ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat · 26.03.2007 · 2 dîtin
Serok Mesud Barzanî îro digel endamên mekteba siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê û rêvebirên wê yên tayan kom bû. Serok Barzanî di kombûnê de piştî Newroza endamên mekteba siyasî û birêvebirên partiyê pîroz kir, li ser rewşa Kurdistanê û navçeyê rawestiya û tekît kir ko qet şik li ser bicihanîna madeya 140-ê nîne. Piştî rawestina deqîqeyekê ji bo rêzgirtina şehîdan, serkarwanê wan Barzaniyê nemir û kek Îdrîsê hertim zîndî û xwendina sûreta Fatîheyê, Serok Barzanî pîrozbahiya cejna Newrozê ya neteweyî li hemû ta û buroyên navendî û tevaya saziyên partiyê kir.Herweha pîrozbahiya wan hevalan kir yên ko van dawiya bi rê ya guhortinê, berpirsyaretiya nû wergirtine. Rewşa siyasiya îro ya Kurdistanê û Îraqê û rewşa rêxistinên PDKê mijarên kombûnê bûn. Encamên seredana Serok Barzanî ya vê dawiyê bo Erebistana Siûdiyê û Urdunê jî mijarek ya vê civînê bû. Serok Barzanî bi têr û teselî behsa hevdîtinên xwe yên bi Şahê Erebistana Siûdiyeyê Şah Abdulah û Şahê Urdunê Şah Abdullahê Duyê kir û herweha rewşa îro ya Îraqê û têkiliyên dualî û dostane yên herdu welatan bi Kurdistanê û gelê wê re bingeh naveroka hevdîtinên wan bûn. Serok Barzanî ron kir ko di seredana xwe de karibû wêneyekê lojîk û rasteqîne yên bûyerên sebaret bi milmilanêya tayfegerî ko proseya siyasî û warê jiyan û aboriya Îraqê teng kiriye, herweha kiryarên terorîstî yên ko rojane di encamê de zirar û ziyaneke pir ya canî û maddî jê dikeve û dibe asteng li hemberî jinûavakirina Îraqê raxÎne ber çavan. Di vir de jî Serok Barzanî tekez kir ku gelê Kurdistanê nabe alî û di ti mîhweran de jî beşdar nabe, belkî bi hemû karînên xwe ve, gelê Kurdistanê û serkirdayetî ya siyasî ya wê hewlên berdewam dide ko rewşa han bi dawî bîne û çareseriya wê jî bi rêya destûr û diyalogê be. Herweha tekez li ser têkiliyên dualî bi tevaya derdorên herêmê re kir, di heman demê de jî, her desttêwerdaneke ji derve, bi taybetî bo herêmê ret kir. Li ser asta nav xwe û pirsa deverên veqetiyayî jî, Serok Barzanî îşaret bi wê yêkê kir, ko di hevdîtinên xwe de tekez li ser pabendbûna serkirdatiya Kurdistanê û gelê wê li ser cihbecihkirina maddeya 140-ê kiriye, ji ber ko çareseriyeke desturî û qanûnî ji bo tevaya van pirsan dibîne, ko di encama siyaseta Erebandin û veguhostin û demografiya deveran de hatiye dibîne û çi caran jî em li gel paşvexistina cibcihkirina vê mijarê nine û her weke hin alîyên neyar bi hin behaneyên cur bi cur û meremên ne drust daxwaza paşvexstinê dikin, di heman demê de jî tekez li ser têkilîyên bi alîyên siyasî yên Kurdistan re û parastina yêk rêzîya nav xwe kir. Di dawiya civînê de, li ser warê nav xwe yê PDKê hat rawestandin û divê derbarê de jî dîtin û nêrîn ji bo baştirkirina karên rêxistina PDKê ber çav kirin û ji bal Serok Barzanê ve jî bersiva pirsiyarên amadebûyan hat dayîn.
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.