ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
ÇAVKANÝ KANÝYA SIPÝ · 18.04.2007 · 2 dîtin
--------------------------------------------------------------------------------Ji bo raya giştî ya Êzîdiyan, ji bo hemî mal û komelên Êzîdiyan li EuropaLi ser nave Komisiyona Serperiştîkara çalakiyên Êzîdiyan em dixwazin raya giştî ya Komel, Mal û rêxistinên Êzîdiyan agehdar bikin, ku li roja 26. Nîsanê 2007 an meşeke mezin bi nave civaka Êzîdiyan li bajarê Broksel li Belcika, beramber Perlemanê Europa û Komisiyona EU tê li darxistin.Armanca vê meşê ew e, rewşa Êzîdiyan ya xerab ji raya giştî ya Europa re bidin diyar kirin. Her wisa zulm û zora li ser kesên Êzîdî li welatên wan bê Eşkere kirin kirin, bi taybetî piştî bûyera ku li Şêxan û Terrora ku li dijî Êzîdiyan tê bikaranîn.Ev yek metirsiyeke mezin dixe ser milê civaka me, û dibe egera rev û koçberiya wan.Ji ber vê yekê, em banî hemî Êzîdiyan li welatên Europa, her wisa hemî rêkxistin û komeleyên Êzîdiyan dikin, ku dengên xwe bikin yek, û em hemi bi hev re mil bi mil divê xebata xwe ya demukrat û aştiyane de ciyên xwe bigrin. Daku em divê qûnaxa gelek tirsnak û hestedar de bibin bersivek ji civaka xwe re û lê xwedî derkevin û wê ji kiryar û gefên Terrorê biparêzin em bangî hemî mal, komel, rêxistin û kesayetiyên Êzîdiyan dikin ku ciyê xwe di van çalakiyan de bigrin û em dibêjin ku dergeh li hember we vekirîne, bê deng nemînin.Li gel rêz ûsilavên me yên germ,Komisiyona Serperiştîkara çalakiyên Êzîdiyanezidi_lobby@yahoo.comAlmaniya 26. Adar 2007
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.