neftê jî, ku krokî behseke, eve çend peyman hene berî li nivîsîna destûrê hatine mohr kirin û ew maddeye, wate maddeya (141), bi ronahî û eşkereyî wê peymanan bi rewayî li qelem dide, her çiqas wan peyman û girêbestan jî ku li piştî nivîsîna destûrê hatine mohr kirin û taybetin bi wan kêlgeyan veberhem nehatine, ewên maddeya (111 û 115) ê destûrê digirin ku pêwistin bi neftê, li demek de yasayek bo neft û xaza Îraqê hebûna wê nîne. Proje yasaya pêşniyazkirî ya neft û xaz ku li (15 ê Şubata 2007) peyman li ser hatiye kirin, nameyek wekî paşko bi pêve hatiye hevpêç kirin bi rizamendiya Serokê Komar û Serokê Herêm li rêkefta (26ê Şubata 2007) û ji aliyê Encûmena Wezîran ve hatiye pesendkirin. Ew nameya têda hatiye: Li dema cîhbicîh nekirina birgeya (5), "bi wateya temamkirina pêdiviyên cîhbicîhkirina yasayê "Heta dawiya meha (5)ê sala 2007, her dû aliyan mafê mohr kirina girêbestên geşepêdan û berhemanîna wan heye. Li gor destûr û proje yasaya neft û xaz û bingehê giştiyên pêweran nimûneya girêbestane". Ku wate reşnivîsek ji bo yasa heye û rêkeftin li ser hatiye kirin û nameyekî hevpêç jî li gel daye ku li ser ewên amaje pê kirine hinek merc û îltîzama gewherî digirê xwe ku hê jî nehatiye cîhbicîhkirin. Êdî li vir pirsiyar jî eve ye gelo çima? Eger hat û li nêrîneke aborî û pîşesaziya neftê ve şîroveyek ji bo girêbesta petroliyên Kurdistanê bête kirin, ev derencam ji bo wan diyar dikevin: 1- Ev girêbest, girêbesta pêşxistin, dozîn û binyatnana karên petrolêne li Kurdistanê ku beşeke ji Îraqê. 2- Berhemanîna petrola li Kurdistanê dibê demê zêdekirina asta berhemanîna li Îraqê. 3- Dahatiyên petrol çi li Kurdistanê an Basra û her navçeyeke dinê Îraqê, dikeve sînorê dahatên dewleta Îraqê ve, gelo zêdekirina berhemanîn û karên petrolê li paşarojê de xizmet bi Îraqê digihînin an na? 4- Siyaseta petrol û jêrxana petrola hikûmeta Federal li seranserê Îraqê piçek jî pêşve neçûye bi hoya siyaseta şaş û bi karesat li himbêza warê petrolê, li ser de jî (8) milyar dolar ji bo kertê pîşesaziya petrolê hatine xerckirin û encam jî li berçavin û negatîvin, ku birîtîne li paşvekişana berhemanîn û dabezîna asta şandina derve û şilejana plandanan, eger eve doxa siyaseta petrolê bê li Bexda, gelo divê em bibîne beşek ji vê nişusthênana nahemwarkirinê? Yan pêwîste li siyaseta petrola xwe em li Herêma Kurdistanê berdewam bîn? Ku binyatnana karê teknîkiyan û anîna pîsporiyê li xwe girtiye, heta wekî ku bi têkirayî bibê paşkeft û destmayeke ayîndeyî, li pênav binyatanîna siyasetekî petrola tendirûstî ji bo hemû Îraqê, me ewê li Kurdistanê kiriye bi pileya yekem li ber berjewendiya Hikûmeta Federal û paşê jî li berjewendiya Hikûmeta Kurdistanê daye, karên me li çarçêweya destûrê da bûye û peymanên me de li berjewendiya Îraqê û têkraya gelên Îraqê da bûye. Li gel wê yekê jî birêz Mesûd Barzanî serokê Herêmê çendîn car eve dûpat kiriye û gotiye, eger her karek li Kurdistanê bi peymanan ve dijî bi destûrê bin, em amadene lêkolînek li ser bikîn. Lê poşman bibîn û şaşiyan serrast bikîn. Ji ber wê yekê dawiyê de merca destûrê, em û arasteyê me bi pê destûrê