Ramyarî

BARZANÎ NE ZIRT Û GEFAN DIKÊ LI KURDISTANÊ BI XWEDÎ DERDIKEVÊ!

M. Þerif MÜÞTAK · 21.04.2007 · 2 dîtin

 Di rojhilatanavîn de daxwîyanîyên serkirdayetîya sîyasîya Kurdistanê a rêzdar Meshud Barzanî, ji bo hemû rejimên statûkoker, diktator û dagirker bû kabûsa mirinê, derbe xwarin.û Ji qehra di xewde balgehê dibin serê xwede didin ber geza M. Serif MÜSTAK Siyaseta sifîl-Leşkerî a Tirk û çapemenîya wan li ser daxuyaniyên Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî miftekirîbû we. Tevayê sîyaseta dewletê bi devê Erkanê Herb, bi mejîyê generalên wî hereket dikin, êrîşên xirab dikin. Barzanî kirine nav lêvên xweyên qirêj, hemû nekamîyan ji mejîyê gelê Kurd re dibêjin Îdîa dikin ko helwêsta Barzanî li ser Tirkiye „gef û zirtin“ nayê qebûl kirin. Dibêjin; emê bi tedbîrên „sîyasî, aborî û leşkerî“ bersîv bidin…. De binêrin van hovên ko hêji di destpêka sedsala bîstan de ko dijîn. Di fikirin ko Kurd, Kurdên berî sed salan e, bê dest û pên e…… Pênûsa medya Tirk bi qirêj e! Pênûsa medya Tirk inkara netewa Kurd e, li dij heyîna netewa Kurd e, koletîya sîyaseta qirêj a leşkerîye, ji bo ko gelê Kurd ji holê rabikin herwextî dilopên xwûnê ji pênûsa wî(ê)niqûtîye. Herwextî sîyaseta leşker demoqrat daye naskirin û nasandin Dewleta Tirk modelek dest bi xwûn û bi qirêj e! Dewleta Tirk a Leşker di rojhilatanavîn de xwe xwedî demoqrasî, laîk, dewleta model, hêza yekemîn di hesiband û bi dagirkirina coxrafya Kurdistanê jî xwe dewleta herî sitratejîk di dît. Bi vî mejî li dij gelê Kurd bêsînor şöwewenîstî û nîjadperestî domandiye . lê destê wê di xwîna gelê Kurdeye û modelek dest bi xwîn û bi qirêj e. Dewleta Leşker ketîye nav tirsa herêma Kurdistan a azad û federe! Dewleta leşker wêca niha ketîye tirsa dewleta Federe a Kurdistan. Dîsa di xwazê qetilama destpêka sedsala bîsta bi karbînê û Kurdistana azad hilweşînê! Bi taybet ji tirsa gelê Kurd naxwazê nûbûna cîhanê bi pejirînê. Di xwazê li dij gelê Kurd siyaseta qirêj, qetilamên nû û inkara gelê Kurd berdewam bike. Lê tirs ne çare ye, bi destê xwe gora xwe di kolê! Tirk bêrûmetî û baxîtîyê li gelê Kurd dikin! Roma Reş xwe berpirsîyarê hemû gelê Kurd ko di cîhanêde heye dibîn ê, Kurdistana şêrîn tapûwa bavê xwe di hesibînin, naxwazin Kurd hişyar bin, xwedî dost bin li xwe bi xwedî derkevin, wekî hemû gelên cihanê bibin xwedî rûmet, azad bibin û bibin dewlet. Hemû dagirkerên Kurdistanê di fikirin azadbûn û serxwebûna gelê Kurd mirina wa û hilweşandina dewleta wa a bêrûmet bi qirêj e. Roma Reş di xwazê di hemû cîhanê de daqoqê serê gelê Kurd bê! Roma Reş sîyaseta tehdît û gefan li hemberî Barzanî bi taybet herêma Kurdistan a azad û federal bi rêvedibin. Weke wexta Osmanlîyan di fikirin ko serkirdayetîya Kurd walîyê waye, wan kirîye walîyê Kurdistana azad. Dixazin serkirdayetîya Kurd di xizmeta wande bê, ko çi bibêjin divê serî li ber wan bitewînê û bêjê belê….. Tirkên rûrêş di xwazin herêma Kurdistanê a federe û azad hilweşînin! Ji bo ewleyîya sînorên Mîsaqê-Millî a Dewleta Tirk di garantîyêde bijî, yekîtîya Dewleta Iraq û sîyaseta wê dikin e hêncet û eşkera destwerdanê dikin. Di xwazin Tirkoman û hin kêmnetewe li dij destketinên Kurda bi kar bînin Ji bo Kurdistana azad hilweşînin Tirkiye destê xwe bê sînor dirêjî pirsên navxweyîyên Iraqê bi taybet Kerkuk û Başûrê Kurdistanê dike, tevliheviyan di herêmê û di Kerkukê de dikê Tirk ji bo rola xwe û jîya dagirkerîya xwe dirêjtir bikin û ji bo Tirkîye piçûk nebê, çi ji destên wan tê dikin., lê heyhat e tîr ji devê kevan filitîye! Dewleta rûreşîya dewletên cîhanê, gelo dijminatîya Kurda ji xwere çawa maf dibînê? Sîyaseta Tirk hêjî bi xîyalên wexta Împaratorîya Osmanli di fikirê, ji bo rojhilatanavîn û Kurdistanê biryaran didin û fermanan belav dikin. Wêca pirsgirêk ko Kurd têdebin ji bo wan Împaratorîya Osmanlî nehilweşa ye.