ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Hozan Azad · 06.03.2007 · 2 dîtin
WARÎDE BI TEVGÊR BIN EW JÎ DI XWAZIN LI GORA PÊVAJOÊ GAVA BAVÊJIN HÊDÎ, EW JÎ NA XWAZIN XWE VESHÊRIN ANÎ XWE HÜNDA BIKIN.DESTPÊKA JÎYANEK NÜH Û PÊNASÎYA OLA EZDAÎ`YAGIRÎNGÎYA ROJNAME, PIRTÜK, KOMEL Û JI NÜVRE AVAKIRINA ZÎYARET Û BERGEHÊN MEHER WEHA RÊBAZÎ Û SERKÊSHÎYA OLA EZDAÎYAN ûhw!...Bi rastî ev ser xetên kü min li jor ji bo we xwendevanan dest nîshan kirin, ez di zanim kü her xetek ji wan Mijarekê bi xwere tînê û her weha ew babetekî di afirînin, her xetek mîjarekê, lê min xwest bi teybetî ez van xala bi giringî û Piroziya dest pêkirina Rojname, Kowar û Pirtükên li ser ola me kü bêne nivîsan din, her weha pîrozîya wan ji bo Ola me û Oldarên me, ciye û cima me hewce dît an kü em di vê demêde tishtên wa der bêxin.Lewma jî min xwest beshî ez balê bikshînim ser van cend xalên kü min ji bo xwe girîng dîtin ûhw.Destpêka Pîrozîyekê di vê bi bê afirandina jîyanêkê, ji ber kü dest pêka tishtekî girînge bi teybetî di vê dema kü welatê me ber bi Rizgarîyê dicê, behtir qedr û qîymetê Ola Ezdaîtîyê pês dikevê, her weha Neyarên gelê mejî nerazîne û hîne jî di xwazin bi me bi leyizin, ew di xwazin dîsa bi fen û futa bi derew û xapa me bara hevü dü bidin. Ji lewma di vê mirov hay ji wan tishta hebê, ji bonî sibe du sibe kesek ne bêjê ev kesên ha haya doho serkêsh û shoreshgerê Kürditstan bün gelo cima ew îro hewceyîyek wa di bînin, an kü Netew dane pisht Olê ûhw.lê ez bi xwe wekî Azad û Hünermendekî kürd, xwedî bîr û bahwerîya Ola Ezdaîtîyê, ez Ti cara ola nadim pêsh netewê! Lê ez ti cara Ola jî nadim Inkar kirinê, Ez di bêjim Ol vîcdanîye Bahwerîya Batinîye xwedaîye lê Netew tishtekî Jîyanewiye, yanî mirov di bînê kü Ji mirovare herdü jî pêwistin.li gor min hecî welatê wî tinebê, Ola wî jî ne azade, û kesê ola wî jî tinebê ew ji Nimetê xwedê bê Pahre, lewma ez di bêjim yek beî ê dî na bê.Divirde belkî hinek bi bê jin haya doho cima hün wilo ne di fikirîn? Erê raste belkî hün di virde xwedî mafbiin, lê ez karim bi bejîm wexta me dest bi shorehgerîyê kir me bi awayekî xelet û bi meteryalên xelekê me dest bi shoreshê kiribü, lewma ez di karim bi bejim em wî wextî ne gihishtî bün, lewma jî me ne bi mejîyê xwe, me welatê xwe di nirxand,lê îro ez ketim wê hayê kü em wî wextî em xelet bün me welatê xwe me Dîroka xwe me nas nekirîbü, me her tim welatê xelkê ê Bîyanîyan me ji xwer di kir mInak mê li wê gorê me kar û xebat dikir,lê gava kü pishtî 30 salî min fahm kir hêdî îro jî min xwe bêhtir naskir.Tedî gotinek bav û kala heye, di bê „haya mi xwe nas kir mi hemir derbaskir" lê mirov ji küda zararê vegerê kare ne zirare.Eem dinêrin gava kü mirov, bi awayekî zanyarî bi zanabün dest bi kar û xebatê bikê ew kar bêhtir pêsh dikevê.Me berê di got hecî ola bi parezê ew ne shoresgere lê min meyzand ewê kü wer di gotin îro büne Qapalê nav werza hêdî zarokên wan jî na bê em kürdin.Bi rasti kü ti îro li Jîyanê xweshik binêrê Ezdaîtî kürditîye, ji ber küOla kurda Ola Ezdaîtîyê ya herî kevne, ji xwwe berî ezdaîya kes li wî welatî ne jîyaye, hata kü Osmanli û sefawî yanî tirk û Acem û Arab ne hatina welatê me welatê me azad bü bi dehan beglik û welat bi navê kürda avabün, Ola kürda yek bü ewjî