birêve diçin. Hêjayî gotinêye birêz Serokwezîrli bernameyeke siyasî de li hezîrana 2006-ê tekîd kir bû ku ew girêdayiye bi "Rêxistina birêvebirina kerta neft û gaz (Haydrokarbonat) bi derkirina yasayê ji bo vê mebestê bi cûreyek garantiya mafên herêman bike li dema damezrandin û parêzgehan de, her wekî ku çawa li destûrê da hatiye destnîşan kirin". Li herêma Kurdistanê bingehên serbaziyên Amerîkayê Sebaret bi wê daxwazê jî ku çend kesek ji serbazên amrîkî li Kurdistanê hebûna wan hebê, dibe ku ev axaftin nadestûriye, eve jî ronahîkirinek pêwîst dike. Dema li Washington pirsiyar ji birêz Serokê Herêmê hate kirin eger Herêma Kurdistanê amade bê pêşwazî li yek ji serbazên Amerîka bike li Herêma Kurdistanê bingeha wan hebê, bersîva cenabê wan bi "Belê "bu, eve jî bi ron û eşkere bû, ji ber wê yekê birêz serokê Herêmê bi navê gelê Kurdistanê ve û berî ji gelek siyasetmedarên Îraqê daxwaza wê yekê kiriye ku peymana di navbera Iraq û Wîlayetê Yekgirtiyên Emerîka neyê red kirin û herdem ew daxwaza li berjewendiya Îraqê da bûye. Hemû aliyek jî dizane ku niha tu hêz û binkeyekî serbazî li Kurdistanê da hebûna wan nîne, û eger peyman nehate mohr kirin û eger daxwaz hebû binkeyek li vir damezrê, wê demê Herêma Kurdistanê jêre nabê asteng. Gelo serokê Hikûmetê dijî bi karekî bi vî awayî radiwestê? Ku ew bi xwe ji wan kesane piştgîrî li peymanê dike. Helbet li encama peymanê jî belavkirineke nû ye ji bo hêzên Emrîka li Îraqê bête birêvebirin, û eger daxwaz li Herêmê bête kirin pêşwazî li hinek ji serbazan binkeyekî serbazî bike, wê demê Herêma Kurdistanê bi awayeke erênî muamele li gel daxwazê dike, başe li vir nadestûrî li kû ye û kijane? Seferkirina herêma Kurdistanê Her wiha li xalêke din da serokwezîr behsa li wê kote sepênrawan kiriye dibe ku dijî bi wan Iraqiyan birêvebibe ewên bixwazin sefer bikin û bêne Herêma Kurdistanê û pêwîst bi kefaletiya kesekî nîştecihê Herêmê dike ji ber wê rêya pê bête dayîn bête jûrve. Dibe ku kesek guh li van axaftinan bibê wisa bizanê ku Herêm dijî hatina xelkêye ji bo navçeyên xwe. Destpêkê de gelek girînge hinek zanyarî sebaret bi wan xûşk û birayên Ereban diyar bikîn ku nîştecihî Herêmin û li navçeyekî dinê Îraqê ve li tûşî dojeha terorê hatine. Ew amarên li ber destê me daye amaje bi wê yekê dikin ku (10559) deh hezar û pênç sed û pêncih û neh malbatên Ereb, Turkman, Kurd û Mesîhî li sinorê parêzgehê Hewlêrê nîştecîh bûne û (17980) hevdeh hezar û neh sed û heştih malbat jî li sinorê parêzgehê Dihokê nîştecihin û (6312) şeş hezar û sê sed û diwazdeh malbat jî li sinorê parêzgehê Silêmaniyê ne, li gel (1900) hezar û neh sed mamostayên zanîngehê û (3740) sê hezar û heft sed û çil xwendekarên ku ji Bexda û Musilê sercem navçeyên Îraqê ve hatine, niha li zanîngehên Herêma Kurdistanê ne, her wiha (14543) çardeh hezar û pênç sed û çil û sê karker li sînorê parêzgehê Hewlêrê û (9500) neh hezar û pênç sed karker jî li sinorê parêzgehê Dihokin, eve jî rastiyên vê hejmarê têne derbirîn. Sebaret bi hatina li nav bajarên dinên Herêmê jî em dibêjîn hejmara xalên kontrol û lêkolînan ewe ku li Bexdayê jî