Ramyarî

Belê, Êzdi Kurdin

azad · 04.11.2006 · 2 dîtin

Belê, Êzdi Kurdin

(Çend malûmatîyên dîrokî)  Îro Başûra Kurdistanê di dewraneke dîrokî re derbas dibe. Çiqwas jî di van çend salên buhurî de Kurdistana Azad bûye xwedîya destkevtinên mezin, lê dîsan jî bûyarên gelek ferz, gelek giring li benda me ne. Lêpirsîn, rêfêrêndûma dawîya sala 2007 an wê pirsa wan navçên Kurdistanê çareser bike, ew ên hê jî bi fermî nakevin nav Herêma Kurdistan. Seroketîya Kurdistana Azad, rêxistinên kurdan, yên sîyasî û civakî karekî hêja dikin ji bo vegerandina wan navçan. Lê dijmin jî ne di xewê de ye. Dewletên cîran, hêzên li welête dijî kurdan her tiştî dikin, wekî nehêlin ew navçe vegerin nav Herêma Kurdistan.Piranîya navçên êzdî lê dimînin hê jî ne di nav Herêma Kurdistanê de ne. Dor nîv mîlîyon êzdî li wan navçan dijîn. Û îro hinek hêz (ji talebextan re nav wan de hêzên kurdan jî hene) dixwezin wan navçan ji Herêma Kurdistanê der bihêlin.  Ji bo pêkanîna vê armancê tê gotinê, wekî êzdî ne kurdin. Ser vê pirsê pir hatîye gotin, pir hatîye nivîsar, lê ez dixwezim çend malûmatîyên dîrokî bînim, ka di sedsalîyên navîn de zane û fikirdarên misilman seva êzdîyan çi gotine, ew çawan nas kirine, ew çawan nav kirine.Ji bo vê armancê em dîroka civaka Şêxanê binhêrin, ku pîroztirîn parêstgeha êzdîyan, Lalişa Nûranî, nîşangehên êzdîyan, gorên piranîya xas û bavçakên êzdîya li wir in.Gava em dîna xwe bidine vê dîrokê, em ê bibînin, timê jî êzdî wek kurd hatine dîtin, wek kurd hatine nav kirin, wek kurd hatine nas kirin.Awa, gava Adî b. Musafir (Şêx Adî) tê Lalişa Nûranî (dor sala 1100 z.), dîroknasên wê dewranê dinvîsin, wekî ew hate nav kurdên Hekarî[1]. Ji Şêx Hesen re (sala 1195 an ji dayîk bûye), wekî yek ji pîroztirîn xasê ola êzdîya ye, ronakbirên dewrana wî digotin Şêx Hesen Kurdî.  Xronîka ereba ku xudanê wê ne dîhar e, seva mirîdên Şêx Hesen dibêje Kurdên Edewî (Akrad ‘Adawiyya).[2]    Ji mîrê şêxa Adî b. Abû ‘l-Bereket re digotin Adî ê Kurd, ji ber ku ew yekemîn şêx bû di nav kurdan de li Kurdistanê, di nav kurdan de, ji dayîk bibû.[3]  Al-Kutubi (sala 1363-a mirîye) dinvîse wekî heta niha jî nav kurdên mirîdê Şêx Hesen de mirov hene, ku bawar dikin Şêx Hesen wê vegere.[4]Gava sala 1254-a atabegê Mûsilê gazî mîrê Êzdîya Şêx Hesen dike û bi nemamî dikuje, kurê Şêx Hesen, Şerfedîn diçe Şengalê, wekî êzdîya dor xwe kom bike, êrisî Bedredîn Lulu bike. Ev gotin bi navê wî tên gotin;Cewabê bidin Kurdistanê,Bera qewîn bikin îmanê.sherfedîn mîre li DiwanêNevîyê Şerfedîn, Îzz al-Dîn li Qahîrê bi navê “Îzz al-Dîn Kurd” hatibû naskirin.[5]Al-Maqîzî (sala 1442-a mirîye) di “al-Suluk li-Ma’rifa Dual al- muluk” de dinvîse, wekî Şêx Adî bi hinek sofîyên mayîn ve çûye nav kurdên Hekarî.[6]Hîmdarê malbeta Çol, ku heta îro jî mîrên êzdîxanê ji wê malbetêne, Şêx Mehmed, ku berî bibe mîrê êzdîya, li çîyayê Soran, wî berî Zaba Mezin dima, bi navê Mehmed Kurdî hatibû naskirin[7].Gor “Sehayet-name” dema serhildana Ebdal Xan Bîtlîsî, salên 1655-56 an, gelek eşîrên êzdîyan piştgirtina wî dikirin. Evliya Çelebî ji serbazên Ebdal Xan Bîtlîsî re dibêje ‘kurdên êzdî’[8]. Nimûnên vî awayî di dîroka êzdîyan de pirin û ew nimûn wê bawarîyê mak dikin, wekî êzdî kurd in û xelkên dor wan jî ew usan dîtine, usan nas kirine, usan nav kirine. Belê, êzdî kurdin, êzdî ew kurd in, ku bi hezarsalan, piştî ewqas ferman, zilm û zorê, piştî ewqas kuştin, hêsîr kirin, wêrankirina gund û bajarên wan, bi zor ji wan standin û nema kirina nîşanên wan, yên olî, ola xwe, ya bi bingeha xwe ve kurdî, zimanê xwe, yê kurdî, tora xwe, ya kurdî parastine û gîhandine sedsalîya XXI ê.Berxwedana êzdîyan, ya hezarsalan, serbilindîya gelê kurd e!  Tosinê Reşîdcahvkanî: kanîya sipîamedekar: Azad

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.