BDP-ê îro li Diyarbekirê lîsteya 37 namzetên xwe yên serbixwe aşkera kir û li gor vê lîsteyê BDP dê li 18 wîlayetan namzetan derxe. BDP ji bajarên wekî Îzmîr û Enqereyê kesî nake namzet û ev jî bi tifaqeka nehênî ya BDP-ê û CHP-ê ve têt girêdan.
BDP di hilbijartinên 12-ê hezîranê de dê bi slogana ”Komara demokratîk” û ”Ji bo xweseriya demokratîk azadî û demokrasî” bi kar bîne.