ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Alixan Aras · 27.11.2005 · 2 dîtin
Balyozê DYE ( Devletên Yekbuyî Emerîka ) Îbrahîm Xelîlzad, îro seredana bajarê Kerkûk kir. Îbrahim Xelîlzad li Kerkûk ji alîyê Parêzerê Kerkûk Ebdirahman Mistefa, Serokê Encumena Kerkûk Rizgar Elî u endamê Encumenê Kerkuk hate pêswazîkirin. Balyozê DYE, Parêzer, Serokên Encumen u Endamê Encumenê Kerkuk kombunek li darxistin. Rojeva kombunê, Rewsa Kerkuk, Hilbijartinên Gistî ê Iraq, Xala 58 bu. Li kombunê da Parêzgerê Kerkûk Ebdirahman Mistefa, Rizgar Eli u Endamanê Encumena Kerkûk nerezayîyên xwe li dijî hikumeta Caferî u li dijî kirdarîyên nişan dan. Berêz Ebdirahman Mistefa, “ew pereyê kû ji alîyê hikumeta Caferî ji bo Kerkûk hatibu dîyarkirin heta niha negihîstîye destê wan u ev asteng alîyê Caferî bizanebun hatîye dirxistên, Caferî naxwaze xala 58 cî bi cî bibe“. Serokê Encumenê Kerkûk Rizgar Elî li ser pisgirêkin Kerkûk sekinî u ji bo alîkarîya Emerîka spasîya Balyoz Îbrahim Xelîlzad kir. Balyozê DYE Berêz Xelîlzad jî ji mihwandarîya berêzan u xelkê Kerkûk kir ragihand kû DYE ji proje u xizmetgûzarîya bajarê Kerkûk 496 mîlyon dolar pere pêskeskirîye. Rojhat Badikî
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.