ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat · 03.09.2006 · 2 dîtin
Îro Bi amadebûna rêzdar Mesûd Barazanî Serokê Kurdistanê û Umer Fettah serokê Hikûmeta Herêma Kurdsitan bi wekalet û Ednan Muftî, Serokê Perlemantuya Kurdistanê rûniştina Duyemîn ya civata Niştimanî a Kurdistanî hate girêdanDi rûniştinê de mijara daxistina Ala Îraqê ya fermî li ser avahiyên dezgeh û saziyên Kurdistanê hatine giftogo kirin.Serok Barazanî xuyakir ku biryara daxistina Ala îraqê li ser sazî û dezgehan yek ji mafên kurda ye.Herweha, rêzdar Barazanî serokê Kurdistanê ragehand: ku ew gefan ji ti kes û aliyan qebûl nake û biryara daxistina Ala Baas ji heqê kurdan ne.Di dirêjiya peyvên xwe de rêzdar Barazanî got: (ji ber komkujiyan û zolmên ku biser kurdan de ji aliyê xwînmijên serdemê Seddam Hisên ve, hatîn, biryara daxistina Ala îarqê hate wergirtin).Herweha serok Barazanî xuyakir ku: (di her demî de ku Perleman Kurdistanê giringî û berjewenda Serxwebûnê, bibîne wê çaxê emê vê yekê radighînin bê tirs ji ti kesî, lê me jiyana hevbeş digel îraqê hilbijart û dive ku hemû aliyên din jî wê yekê li ber çavên xwe bigire.Ji aliyekê din rêzdar Barazanî serokê Kurdistanê hewldanên hin aliyên şovînî bo seqet kirina Destûra îraqê, destnîşan kir.Hêjay gotinê ye ku beyannameyek ji aliyê hukûmeta îraqê ve, îro 3/9an, hate derêxistin, têde hatiye: (Ala Îraqê Divê ku li seranserê Îraqê bihê hildan) û ev yek jî weke karvedanekêye li ser biryara Serokatiya Kurdsitanê. Kurdistantv
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.