û Kurd nikarin di ti herêmên Kurdistan de azad û serbixwe bibin! Tê zanîn ko Tirkiye di pirsa Iraq de bibe xwedî maf wê bi destê xwe ewleyîya Iraqê, Kerkukê û Başûrê Kurdistanê têxê nav xeterê! Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî vê sîyaseta dagirker,-tehdîtkar baş nas dike, bi tî awayî na pejirênê, serî li ber dagirkeran nadeynê û bi bawerî li serxwe sekinî ye Tirkîye ko Kurdistana Federe bi pejirînê, pirsgirêka Bakur jî otomatîk tê pejirandin! Di pirsgirêka sîyaseta Kurd a ji bo çareserkirina mafênçarenûsî de Dewleta Tirk ketîye nav tengasîyek e mezin de. û li navhev ketine. Di nûqteyên giring li pêşya Dewleta Tirk hene. 1- Tirkîye An dive li Başûrê Kurdistan herêma Federe bi pejirînê an li dij derkevê. Ko erêkir pirsgirêka Bakurê Kurdistan jî otomatîk tê pejirandin Lê Tirkîye ji bo vê ne amade ye. 2-Tirkîye piştî ko ne amadeye pirsgirêka gelê Kurd û Kurdistan çareser bike, dive bi hemû şêweyan li dîj destxistinên gelê Kurd li Basûr, Rojhilat, Başûrê Rojava û Bakûrê Kurdistan derkevê. Ev jî wê bibê sersebeba hilweşandina dewleta dagirker. Ma raste ko Dewleta Tirk demoqrat e û xwedî demoqrasî ye? Dewleta Roma Reş ji roja ko hatîye damezrandin heya niha heroj ji maf û demokrasî xeberdidê, lê ti cara ne maf û ne demokrasî ne parastî ye. Di serîde yek ji şertên demokrasiyê, lê bixwedî derketina pêvajoya ewleyî, civakî nasandina mafên bîngehîn ên mirovî, grub, civak, nasnameya kêmnetewan û neteweyî ye…. Lê dewleta Leşker heya niha yek ji van erkên demokrasiyê pêk ne anî ye Bakurê Kurdistanê dayîka Kurdistanê ye. Di Tirkiye de bêhtirî 30 milyon Kurd dijî heya niha ji bo gelê Kurd ti maf nehatine naskirin, naxwazê bibînê û qebul jî nake! Eksê wê ji bo gelê Kurd hemû maf hêjî berevajî ye, ev nayê berdewam kirin jî û gelê Kurd wê berhema têkoşîna xwe a sedsalan bidest bixin Tirk wê nekaribin rê li xebatê bigrin, siyaseta înkar, asimiliasyonê li hemberî xebata netewa Kurd bi sernakevê û çareserî pêwist e Ji tirsa tevgera Kurd, Tirkiye di hejê! Sîyaseta dewleta eşkere û a kûr bi tirsa tevgera gelê Kurd dijî. Her tişt bi Kurd û Kurdistanê ve girêdayî maye, pêwiste siyasetek rasyonel bide pêş. dev ji vê siyaseta inkar û imhayê berde. Lêborînê ji gelê Kurd bi xwazê, aştiya Tirkiye jî di vêre derbas dibê. Rewşa Kurd gûherî ye, di qada navneteweyîde hat nasîn û dinasê. Tirk dive hînî Dewleta Kurd û cîrantîyê bibê, dev ji hilweşandina herêma Kurdistana azad û federe berdê. Bi dîrokên salaye Dewleta Leşker bi neyaretî û dijminatîya Kurda bi sernexist, ji îro û pêde jî bi ser nakevê. BARZANÎ LI KURDISTANÊ BI XWEDÎ DERDIKEVÊ NE GEF Û ZIRTIN! Parastina herêma Başûrê Kurdistan a azad û Federe erkê hemû welatparêz, Kurdistanî, Kurdewar û Kurdperwera ye. Bersiv û daxwîyanîya rêzdar Meshûd Barzanî lê bi xwedî derketina Kurdistanê ye, ne gef û zirtin. Berdevkîya gelê Kurd û hestê neteweyî ye. Li hemû deverên Kurdistanê û cîhanê hestê neteweyî geş kir û cara yekemîn e ko Kurd hefqas nêzîkî hevbûn e. Hingî diçê piştgirîya hestên Barzanî xwirtir dibê, ji ber ku berdevkîya hest û helwêsta netewa Kurd dike. Hêjaye ko gelê Kurd bê nîqaş bi can û mal piştgir bê Di rojhilatanavîn de daxwîyanîyên serkirdayetîya sîyasîya Kurdistanê a rêzdar Barzanî, ji bo hemû rejimên statûkoker, dictator û dagirker bû kabûsa mirinê û derbe xwarin. Divê Dewleta Surî, Eyran û bi taybet dewleta leşker a Tirk rastîyê bibînin û şaş ne nirixînin. Mînaka Sadam û rejima wî ji bo dagirker û dîktatorên Kurdistanê nayê ji bîrkirin e. Tirk û Tirkîye divê vê baş bi zanibin. 20/04/2007 M. Şerif MÜŞTAK Serif.muestak@gmx.de

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.