ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Alixan Aras · 08.05.2006 · 2 dîtin
Kurdên penaber û xweragir ! Xûşk û birayên tekoşer ! Hogirên doza Kurdistanê ! Di evî heyamê bihorî da dewleta Tirk bi leşkerekî mezin û bi çekên giran sengerên xwe li ser sinorên Kurdistana Başur û rojhilat.ê girtîye.. Dewleta Tirk dibê ev haziri ye ji bo paksazîya çekdarên PKK'yê. Ew dixwezin bi van gotinana cîhanê bixapînin. Haziriya wan ji bo dagirkirina başura Kurdistanê yê. Ji aliyê din da ev buyerên ku li Amedê û li bajarên din çebûn dikin sebeb û gefan li netewê kurd dikin, çaven gel ditirsînin û tevgera azadixwaza bakurê lewaz bikin. Rejîma Îranê jî di leşkerkêşîya xwe ber dewame bo ser serhedên Kurdistana azad û dest bi bombe barana deverê dike. Bi kurtî dewletên dagîrker bi sê qolî kevtine bizavên leşkerî û pilanên têkşikandina destkevtên netewa kurd û xebata berheqe gelê kurd li hem û parçên kurdistan ê. Em bangî we sozdar û dilsozên gelê kurd dikin, ku di roja 13.05.06 li Ebertplatz-KÖLN xwepêşandana, hewara gelê Kurd pêk bînin. Xwepêşandan; helwêsta gelê kurde li hember siyaseta înkar û jenosîdîya dewleta dagirkere Tirkî yê. Xewpêşandan, li hemberê leşkerkêsiya dewleta dagirkere Tirkiyê ye bo ser başura kurdistan ê .Helwêsta aştî û azadî xwazîya kurdan e. Xwepêşandan; Balkişandina bir û raya giştî ye ji bo ser çareserîya netawa kurd û mafê mirov.! û bizavên xêrxwazên gelê kurde li YE Xwepêşandan ; Ber û singê YE girtine ku li hember Tirkiyê, bê deng nemînin. Xwepêşandan, daxwazîya serekîye mafê mirov û pêgîrya demokratîzekirina Welat e. Xwepêşandan helwêsta cemawera kurd e li hemberê dewleta regezperest û kemalîstan û qatilê zarokên kurd.! Xwepêşandan ; Ji welatên Evropî bi xasima ji Almanya yê xwazyere ku li hemberî hovî û cinayetên dewleta Tirka da bê deng nemînin. Kurdên dilovan ! Ew kesên ku ji bo Azadî ya Kurdistan ê berxwe diden.! Berevanên mafê mirov, Demokrasî û Aştî û tenahî ye. ! Xwepêşandana Kolnê , helwêsta kurdwarîyê û dadwerî ye. ! Werin li jêr Ala Kurd dengê xwe li hemberî evê bê dadiyê bilind bikin. Roja xîret û hêmetê ye ! Parêzgarî mafê xwe be.! Li doza Netewa xwe pêgîr be.! Dê werin em careke din jî li Kolnê ji YE re bibêjin Me bibînin. Em li vêderê ne.! Em Kurd in û welatê me Kurdistan e ! Kurdîno herne pêş ji bo xwepêşandina Koln ê di bin Ala Kurdistanê. Cihe Meşê: Ebertplatz-KÖLN Roj: 13.05.06, Destpêk saet: 12.00 Xwepêşandan Roncaliplatz : Seat 14.00- 17-00 Amadekar: PDK-Bakur, PADEK, PRK-Rizgarî, PÎK, PSK, PŞ-KAWA, PDK-Î, PDPK-S, PDK-S (El Parti), PAK-S-Evrupa, MKK - Malbenda Kulturî Kurd-li Almanya, SKA-Sentera Kurd li Almanya. Piştgîri: PWD-K
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.