ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Hünermend Azad · 29.06.2007 · 2 dîtin
Kerem bikin li gel hevpeyvîna Hêja Kemal Tolan a kü bi Hêja Hünermend`ê mezin Aydin Kocore hün di karin Bi Hevpeyvînêre hê bêhtir Hünermendê Xwe Aydin Ronak nas bikin... Aemdekar Hünermend Azad BêwarHevpeyvîn Kemal Tolan bi Aydin Koco ( Ronak`re )Koma RONAK heta niha çend kasset anjî cd ê derxistine û berhema heri dawî te di kîjan wextî de derxist?- Niha nikarim bibêjim, bê em di çend şahiyên kêf û dawetan de beşdarbûne. Lê, her dewet û kêfa ku me tê de li muzîkê dixist, kassetekî vido yê ji ber wê dihate girtin. Weha dizanim niha bi sedan kassetên muzîka me dibîranînên gelek pûk , zava û zarokên sinetkirî de hatine parastin.Wekî din jî li ser navê koma RONAK dû kasset(band- şerîd)ên teyîban jî li goriya derfetên xwe belakirine.Ji xwe gelek xwandevan jî dizanin ku derxistina band û kassetan ne wisa hesane. Koma me, ne bi tu partî û rêxistên va girêda ye û em biserxwe ne. Bêguman, derxistina berheman ji bo hunermendên bi serê xwe gelekî çetîne. Bi dîtina min, dezgeh(şirket)ên Kurdan yên ku van berheman(kasset,CD ûhwd.)çapdikin jî gelek caran astengiyan ji merivê hunermend re derdixînin. Ji xwe ji ber van pisgirêkên wan hunera gelek hunermenda jî nayê xwanêkirin. Nimûneyek ji van astengiyên ku min dîtiye weha ye:Di sala 2004 de ez û şagirtiyekî xwe ji bo çapkirina kassetekî çune bajarê Diusburg`ê û me bi berpirsyarên MÎR MÛZÎKÊ ra xeber da. Min ew kasseta xwe ye dûduyan ji berîka xwe danî û min ji wan re got, ji xwe hûn jî dizanin ev stran û kilamên min e di vî cassetî de tevjî di nav weşanên MED-TV de bi dengê min hatine weşandin. Vêca, eger hûn alîkariya çapkirinê bidine min, ez dixwazim niha dîsa cassetekî ji ber hûner û stranên flokloriya me kurdên Êzdî derxînim. Lê, pir mixabin ewan berpirsyaran tu giringî ne dane vê lava min, ewan ez cardinê destevale û dilşikestî vegerandime malê. Weke ez dizanim, tû bixwe jî li gelek klamên dengbêjin dinê gohdarî dikî. Gelo demê ku tû li dengê hunermend û dengbêjan gohdar dikî, çi bandora wan li ser te çêdibe û hestên te ji bo wan çine?- Her weke ku min got, eger Pîr Êzdîn Newroz alîkariya lêxistina tembûrê bi min re ne kirina û bandora wî li ser min çênebûna, min nikarî bû ferî tembûrê bivim. Ez wî gelekî spas dikim.Li aliyê dengbêjiyê de jî min got, di nava wan dengbêjên herêma me de yê ku herî zêde tesîr li min dikir, xalê Hesinê Çeto bû. Gava rahmetî tilîkên destên xwe dikirine kerika guhên xwe û distra, dikrîbû bi gelek seat an li ser hevûdinê bibêje. Ez gelekî di bin bandora deng, stran û kilamên wî de mame. Ew hêjî rêber, mamoste û hezkiriyê min e.Tû dîsa destûrê bide min, ezê rayijime tembûra xwe(Xalê Hesin li tembûrê ne dixist) û vê strana ku wî timî distra bibêjim.:Ay medetêAy medet, ay medet………….Lê lê medetê, kubarêEzê bi nazikim,Ezê vê sibekê çiqas bi nazdarimEzê nizanim, ezê nazik û nazedaren dilê xwe lê kê kim ?Ezê nizanim, ezê ne li dê ne lî bavê kim?Ezê nizanim, ezê ne li xuşkê ne li birakim?Ezê nizanim, ezê ne li xwesiyê ne li xwezûr kim?Ezê nizanim, ezê ne li pîsikî şendolî nemerdî mere xirab kim?