hene û zêdetirin ji hemû xalên lêkolînên li seranserê ku Îraqê hene. Wekî din birêz serokwezîr dizane ku rewşa asayişê li Herêma Kurdistanê ji aliyê teroristan ve bûye armanc û li encama çend kiryareke teroristî jî da destbijêrekî gelek ji serkirde û hemwelatiyên Kurdistanê me ji dest daye. Dema ku kesek jî tê, ew kes kurd bê an ereb, an ser bi her neteweyekî din bê û ji aliyê tu aliyeke naskirî nebê, wê demê em daxwaz lê dikîn xwe binasênê, eve jî rêkarên ewlehiyê ne û hemû têne peyrew kirin. Gelo parastina asayiş û aramî û canê xelk karekî dijî bi destûre? Li havîna derbasbûyî otel û mîhvanxaneyên li bajarê geştiyariyên Dihok, Şeqlawe û Silêmaniyê hemû ji aliyê wan xelkê geştiyar ve hatibûn girtin ku ji Bexda û başûrê Îraqê ve hatibûn. Gelo erkê me nîne jiyana wan biparêzîn ku dixwazin dûr ji dengê gulle û teqînan xweşiyek bibînin? Yasayên taybet bi Herêm û destûra Îraqê rê pê me didin, ji ber ku em daxwazê jî lê dikîn, parêzgerî li asayişa Herêmê bikîn. mesele li vir da peywendî bi aramiyê ve heye ku bi navê parastina jiyana hemûyan û herdem jî Kurdistan penagehek buye ji bo ewên ku ji tirsa zordariya rejîma berê reviyan û çiyayên Kurdistanê himbêz kirine. Hejmarek ji serkirdeyên Iraqiyan niha jî li nav wan kesan de bûn. Navçeyên Herêmê îro jî bo hemûyan vekirîne. Ew mesîhiyên ji Bexdayê ve hatine şandin gelek ji wan malbatan gihiştine Kurdistanê. Sabîî jî hest bi asayîş û aramiyê li himbêza gelê Kurdistanê de kirin. Ji ber wê yekê ku dergehên me ji derveyî teroristan ji bo hemû kesekî vekirîne. Rûbirûbûna hêzên Herêmê û hêzên Federal Di derbarê tevgera hêzên Herêmê jî ji bo rûbirûbûna hêzên Hikûmeta Federal, eve jî babetek bu ji aliyê cenabê Serokwezîrve hatiye rû xistin. Wekî ku bibêjîn eve yaxîbûn bîn û xwe jî nûnerê şeriyet bê, li gel ewê cenabê serokwezîr baş dizane ku hêzên herêmê li xizmeta proseya siyasiya Îraqê dane. Li destpêka proseyê jî heta ku hêzê nîzamî û dîsiplînkirî bûn ku karîn berengariya terorîstan û li yasayên derkirî û ji neyarên proseya siyasî bibin ve, eger birêz Serokwezîramaje bo wê yekê serbaziya Kurdan bike ku li çarçêweya artêşa Îraqê dane û cenabê wan wan hêzan bi hêzê Iraqî nizanê, eve tiştekî balkêşe. Lê belê eger mebesta serokwezîr hêzên parastinên Herêmê bê, eve ev hêz jî hêzên destûrîne û li birgey pêncema maddeya (121) ê destûrê da hatiye: "Her çi peywendî bi birêvebirina Herêmê ve heye, li taybetmendiyên Hikûmeta Herêmê daye, bi taybetî jî pêkanîn û rêxistina hêzên asayişa navxwoya Herêmê wekî polîs û asayiş û pasevanên Herêm", ji bo wê hêzên ewlehiyan û pasevanê Herêmê (Pêşmerge) dezgehên destûrîne. Wekî her dam û dezgehekî dinê serbazî li her navçeyekî Îraqê. Li doxêk da eger rû bi rûbûnek jî bête hole, eve peywendî bi wê yekê ve nîne dam û dezgehên destûriye an na. Ji ber ku peywendî bi ferman û merca biryardanê ve heye, ewê li Xaneqîn jî rû da "ku serokwezîr bi bêyî ku bi nav bîne amajeyê pê kiriye "me digre ji bo gûftûgokirina babeta sinorên Herêmê û navçeyên kêşe li serin û pirsa cîh bicîhkirina maddeya (140) e. Hokarê serekiya pirsgirêkan jî li wan navçeyan naciddiyet û bi