ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat · 30.10.2007 · 2 dîtin
Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî ji Ajansa Frans Press re ragihand ku ew daxwaz ji karbidestên Tirkiyê dikin ku bên rasterast li gel desthilata Kurdistanê ji bo yekalîkirina pirsgirêka hebûna çekdarên PKK-ê danûstandin bikin. Serokê Kurdistanê bang li Tirkiyê kir û got:"Werin bo yekalîkirina doza kurd bi hev re rûnin.Ez ne dijminê Tirkiyê me, lê zimanê tehdîtê jî qebûl nakim." Serok Barzanî di derbarê şandeya iraqî ku di rojên borî de serdana Enqereyê kiribû û nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê jî tê de bû û şande bê encameke erênî vegeriya, got:"Yek ji wan xalên ku gotûbêj tevlîhev kiriye, meseleya kontrolkirina sînor ji aliyê hêzê pêşmerge ve, bûye." Serokê Kurdistanê li ser çûyîna şandeya kurd ku biryar bû serdana Enqerê bike, ragihand ku biryar bûye şande sibê biçe, lê ev daxwaz ji aliyê Enqerê ve hatiye redkirin.Barzanî li ser çareserkirina pirsgirêka PKK û Tirkiyê got:"Ger çareseriyeke aştiyane hebe, em ê bibin aliyek di çareserkirina vê pirsgirêkê de.Lê eger tu riyeke din ji bilî riya leşkerî nebe,em bi tû şêweyek nabin aliyek." Di derbarê leşkerkêşiya Tirkiyê li ser sînorê Kurdistanê, Barzanî got:"Em leşkerkêşiya Tirkiyê bo ser sînorên xwe qebûl nakin.Eger êrîşek bikin li ser ax û gelê me, em ê berevaniya xwe bikin."Serokê Kurdistanê daxwaz ji PKK-ê kir ku dirêjî bidin agirbesta xwe û leşkerên dîlgirtî jî serbest berdin.Herweha daxwaz jî kir ku êrîşên leşkerî pêk neînin û bi dûv riyên çareseriyê yên aştiyane de bigerin.Serok Barzanî hişyarî da li ser wê yekê ku eger doza kurd neyê çareserkirin navçe qet aramiyê bi xwe ve nabîne û got:"Em hene û mafê jiyana me jî heye." Kurdistan TV
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.