ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Alixan Aras · 12.03.2006 · 2 dîtin
Piştî şeveke ku bi mûman kolanên bajarên kurdan hatibûn ronak kirin, îro ji danê sibê de kurdê rojava di nav çalakiyan de ne bi mebesta ku serhildanê bi bîr bînin.Ji bo nerazibûn û diltengiya xwe diyar bikin alên reş bilind kirin li ser hemû xaniyan û bi rengekî şaristanî li kolanan 5 deqan bêdeng rawestiyan û bi lîrandin û çepikan ew çalakî bi dawî anîn. Her wuha xelkê bajarê Dêrik`ê serhildan bi bîr anîn û piştî 5 deqan ji rawestana bêdeng, berê xwe dan goristana şehîdan.Û li gor agahiyên ku navenda nûçeyên kurdî li sûryê ragihand ,bi hezaran kurd li Amûdê, Derbêsiyê, Serê kaniyê, Rimêlan, Mebedê, Çilaxe û Tirbespî li hev kom bûn.Her wuha li Heleb bêtirî çar hezar xwendevanên kurd li zanîngehê rawestiyan û alên reş hildan bi mebesta diltengiya xwe diyar bikin himber hêzên ewlekariyê ku sala 2004`an komkujiyek dijî kurdan kiribûn li gellek bajarê rojavayê Kurdistan.Li Efrîn jî kurd bi hezaran li hev kom bûn di kolanên serekî de û li bajarê Kobanê û deverên din jî Li laziqiyê jî xwendevanên kurd bi jimareke gellek 5 deqan rawestiyan bo rêzgirtina canê şehîdan.Her wuha li Şam`ê jî bi hezaran xwendevanên kurd li zanîngehê beramber kolêja Wêjeyê 5 deqan rawestiyan û wêneyên şehîdên serhildanê di dest xwe de hilgirtibûn, û li gor nûçeyan sê xortê kurd hatie binçav kirin di dema rawestina wan de. Tê gotin ku Li Şam, li bermber avahiya serokayetiya encumenê wezîran, kurd li hev kom bûbûn, lê hêzên ewlekariyê êrîşî wê kombunê kiribûn û bi lêdanê ew ji hev belav kirin..di incamê de sê kes hatin binçav kirin, û di wê kombûnê de gellk ji ereban jî beşdar bûbûn, yek ji wan Riyad Sêf e girtiyê Kevin yê di zindanên sûryê de mabû û gelek siyasetmedarê din yê navdarPUKmedia
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.