pîrve nehatine bo cîhbicîhkirina wê maddeya destûrî, ku erkê cîhbicîhkirinê li stûyê Hikûmeta Federal daye wekî ku çawa li maddeya nav bihurî de hatiye gotin: "Yekem: Desthilata raperandin divê hengavê pêwîst bîne ji bo temamkirina cîhbicîhkirina pêdiviyên maddeya (58) li yasaya birêvebirina dewlet bo qonaxa vegûhestina bi hemû birgeyan ve ". Birgeya duyema maddeyê jî dibêje: "Ew berpirsiyariyetî li ser şana desthilata raperandine li Hikûmeta Întîqalî da ku li maddeya (58) li yasaya birêvebirina dewlet bo qonaxa vegûhestinê da amaje pê kiriye, berdewam dibê û dikeve stûyê desthilata raperandina hilbijartî û li gor wê destûrêye. Ji bo wê yekê ku bi temamî bête cîhbicîhkirin...". Ji bo wê yekê birêvebirina maddeyê û kêmterxemiya Hikûmetê, bûne demên ku ew navçe li navbera merceiyeta îdariyan da bibe necîhgîr û hilawestî bimînin. Ku wate, li gor birgeya yekema maddeya (117) a destûrê, Herêmekî Federal heye û danîna birêvebirinê heye: "Ev destûr li berwarê birêvebirina danîna bi Herêma Kurdistanê û ew desthilata niha de dimîne wekî Herêmeke Federale ". Dema axaftin jî li derbarê Herêmê an tenê parêzgehekî jî digire, ev Herêm û parêzgeh sînorê îdariyên xwe hene, pirsiyar jî eveye: Sînorê îdariya Herêmê li kûve ye û çawa tê destnîşankirin û kî destnîşan dike? Bersîv li vir de ronahî û eşkereye û destûrêk heye û maddeya (143) ê destûrê amaje bi wê yekê dike û dibêje: "Yasaya birêvebirina dewlet bo qonaxa vegûhestinê ve û paşmaya li dawiya pêkanîna Hikûmeta nû hildiweşîne cîh li birgeya (L) ya maddeya (53) û maddeya (58) ". Û eger vegerîn li ser birgeya (L) ya maddeya (53)ê ya destûrê, têda hatiye: "Dan bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê da tê şandin bi sifeta xwe wekî Hikûmeta fermî bi ser wê cihê ji aliyê Hikûmeta navbihûrî ve birêve hatiye birin li (19 Adara 2003) li sînorê parêzgehên Dihok, Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk, Diyala û Nînewa. Destewajeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku li vê yasayê da hatiye bi manaya Encûmena Nîştimaniya Kurdistanê û Encûmena Wezîrên Kurdistanê û Desthilata Herêmê li Herêma Kurdistanê tê". Ku wate danpêdananêk heye bi wê yekê ku li rûyê destûriyêve heye, lê belê destûr xwe bi maddeya (140)a cîhgîr kiriye û dan bi wê yekê da navê ku çend pirsgirêkekî helawestî hene û pêwîste bi rêya destûrê jî ve bête çareser kirin. Li vî derbarî ve maddeya (140) nexşeya rê bûye ji bo destnîşankirina sînorên Herêmê, lê belê cîhbicîhnekirina wê maddeyê ji aliyê Hikûmeta Federal ve, buye bi hoya ber bi yekbûna merceiyeta îdariyan û ji bo zanînê ew navçeyên dikevine sînorê maddeya (140) gelek bi sextî dûçarî proseyên paktawa nîjadî û kavilkariyê bûne li serdema rejîma berê. Cîhbicîh nekirina maddeya (140) jî binpêkirina bernama siyasiya Hikûmeta Îraqê ye. Birêz Serokwezîrli hezîrana 2006 an de cext kiriye ku "Hikûmet girêdayî dibê bi cîhbicîhkirina maddeya (140)a destûrê ve ku pişt bi maddeya (58) a yasaya birêvebirina dewletê ve dibêstê ku ew jî birîtîye li diyarkirina sê qonaxan: Asayî kirin, serjimêrî û lêpirsîna li Kerkûk û navçeyên pirsgirêk li