Çewa sere vê sibekê hatî ji derde Minê qam nekir û ranebûm ji ber deDarekî li zenda min e zer badayî dayeEzê nikarim goşê tenborîkê bi ser enya gewher de xwarkim medetêAy medet, ay medet………….Medeta min tu yî Xweda yoBila kilês û xopanê me SerhedêNe bariya baran û berfeKewê Nûredîna şewitî Nebuna colan û col ref bi fergeGavê bavê Sebrî siwarê êngeşerî Ji dorê nîvê şevan û pê deTê nava taximê sing û berê min zeriyê,Sinbêlên bavê Sebrî siwarê êngeçerîSoren bipalikin û biqaydeneGavê li kilê çavê min zeriyê dikevinKilê sphanî ji çavên min diweşe medetê Ay medet, ay medet………….Medeta min tu yî Xweda yoEzê herime çiyaê Muşa şewitî , li bêlanê bilind bisekinimEzê serê xwe ser qotkim, destên xwe bilindkim raberî Xwedê kimEzê bêjim Xwedê yo cîyê nifir û dual ê disekinin !Bila dêk û bavê min xêrê bikin, ji destên te xêr nebîninEzê çewa nedame bavê Sebrî, siwarê êngeçerîEzê rabim xwe di golên avê , li ber pêlên mewcêkimAy medet, ay medet………….Medeta min tu yî Xweda yoJi xwe çi gava rewşa wan e hingê tê ber çavên min, ez gelekî xemgîn dibim ku heta vêga kêm kesan weke te giringî daye wê huner û jiyana wan hunermend û dengbêjên Kurd. Ez dibînim ku di mediya û çapemeniya Kurdî de kes bahsa astengî û zahmetiyên wan parêzvanên floklora me nake û bi taybetî jî yên ji nava civaka Êzdî derketine hatine jibîrkirin. *Binêren li wan navên ku min li jorê birêzkirine.!Mala te ava, ez jî dibêjim bila rahma Xwedê li wan hemû dengbêjên Kurdan yên ku kiras guhast(mirin)ine be û ji yên sax re jî serkeftinê dixwazim. Nêrîna te li ser naveroka stran û kilamên ji bona şer, nav û dengên şêx, ilimdar, axa û begen Kurdî tine gotin çiye?-Tiştê bala min gelekî dikişand, evan dengbêjên civka me di nava stranên xwe de hemû rengên dilgirtinê(evîndariyê), hezkirina ji mîr, beg, serhildan û dîroka Kurdan, zilma roma reş û paşveruyên Kurdan bi pisporiya xwe diyardikirin. Weke em dizanin, hinek dengbêjên bi nav û deng, kêm kilamên evînê ne distran. Her weha heta ji wan dihat ewan cûdatî ne dikirine nava civakên Kurdî. Gelek zane û ilimdarên me jî dizanin ku, ev edebîyata Kurdan ya bi devkî bi xêra dengbêjiyê heta îro maye. Em tev jî deyndarê wan wêje û tarîxzanên Kurda ne. Mamoste Kemal, ez dibînim tû jî di vê nama xwe (binêren li,www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/ez-damezrandina-navenda-cand.html ) de gelekî berfire li ser bersiva vê pirsê rawestiyayî û ez naxwazim tiştekî dinê lê zêdebikim. Hêvîdarim hemû hunermed û kesayetên me Kurdan vê gotina bav-kalan ku dibêje, „kesên ku kevnê wî nebin, wê nuyên wî jî nebin“ ji bîra neke. Lewma jî divê em hunermend gelekî haj ji bingeha muzîka Kurdî ya kevn hebin û li ser wan riknan berhemên xwe yên nû biafirînin. Bi dîtina min, hûner û hestên ku li ser rikna kevn neyêne afirdin, tesîra wan jî di nava endamê civakê de kême û tûne. Divê em stranên kevn bê ser û bê ber nedine xwanê. Gava meriv berê li stran anjî kilameke dengbêj anjî hunermendekî guhdarî dikir, meriv ji deng, peyv û keserên hunermend fêhmdikir ku ev stran anjî kilam ya kîjan herêma Kurdîstanê ye. Ez dibînim û pê diêşim ku gelek stran û kilam tev tevî hevûdinê bûne û meriv gelek carnan ji gotin û avaza hinek hunermendê ku dibêje jî fahmnake.Di dengbêjî û muzîka Kurdî de, kîjan aletên muzîkê zêdetir têne bikaranînin?- Enstrumentên ku hunermendên Kurd pê kardikirin bilûr, saz(tembur), elbane(def), dahol, fîq, zirne, pîtpîtik, kemançe û hwd. bûn. Hinek stran û maqamên te yên pir xweş hene. Te ev maqam û melodiyên klamên ku tû distirêyî, te bixwe çêkirine, an ev yên hinek dengbêjin dinê ne?