Ramyarî

Barzanî pêşwazî li balyoz û konsulê Tirkiyeyê kir

Zaxurani · 27.06.2010 · 2 dîtin

Barzanî pêşwazî li balyoz û konsulê Tirkiyeyê kir
KRG.org - Îro yekşem 27/06/2010 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li birêz Murad Ozçelik Balyozê Tirkiye li Iraq û Aydin Selcen Konsolê Tirkiye li Herêma Kurdistanê kir.

Li hevdîtinê de, ku birêz Nêçîrvan Barzanî amade bû, di der barê wan meseleyên ku ji bo her du aliyan girîngîn hate guftugo kirin û di der barê pêşxistina siyasiyan û hewlên pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê û helwesta Herêma Kurdistanê di der barê guftugoyên di navbera qewareyên siyasiyan de bîr û ra danûstandin kirin û li vî warî de her du alî tekîd li pêkanîna Hikûmetekî kirin ku sercem pêkhatên Iraqê têda beşdar bibin.

Her wiha li vê hevdîtinê de tîşk xistin li ser serdana dawî ya Serok Barzanî ya Komara Tirkiye û li vî warî de Balyozê Tirkiye li Iraq vê serdanê bi serdanekî dîrokî wesif kir ku dibê dema pêşxistin û xurtkirina zêdetirê pêwendiya du qoliyên di navbera Herêma Kurdistan û Komara Tirkiye li sercem wan astan da, bi awayekî ku li berjewendiya bilinda her du aliyan desteber bike.

Cavkanî: http://www.krg.org/

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.