serin, Hikûmet piştî pêkhatina dest bi hengav anîna pêwîst dike ji bo karê asayî kirinê û bi vegeriyana wê qeza û nahiyeyan ve ku li nûnertiyê de ser bi Kerkûkê ne û vê qonaxa li 29.3.2007 temam dibê û qonaxa serjimêrî li 31/72007 dest pê dike û qonaxa dawî jî ku lêpirsîne li 15.11.2007 temam dibê. Em li vir dipirsîn çima birêz serokwezîr ji vê îltîzamê poşman bûye? Hewldana şandina hêzên artêşê û dirûstkirina mîlîşiyayên bi navê (Encûmena Piştgîrî), hewleke ji bo danana lemper li ber birêvebirina maddeyê û ji holê rakirine. Mesele jî her tevger û bizavekî serbazî nîne bi tenê û bes ji ber ku mebest lê, li gor dilê hinek berpirsên li Bexdayê paşqulgirtina li destûr û gûhertina rastiya ye, Ji bo wê yekê em berengarê artêşa Îraqê nebûn, ji ber wê yekê ku artêşa Îraqê artêşa me hemûyane, em rûbirûyê wê rasparde û fermanan bûne ku taybetin bi artêşê û mebestekî siyasî li pişt ve ye, eve jî metirsiyeke ji bo Îraqê û li ser artêşa Îraqê dirûst dike, arastekirina artêş ji bo navxwo û yek alîkirina ajandayekî siyasî li rêya bi karbirina artêşê ve dijî bi destûrin û binpêkirina destûre, li ber wê yekê ku destûr li birgeya yekema maddeya (9) de dibêje: "Hêzê çekdarên Îraqê û dezgehên asayiş, li pêkhatên gelê Îraqê pêk tê li ber çav girtina hevsengî û rêjeya nûnertî kirinan bi bê cûdahî an dûr xistinê ve û dûr xistina wan, û divê stûxwariya Serkirdayetiya desthilata medenî bê, bergirî li Îraqê dike û nabê amarek ji bo çewsandina gelê Iraq û dest wernedê karûbarê siyasiyê ve û tu rolekî nîne li danûstandina desthilatê da". Ku wate ji bo çi ferman bi artêşê tê dayîn ku biçê nav bajarekî aram û aramiya sînorê maddeya (140)ê ve, bi bêyî ku armancekî serbazî ronahî û eşkere hebê?. Gelo sepandina sengîniya dewletê manaya destbilindiya serbaziyê digihîne?, Gelo "hevbeşiya destûrê " bi wateya binpêkirina destûrê tê?, gelo operasyona serbaziyên teror û teroristan dikine armanc, an dijî bi hevbeşên destûr û Hikûmet û proseya siyasî têne bikaranîn?. Nûnertiyên herêma Kurdistanê yên li derveyî welat Li birgeyekî din da daxûyaniya birêz serokwezîr, amajeyek ji bo vekirina baregeha nûnertiya diblomasiya Herêmê li derve heye û pirsiyar di derbarê destûrê ye ew baregehan vedike, bila carekî din em vegerîne ve li ser destûrê heta ku li navbera me de bibête hakim. Birgeya çarema maddeya (121) ê destûrê dibêje: "Nivîsîngeha taybet bi Herêm û parêzgehan li balyozxane û nûnertiya diblomasiyan da tê vekirin bi mebesta bi dûvdaçûna karûbara rewşenbîrî û civatî û geşepêdanê ". Kû wate deqêkî destûrî heye rê bi damezrandina nivîsîngeha diblomasiyên Herêmê dide û karê wê nivîsîngehan jî hatiye diyar kirin. Destewajeya "Nivîsîngehên Herêmê têne damezrandin... "ku li birgeya pêş da hatiye, bi wê manayêye ku "an bi destpêşxeriya Herêmê an hikûmetî Federal dibê, û ji ber wê maddeyê amaje bi balyozxaneyan dike, ya rast eweye guzariştê "Nivîsîngehên Herêm bête damezrandin... "bi manaya karê hevbeşê di navbera hikûmetî Federal û Herêm bêne cûdakirin. Pêwîst bi wê axaftinê nake ku hikûmeta Federal tû destpêşxeriyekî nebuye û tu hengavekî jî neavêtiye ji bo yarmetîdana