- Belê, ew strana ku min di destpêkê de got, min ji hunera xwe tekst û melodiya wê çekiriye. Her weha hîna gelek kilam, stran û helbestên ku min bi xwe afirandine hene. Min ev helbest û berhemên xwe hîna di tu deveran de ne weşandine. Lê min ew di gelek kêf, dawet û şahiyan dost û hevalan de gotine. Ez dizanim gelek hunermend jî bi van kardikin. Ancax ew û endamên civaka me dikarin bibêjen, ka ew çiqas bune malê civakê. Her dengbêjekî klameke xwe ya herî ezîz û kubar heye, ew klam dibe navnîşan û nasnameya wî. Gelo! Klama te ya herî tû jê hez dikî û tû dixwazî her tim bistirêyî kîjane?- Divê, ez dîsa rayjime qevda sazê xwe û ezê vê stranê ji te re bibêjim.:Jiyan wek biharê Jiyan wek biharê, çi zû hat û çûVan rojên bi jimar dinya derewînXelqê cîhan tev de dil xweş û şadinKaye gula min, gul û gulîstanKa ew rojen xweşî qwet û hunerEz bûm komek hestî, ez mame li virBayê sayî li min tê, vê xwinava hurŞuştim alaştim, rakirim ji virDinya ji bo min tenê buye weke zîndanKaye Zîna min, Zîna mîr ZêdanXelq tevbû aşiqê zêr û zeynetanZînê bûn pepûk li devê zîndanKek Aydîn, te kengî dest bi karê helbest nivîsandinê kir?-Ez ji sala 1984 an û vir de kilam û helbestan dinivisînim.Eger hûn fersendê bidine min, ez dixwazim nihajî dû helbestên xwe pêşkêşî xwandevanên hêja bikim!Bêlê, keremke bira !STÊRKAN JÎ DİGOTİN, ERÊStêrkan jî ji xwestekên min re digotin erêÎro ew jî ji min dilşikestî û sar inDibêjin, me hezar xwezî bi demên berêÛ ew hemî dilê min de pêt û ar inHîvê xwe dixemiland mîna bûkek nû siwarNobe digirt li me bi şevan, ta seher êÊdî ew jî ne hewqas delal e , mîna min sarHer êvar dibêje min, hezar xwezî bi demên berêBuk jî xwedî ne, xwe dane nizar û çiyanÊdî ew ban nakin û nadin min deyerêWek kalekî tî mame li çol û berriyanEzê her û her bibêjim, hezar xwezî bi demên berêZANA DİVÊNYên wek demê lezgîn divênYên hemdem û pispor divênBo min ga û guhreş na binBi agahî , ji xweber divênBo em bigîjin radeyekêZana, Ronak û Pispor divênEw ronîya çavên min inKesên yek rû rastî divênBo birinên şûr bên girtinRast, zana, û doktor divênDa nekevin bin lingên gaYezdî kurd û MESUD divênBelê, ji xeynî van hêjî ji 100 î bêtir helbestên min yên ku qet ne hatine weşandin hene.Birayê Aydîn li goriya ku ez te nasdikm, dizanim taybetmenîyeke ku te ji hunermendên dinê cûdedike heye, ewe jî tû mamostê perwerda tembûrê yî û dikarî gelek stranên xwe û yên dengbêjen dinê bi tembûrê jî bibêjî. Gelo plan û xebatên te yê ji bo parastin û pêşvebirina vê çande ya Kurdî çi hene?- Belê, ji xeynî wan taybetmendiyên we anînine ser ziman, ez niha ji bo neslê li pey me werin bikaribin xebat û çande xwe ya Kurdî baştir halîbivin û biparêzin, min gelek gotinên bav-kalan(pêşiyan) tevî weteya wan bi zimanê Kurdî Pirtukek (kitêbek) amade kiriye.Wexta yek ji weşangerên Kurdî bikarîbe alîkariya çapa vê kitêba min ya bi navê “WETEYA GOTİNÊN BAV-KALAN Û HEMDEMÎ “ bidê min û ez vê berhema xwe jî bi rêk û pêk pêşkêşî xwandevanan bikim, hingê ezê bizanibim ku min ji bo dewlemendbûna çande û Hünera Kurdî xizmetek kiriye û gelekî dil şad bivim. Baş e, hunermend, helbestvan, nivîskar û dengbêj Aydîn Ronak !Ez jî hêvîdarim ku hinek weşangerên Kurd vê banga te ye hêja bibihîzin û tû karibî bi wan re vê berhema xwe ye nû zû pêşkêşî me bikê. Her weha dibêjim, sipas ji bo van hest, helbest, stran, vî dengê teî xweş û vê hevpeyivînê ..- Mamoste Kemal, ez jî, ji te pir spas dikim ku tû bi vî karê xweyî bixîret dixwazî alîkariyê bidî nasandina min û piştgiriya dewlemendbûna çand û Hünera Kurdî dikê.Oldenbur, 19.04.2007Kemal Tolan
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.