Ezdaîtîbü. Vê talîyê pishtî kü Tirk,Arab û faris ketin welatê me wî wextî Ola Kürda jî bü perce. Pistî Ezdaîtîyê ola kürda yanî Ola Ezdaôya büwîye Ola zerdesshtîya, Alewî û Yahudî û Islam vê talîyê, ew jî pistî Islam xwurt bü û ji 1700 û virda Ola Kürda Ezdaîtî büwîye perce ûhw. bi kürtasî ez di xwazim bêjim kü me dev ji Netewa xwe ne bardaye, emê bêhtir Netewa xwe bi ola xwe ve emê girê bidin û emê xwurttir bikin.Yanî ew Sloganê kü me berî bi 30 salî me di got, neyarên me Axa û shêxin ( Axa bi kujin shêxa bi pêlê xin) ew silogan ne rast bu xelet bu, ew silogan ya Marxsista bu her weha marxistê kü welatê me pêshkêshî neyarên mi kirinê û hwd. Ezê di pêshê rojêdê vê Mîjarê bi dür û dirêjaî ezê li ser bi sekîn, lê bera vêga ev mijar li vir bi dawî bibê.Ez di xawzim bê jim Ev destpêka me a Rojnmaê, avakirina Yekîtîya Hünermendên Êzîdîya Avakirina Komelên Êzîdîya, ne li dijî Netewa Kürdaye an ne li dijî kürdîtîyêye, bilhaqis Qewinkirina Netwa meye Tifaqa Nava Ezîdîya ye bahwerî û nêzîk kirina Hemü ol û Netewên kü di Rojhilat de hene em û ew emê ji nüvre bi hevre rünin.Mafê me wekî ol heye kü kü em jî xwe tevgêr bikin em ola xwe bi Cihan bi din nasîn da kes me wekî kü em dijminê xwedê dane nasîn anî ji wanre gotine hecî yekî Ezîdî bi küjê ewê herê cinetê, ew xelete ew gotin ya neyarên mebü ê kü di xwestin ser herd û binherda me talan bikê bü. Gelo haya niha Me wekî Ezîdîya, me ciqas ola xwe nas kirîye û me Ciqas ôla xwe bi derdorên xwe me daîya nas kirin? Li gor min kesê Dîroka Ola xwe ni zanibê ew Netewa xwejî nas nakê.Ji ber kü me Ola xwe nas nekirîya haya niha me xwulamtîya neyarên xwe me kirîye, me ji wan re darkotekî kirîye me biraê xwe me bi destê xwe me daîye kustin, Mixabin îro jî hînek di wan shasîya dene, lewma ez di bêjim ji bo kü em bibin Kürdekî bash, divê em Diroka Ola xwe bi zanibin û ji bo kü em Netewa xwe jî pêre nas bikin divê em pishtgiri^ya Komel û sazîyên xwe bikin ûhw. Ev helwesta me ji bo vê yekêye ji bo xwurtkirin û peshve birina ola Ezdaîtiyêye.Haya niha ew derfet û desthewdenaîya me bi hevdure kêm bûn, lê pistî kü em hatin Ewrupa bêhtirîn bi mere fikir zêde bü, Ramana me xwurtir bü, her weha bi mere derfet jî zêdetir bün.Hêdî ez di bêjim ne sherme û fedîye jî kü em xwe û Ola xwe Netwa xwe bi awayekî nivîskî em bidin nasîn, an kü em jî wekî milet û Olên dî xwedî dîrok û xwedî PIRTÜKÊN Olîne, em ji xwedî Ol û terîqetin ji ber kü em li hev ne bün xwedî û me bîya oldarên xwe ne kir em îrô ji hev dürketin, em jî felsefeke ola me heye, li cem mejî Bahwerîyeka mezin bi Xwedê û Her heft Milyaketê wî em jî xwedîyê Mantalîtetekêne xwedî xêr û xêratin, em ji xwedî HEC bi bahwerîya Berekatin uhw.Ez bi vê münasebêtê, ez vê Rojnamê li Gelê Kürdistan û bi teybetî li ola Ezîdxanê pîroz dikim.Ez wan kesên kü vê kedê dikin û vê zahmetîyê dikshînin ez wan pîroz dikim serkeftinê ji karê wanre hevî dikim berdewamîya kar û xebata wan dikim.Hozan Azad 5.3.2007Têbînî: Ev nivîs min ji bo Rojnama Ezîdîya ji Shîyandîya,an kü Êzîdî li Almanya di xwazin Rojnamekê ji bo Ola Ezîdîya derbixin ew di xwazin Ola xwe bi din nasîn, ez jî wekî Bahwermendê wê olê minjî cend tisht ji wanre nivîsin li ser daxwazîya wan...
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.