vekirina van nivîsîngehan, eve jî wê yekê nagihîne ku em xwe bi kemterxemî nazanîn li wê rûyê ve, lê belê hikûmeta Federal xwe parêzerê siyaseta derveye û pêwîste bi xwe destpêşxeriyê bike ji bo rêxistina kar û baran. Sebaret bi pirsa vekirina nivîsîngehan jî nabê kêmek ji bo paşarojê venegerin. Herêma Kurdistanê her li sala (1991) ê ve li rejîma Sedam hatibû rizgar kirin, eve bû dawiya çespandina navçeya aram bi biryara (688) ê Encûmena Asayiş û dawiya rabûna Hikûmeta Iraq bi vekişana hemû pêkhatê îdariyên xwe li Kurdistanê, bi deste û dam û dezgehên yasayiyên wekî Parlamen û Hikûmet li Kurdistanê hatine pêkanin, opozîsyona Îraqê jî û li navbera wan da hizba birêz Nurî Malikî muameleyan li gel rastiya Kurdistanê wekî beşeke rizgarkiriyê Îraqê dikir, eve bû Kurdistan li sala (1992) pêşwaziyê li mezintirîn komcivîneke opozîsyonê kir û prensîpa Federalîzm li nav dokumêntên fermiyan da cîhgîr kirin, wî demî peywendîkirina Herêmê û opozîsyona Îraqê li gel dinyaya derve li rêya kanalên diblomasiyên Hikûmeta Îraqê ve nebû, ji ber wê yekê ku hizbên opozîsyon nûnerayetiya xwe li çend welatan da hebû û Herêma Kurdistanê jî hewl da wekî Herêm nûnerayetiya xwe li hejmarek welatan da damezrîne. Nûnerên Herêm û hizbên Kurdistaniyan jî li derve, kadirê siyasî yê herî çalak bûn ji bo xizmetkirina doza Îraqê, bi hoya bûna revendekî mezinê Kurd jî li rojava û karameyî muamelekirina li tenê kûltûra rojavayî da, rolekî herî mezin hebu li rûyê goşkirina raya giştiya rojavayî dijî bi rejîma li navçûyî û herdem li xizmeta tênêtiya aliyên opozîsyonda bûye, bi hizba Serokwezîrjî eve û bi hoya rastiya Îraqê û bûna revenda Kurd û karkirina li pênav handana raya giştiya li derve, hemû bi ser yekve bûna vê nûnerayetiyan pejirand, ji bo wê yekê ev nûnerayetiyên nû nînin û dibe ku li dawiya rûxandina rejîm û cîgîrkirina destûrê ev nûnerayetiyên li rûyê destûriyê ve diviya çarçêweyek ji bo wê bihata danîn, eve jî bi daxwaza karekî bi vî awayî dikîn û xwezî ev pirs gelek bi girîngî bihata çareser kirin, her wiha em amadene destpêşxeriyê bikîn û rênîşander bin ji bo çawayiya encamdana kar, bi taybetî piştî wê yekê Encûmena Nûnerên Îraqê yasaya karê rajeya derekî pejirand. Pabendbûna bi destûr Serokayetiya Herêmê û hikûmeta Herêma Kurdistanê amadeye bête nav gûftûgo û danûstandina bi navê çareserkirina pirsên helawestiyên li ser bingeha destûrê. Li demên dawiya civinên Bexdayê jî biryara pêkanîna pênç lîjne hate dayîn ji bo lêkolînkirina proseya siyasî, ji ber wê yekê çend aliyek û li nav wan de hizba Deweya ji aliyê birêz serokwezîr jî, hest kirin prose berev arasteyeke nedirûst hengav tîne, ji ber wê yekê lîjneyek hate pêkanîn ji bo lêkolînkirina rewşa hikûmet û çemkê hevbeş û pirsa wergirtina biryar û bingeha hevkarî û barê serbazî, asayiş û dezgehên artêşê û asayişê, li gel pêkanîna lîjneyekî pêwîst bi navçeyên xwedî pirsgirêkan, lîjneyek jî ji bo peywendiyên derve û lîjneyek ji bo lêkolînkirina pirsên neft û xaz û darayî. Ev pênç lîjneyên ku hatin pêkanîn, li nûnerên her dû hizba Kurdistanê û Encûmena bilinda Hizba Îslamî û Hizba Dewe pêkhatiye