Ramyarî

Balyozê Amerîkî ji bo ku, Sine ji Destûrê pesindbikin gotûbêjan dike..

AFP · 01.10.2005 · 2 dîtin

  Bexda, 30. Îlon (AFP), Demjimêr 11.16- Balyozê Amerîkî li Iraqê, Zalmay Xelîlzad, ji bo ku, Sine ji Destûrê pesindbikin gotûbêjên dawîyê li gel Kurdan û Shîîyan dike.. Li gor cavkanîyên sîyasî ji vir pêve 15 roj heye ji bo Rapirsîyê.„Balyozê Amerîkî, ligel Abdulezîz El Hekîm, serokê partîya serekî a Shîîyan CSRII, gotûbêj li ser zêdekirina cend hevokan ji Destûrê re.. Serokê Lijneya Nivîsandina Destûrê, Humam Hammudî(bi xwe Shîî ye) roja înîyê ji AFP re got: „Weftekê serdana min kir û reshnivîsek da min“...Li gor wî, gotûbêj li ser sê pêshnîyaran e ku, ji alîyê Sineyan ve têtê daxwazkirin, bixin li nav naveroka Destûrê.Pêshnîyar yekem ew e ku :“ Iraq, neteweyeke, Destûr garantîya yekîtîya wê ye“.Pêshnîyara duyem : „Pesindkirina karînana zimanê erebî li Kurdistanê jî“... Pêshnîyara sêyem jî: Hemû guherînên di Destûrê de „ ne ku bi rêya rapirsîyê, 2/3 endamên Parlementoyê dikarin guherînan li ser Destûrê bikin“..Hammudî dibêje: „em li ser xala dawîyê ne hemfikirin“..Li gor agahdariyên Îmad Ahmed(rast nîne Îmad Ahmed endamê YNKê ye-Aso) endamekî Partîya Mesûd Barzanî, Partîya Demokrat a Kurdistanê, Balyozê Amerîkî, roja carshemê hat Kurdistanê, li wir Serkomarê Iraqê Celal Talabanî û Serokê Herêmê, Mesûd Barzanî dît.Li gor agahdarîyên wî, Zalmay Xelîlzad pêshnîyarên Erebên Sine, ên ew dixwazin têxin li nav Destûrê pêshkêshî wan kir.Ew dibêje: „Pêshnîyarên Sine, ên ku ji alîyê Xelîlzad ve hatin pêshkêshkirin 4 hew bûn.Ji bilî ew her sê pêshnîyarên ku Hammudî li jorê baskiribû, a carem jî li ser „pêkanîna Herêmên federal ên nû li Iraqê. Ew dixwazin ku bila biryar ji alîyê 2/3 endamên Parlemanê bête dayîn“...Erebên Sine ne razîbûna xwe beramberî reshnivîsa Destûrê dîyar dikin. Ji ber ku Destûr gellek desthilat dide Herêman li gor navendê. Dîsan Erebên Sine ditirsin ku, deverên bashûr piranîya wan Shîî ne û dewlemendê niftê ne, dikarin yek bigirin û embiryona dewletek serbixwe avabikin.Ji FrensîWergêr: Aso Zagrosi

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.