ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Munîx , Li Dijî Þer û Pogroman · 01.11.2007 · 2 dîtin
Komara Tirk, ji roja damêzrandina xwe ve destpêkir Kurd wekî netewe înkar kir, hewl da bi rêya “Pakkirina Nijadî” li ser gorepana dîrokê ji holê rake...Dewleta Tirk, ji ber ku bersiva çareserîya daxwazên komên cur bi cur ên olî û netewî bi komkujîyan ve dide, li dijî Ermenîyan, Aşurîyan, Potnosîyan û Kurdan jenosid cihbihkir.. Ev axa ku hêlîna şaristanîyên netewe û olên cur bi cur bû, bû “goristana gel û şaristanîyan”Kurd wekî netewe ji bo ku çarenivîsa gelên kevn û dêrîn ên deverê parveneke, piştî avakirina Komara Tirk heta niha 29 carin serhildide... Di encama van serhildanan de sed hezaran Kurdan gîyana xwe dest dan, sed hezaran Kurd koçber bûn an jî derbider bûn.. .Dewleta Tirk di vî şerÊ dawîyê de beramberî tekoşîna gelê Kurd ji bo mafên xwe Ên netewî û demokratîk ketîye tengaveke mezin. Dewlet Tirk bi derbiderkirina mîlyonan Kurdan, ruxandin û valakirina 3500 gundên Kurdan û bi kuştina dehan hezaran Kurd dixwast ligor xwe pirsa Kurdî çareser bike. Lê dewleta Tirk nikaribû pêşîya doza Kurdî bigire.. Provokasyonên ku di van çend mehên dawîyê de ji alîyê “Dewleta kûr a Tirkan” hatin rêkxistin, ji alîyê bangewazîya Sererkanê Tirk Buyukanit ku daxwaz ji xelkê dikir “Refleksa Netewî” nîşan bidin, hate temam kirin. Îro, li Tirkîyeyê li hemû bajêrên mezin li dijî Kurdan êrîşên giştî destpêkirine, wekî Almanyaya Nazî êrîşên girseyî dibin li ser cihê karên Kurdan, li ser malên Kurdan û li ser sazîyên Kurdan.. Kurd wekî netewe bûne hedefa pogromên ku devleta Tirk ew nijadperest û şovenîstên Tirkan ji alîyê wê tên têşvîk kirin.. Komara Tirk, ji roja damêzrandina xwe ve heta niha ji bo çareserkirina Pirsa Kurdî tund û tijî û teror wekî rêgaçareyeke yekta kar anî.. Dewleta Tirk ne tenê li dijî pirsa 20 mîlyon Kurdistanîyên Bakur ev helwest nîşan da, lê belê li dijî hemû Kurdên cîhanê di nav wî helwestî de bû.. Dewleta Tirk heta niha hemû daxwazên Kurd ji bo çareseriya Pirsa Kurdî bi rêya gotûbêjan û çareserîya sîyasî redkir û rêya şerî empozekir...Kurdên Başûrê Kurdistanê ji sala 1991 û bi taybetî jî piştî şerê İraqê ê 2003 ê, bi rêya sazîyên xwe ên Federal, ligel şerê navxweyî li deverên Ereban, dikaribûn Kurdistanê bikin hêlîna aşitîyê û tenahîyê... Kurdan, karibûn bernameya xwe a ji nû ve avakirinê welêt, di Kurdistana ku di dema Saddamî de hatibû wêrankirin û şewitandin de bi awayekî serkeftî cihbicih bikin.Berê dewleta Tirk bi rêya Saddamî ve sîyaseta xwe a li dijî Kurdan cihbicih dikir.. Dewleta Tirk, li dema û piştî ruxandina rejîma Saddamî, xwe rasterast wekî hêzekî neyarê Kurd hat gorepanê, destpêkir dujminkarîya xwe beramberî pêvajoya destûrî a ku di nabeyna Kurd û Ereban de hebû.. Ji ber ku hinek mafên netewî ên Kurdan di Destûra Iraqa Federal a bi rêya rapirsîyê ve hatiye pesindkirin de cih digire, dewleta Tirk tucar ev Destûr û sazîyên Kurdistana Federal ku di encama vê destûrê de hatin avakirin, nas nekir.. Heta ku ji ber Kurdbûna wî peywendîyên fermî ligel Serokê Komara İraqê, birêz Talabanî nekirin...Dewleta Tirk hertim bi hêncetên curbicur ji bo Hukumeta Herêma Kurdistanê pirsgirêk duristkir.... Tirkîye, ji bo navbirina geş û hewaya aşitîyê û azadîyê li Başûr Kürdistanê a “Pirsa Tirkmanan”, an “Pirsa Kerkukê” an jî “Pirsa PKKê” wekî bahane nîşan dide.. Piştî biryara Senatoya Amerîkî di derheqa paşeroja İraqê de dewleta Tirk ket li nav panîkeke mezin, 17 vê mehê bi derxistina “Tezkerê” ji alîyê Parlemana Tirk ve bi şiklekî fermî li dijî hemû Kurdên cîhanê, bi taybetî jî Kurdistana Azad hatin ber derîyê şerî... “Pirsa PKK” êyê ku Dewleta Tirk di nav van rojan de wekî armancê serekî ê êrîşa leşkerî nîşan dide, tenê bahane ye... “Armanca Stratêjîk” û serekî a dewleta Tirk, navbirin û nehîştina “Ezmûna Kurd” ku bi saya xwîna sed hezaran gîyanpakên komkujîyên Enfalê û kîmyabarana Helebçeyê hatiye bi destxistin..Sererkanê Tirk Büyükanit awayekî eşkere dibêje ku ji bo wan “metirsîya serekî pêvajoya devletbûna Bakurê İraqê” ye..Başer, endamê Tirk ê lijneya sê qolî ku ji bo çaredîtina “Pirsa PKKê” dibêje: “ Ji bo Tirkiyê, metirsîya herî mezin pêkhatîya Bakurê İraqê ye.... Pirsa PKK’ê û Kerkûkê di rêza duyemîn de ne”..............Ji van gotinan jî bi awayekî vekirî derdikeve ku armanca dîyarkirî a şerê Tirkan, nehîştina destkeftên Kurdistana Azad e; ligor gotina Serleşkerê Tirk Büyükanit, zivirandina “xewna Kurdan” bi “kabûsa Tirkan” e.. Em, Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê ku li bajêrê Munix dijîn, bi gotinek din Civata Kurd li Munix, bi awayeki xemgîr û diltirs, şerfiroştin û bangewazîyên nijadperest, pogrom û lînça Kurdan ji alîyê dewleta Tirk û rageyandina wê ve tên kirin dibînin û temaşedikin.. Em, wekî Civata Kurd li Munîx, bangî hemû Kurdan û dostên Kurdan ku li vî bajêrî dijîn, li beramberî van kampanyayên li dij-Kurd ji alîyê dewleta Tirk û hemû sazîyen wê ve tên rêvebirin, aramîya xwe biparêzin, dengê nerazîbûna xwe di zemînê meşru û çarçewa zagonan de, ji dûrî provokasyonan, derbibirin...!!!! Munîx , Li Dijî Şer û Pogroman 29.10.2007 Mîting: Cih : Munîx , Karlplatz (Stachus)Demjimêr: 14.00 heta 17.00Roj: Şemî , 03.11.2007
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.