û eve jî bi biryarên vê lîjneyan ve têne girêdan. Lê belê mesele metirsîdare, ji ber wê yekê ku cenaba serokwezîr daxwaz ji xelkê din dike bi destûrê ve girêdayîbin, ev destûr bi xwe li sala (2006) li vê derbarê ve dibêje: "Kiryartirîn destûra cîhane, ji ber wê yekê ku kar ji bo cîhgîrkirina çemkên azadî û demokratî û rêzgirtina mafên mirov û binyatnana dezgehên dewlet û serweriya yasayê dike". Niha jî tê û ji van axaftinên xwe poşman dibê, wekî çawa ku li gotara xwe de li roja (8.11.2008) dibêje: "Destûr li rewşeke pelê piroze û bi tirsa li paşarojê hatiye nivîsandin û têda kot û bendekî gelek xistine li ser desthilatên navendî û metirsiyê eve li holê daye Federaliyet dest bi ser dewletê da bigrê...". Ku wate cenabê serokwezîr ku sond ji bo parastin û cîhbicîhkirina vê destûrê xwariye, niha dibîne destûr bûye girift û kêşe, li demek de rastiyê dûpat dike ku girêdayî nebûna bi destûr girift û pirsgirêk bi xweye. Cenabê serokwezîr wisa dizane ku navendiyet çaresere"bi bê wê yekê ku nêrîneke ronahî bixe rû mebest çiye ji navendiyet", li wê dema rastiya dîrokiya Îraqê ewê çespandiye her navendiyet bûbû bi hoya kurtkirina niştiman li grûpekî destnîşankirî û paşê jî li hizb û takekesekî diyarkirî da. Ji bo wê yekê navendiyet nabête hoya bihêzkirina dewletê li Iraq da, ji ber ku dibê demê kontrol û sepandin, sepandin û kontrolkirinê jî, berdewam li demê kuştin û birîn û şerê navxweyî, li dijî hemûyan da bûye û hizba birêz serokwezîr jî li nav qurbaniyên vê awayê Hikûmraniya navendiyetê da bûye, xelkê başûr li perawêzê desthilatêda bûne û xelkê Kurdistanê jî hemwelatiyên pileya dû, navendiyet buye hoya li destdana baştirîn kesayetiyên hoza Dilêm û navçeyên rojavaya Îraqê. Ji bo wê yekê araste ronahî eşkereye û ewê em ji helwêstên cenabê serokwezîr Nurî Malîkî encamgîrî û pêşbînî pê dikîn eve ne: Pêxistina destûr, li ser wê yekê ku cenabê Serokwezîrçendîn car behsa zerûreta gûhertina destûrê kiriye, em rojane wê rastiyê dibînîn û bi dûvdaçûnê jî pê dikîn, cihê daxê ye ku cenabê serokwezîr xwe beşdarî li nivîsîna destûrê de kiriye û pesnê destûrê kiriye, ku çi mixabin îro bizanîn an nezanîn bûye beşek ji proseya pêkxistina cîhbicîhkirina destûrê, ku proseyekî gelek metirsîdare, ji ber wê yekê ku pirsa hemwarkirinê karekî bicîhe li çarçêweya prosey destûrê û bi rêya Encûmena Nûneranve, lê belê ewê cenabê serokwezîr dixwaze, pekxistine nekû hemwarkirin, eve jî li aliyê sercem pêkhatan ve hatiye red kirin, tenê ji aliyê wan jî ve ku dijî bi destûr bûn. Wergirtina biryaran li rêya rêxistina hizbiyan ve ji bo berjewendiya hizba Dewe (Bala cenabê serokwezîran) û çarçêwekirina biryaran, wekî ku bibêje biryara Hikûmetê bin, eve jî binpêkirina destûre û binpêkirina peymanan li gel hizbên din, li wê jî giringtir binpêkirina peyrewa xwedî hikûmeta Federaliya Hevpeymaniye. Hewldan ji bo bi serbazger kirina civat û pêkanîna çend qewareyek bi navê piştgîrîkirina li dewlet, lê belê li rastîda ew qewareyên yê yek take hizbin, karekî bi vî awayî mafê hizbe bîke, lê belê li çarçêweya rêxistinên civatî medenî û bi navê dewletê ve nebê. Ji Bo wê yekê karê hikûmet li gor yasayekî encûmena wezîran ve nebê û heta ku Encûmena Wezîran bi bê tû peyrewekî navxweyî û li ser pêkhat û karên rayî bike, bi vê jî biryarên destpêka li nivîsîngeha serokwezîr û li aliyê (Serkirdeyên Hizba Dewe) ve û pê dişînin û paşê jî dixin li ber encûmena wezîran. Cenabê serokwezîr eve dûbare dike kû desthilata cîhbicîhkirinê heye, lê belê maddeya (66)ya destûr, desthilata cîhbicîhkirinê bi vî awayî ye ku diyar kirin: "Desthilata Federaliya cîhbicîhkirinê ji serokê Komar û encûmena wezîran pêktê û desthilatên xwe li gor destûr û yasayê rave dikin". Bi vê jî destûr desthilata cîhbicîhkirinê daye encûmena wezîran, birêz Nurî Malîkî jî serokê wê Encûmenê ye, ku wate biryare nûnertiyên pêwîste ji aliyê encûmena wezîran ve bi serokayetiya Malîkî werbigrin, neku biryarên ji aliyê Malîkî bi xwe ve bête dayîn ji bo encûmena wezîran, ji bo wê yekê ji birêz serokêwezîr ronahî dikîn "Ewê serokayetiya encûmena wezîran dike mafê wê yekê nîne biryara yek aliyek bide, eve jî dibêjin ku ew li encama hevpeymaniyekî siyasiyê ve posta serokwezîr xistiye stûyê xwe. Eşkereye ku destûr daxwaza danana çend yasayekî kiriye ji bo çendîn babet û li bi warê cûda cûda de, Hikûmet jî dibê girêdayî bê bi amadekirina projeya wê yasayê, lê belê ji ber wê yekê ku Hikûmet proje yasayê pêşkêş nekiriye, ji bo wê yekê nivîsîngeha Serokwezîrtê û li karên xwe de pişt bi wê yasayên kevin dibestê ku li serdema rejîma rûxayî da hemû desthilatekî yasadanan û cîhbicîhkirina daye Encûmena Serkirdayetiya Şoreş (Meclîsa Qiyadeya Sewre) pişt bestin bi wê yasayên kevin dijî bi destûre, ji ber wê yekê dezgehekî yasadanan li welat da heye. Lê belê li vir da piştbestin bi wan yasayan, manaya wî eweye vegerana bo encûmena wezîran û Encûmena Nûneran nebê, bi wê yekê ku desthilat bi xêra wan yasayane bo Meclîsî Qiyadey Sewre û Serokê wê bûye, gelo cenabê Serokwezîrxwe dixe cihê wan dam û dezgehan?!. Li dawiyê jî da dûpat dikîn ku hikûmeta Herêma Kurdistanê girêdayiye bi destûra Îraqê û bingeha hevpeymaniyê û peymana mohrkiriya di navbera hizb û pêkhatên Îraqê, bi wî awayî xizmet bi berjewendiyên sercem pêkhatên gelên Îraqê bike, projeya me jî projeyekî demokratiye ji bo hemû Iraq, her wiha dibêjîn ku Iraq bi tenê pêkhatên xwe ve bi hêz dimîne û herdem li demên binyatnana stûna Federaliyan ve dimîne, bi dabeşkirina desthilat û samanan jî bi demokratî dimîne, eve jî li rêya pêkve anîna asayiş û aştiya navxweyiyê ve, berev pêşve hengavan diavêje û pêş dikevîn, eve jî bi baweriyê pêwîste bi bingehekî hevpeymanî wekî songeyek, li gel hevbeşiyê li Hikûmet û hevkarî li biryar dirûstkirin û biryardanê da. Dîsa em dibêjîn ku mercên me destûre û li her karêkî jî da henayê pê dibîn û dikîn bi dadwer, cenabê Serokwezîrtiştekî baş we kir, dema we keremkirî serdema pesindanê bi ser çuye, ji bo wê yekê jî em li aliyê xwe ve ji îro bi dawiyê de bi tiştek razî nabîn ku serpêçkirina destûrê têda bê, êdî serpêçî li berjewendiya me da bê, an jî li dijî me be. Hikûmeta Herêma Kurdistanê 01.12.2008Rûdawnet-KRG.org
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.