Ramyarî

Axivina Serokê Amerîkî û Tirk

Robin Botani · 12.01.2007 · 2 dîtin

 Wê dema lijneya Baker-Hamilton rapora xwe li ser rewşa İraqê pêşkêşî Serokê Amerîkayê kir, hemû rageyandina Tirkan bêdeng ma û li ser vê raporê qet tiştek negotin û nenivîsandin..Wisa diyar bû ku dewleta kûr biryara wê bêdengîyê girtibû.. Ji ber ku ew kesên ku ew rapor nivîsîbûn tam li gor dilê wan û daxwazên wan ew amadekiribûn..Ji ber vê yekê jî wan tiştek nedigot, hinek kesan bi navê wan qisekiribû.. Wan jî nedixwast xwe wekî alîyekî pirsgirêkên li nav İraqê nîşanbidin.. Beramberî Rapora Baker-Hamilton bi taybetî jî ew xalên ku li ser nehîştina destkeftên Kurdistana azad û pêywendîyên dîplomatîkî li gel Îranê û Surîyê karbidestên Tirk serxweşbûbûn..Serwezîrê Tirk Erdoxan, yekser çû ji bo Tahranê û Şamê û li gel karbidestên wan welatan çiviya.. Wî wisa bawer dikir ku, sîyaseta Amerîkayê li İraqê şikestin xwar, Serokê Amerîka mecbûr e peywendî li gel Îranê û Surîyê dayne ji bo aramkirina rewşa İraqê.. Wan her sê welatan jî destpêkir li ser nehîştina Kurdistana Başûr û destkeftên Kurd planên hevbeş amadekirin..Ev çend hefte ne karbidestên Tirk ên sîyasî bi awayekî ciddî xwe amadedikir ji bo serkêşîya sîyaseta nû a Amerîkayê li deverê... Wan wisa bawer dikir ku, Amerîka sîyaseta wan a İraqê cîhbicîh dike.. Raporta Baker- Hamilton jî hevîyên wan gellek mezintir û bilintir kiribû.Ji ber vê yekê jî hemû karbidestên Tirk di nav van çend hefteyên dawîyê de li dijî Kurdistana Başûr, xewnên Kurdan, rapirsîya Kerkûkê gellek daxuyanî dan û Kurd tehdît kirin..Serwezîrê Tirk, Wezîrê Karûbarên Derveyî, Musteşarê MİTê, Generalên kevn û nû, rojnamevanên dewleta kûr û hemû partîyê sîyasî bi yek dengî qala êrîşên leşkerî li ser Kurdistana Başûr kirin..Bi rastî jî şerekî derûnî û bêsînor li dijî Kurdan destpêkiribû û hêj jî berdewam e..Piştî ku Serokê Amerîkayê George Bush sîyaseta welatê xwe ji bo İraqê daxuyakirin, Tirk bêzarbûn û bi yekdengî nerazîbûna xwe nîşandan.. Ji ber ku di axivtina Bushî de di derheqa nehîştina destkeftên Kurdan tiştek tûne bû... Hevpeymanên Tirkan, ango Îran û Surîyê wekî beşek ji problemên İraqê hatibûn nirxandin û wekî dujmin hatibun nîşandan..Dewleta Tirk dîsa di navbera dêrê û mizgeftê de ma...Wan rojana Wezîra Karûbarên Derveyî a Amerîka sefereke dîplomatîk ji bo welatên Rojhilata Navîn destpêdike.. Di bernameya wê de Enqere tûne... Tirk ji vê yekê gellek aciz û nerazî ne..DYA ji bo ewlekarî û asayîşa İraqê alîkarîyê ji Tirkîyê naxwaze, lê dixwaze dehan hezar Peşmerge bişîne ji bo Bexdayê..Gellek ji Kurdên me li dijî çûyîna Peşmergeyan in ji bo Bexdayê.. Ew naxwazin Peşmergeyên Kurdistan di şerê navbera Ereban de beşdarbin, xwîna Kurdan bête rijandin...Lê dewleta Tirk ji çûyîna Peşmergeyan ji bo Bexdayê ditirse û wekî mirina dewleta xwe dibîne.. Ew wisa bawer dikin ku Kurd ji wan bêtir hevpeymanên Amerîkayê ne.. Wê dema Zalmay Xelîlzad gotinên Erdoxanî ên li ser Kerkûkê wekî “bê nirx” destnîşan kir û qala “dewra Kurdan di şerê azadkirina İraqê de” kir, Tirk ji vê yekê jî aciz bûn.. Ji ber ku karbidestên Amerîkî wan û Kurdan li gel hevdu berawird dikin û piştgirîya Kurdan dikin..Tirk vê yekê qebûl nakin û naxwazin jî qebûl bikin ku, dewletek wekî Amerîkayê li gel “dîlên” wan baş an xirap danûstandinan bike û Kurd wekî aktorên sîyasî têkevin rojeva cîhanê..Lê herkes dizani ku, Tirk û Ereb û Eceman Kurdistan parvekirine û li ser axa Kurdistanê û dewlemendîya wê dewletên kartonî avakirine.. Heke yek ji wan dewletana bête ruxandin, Kurd dewleta xwe a serbixwe avadikin.. Axivtina Condeleeza Rice a duh li pêş Kongrê di derheqa vekêşana hêzên Emerîkî ji İraqê û encamê wê de ev yeka hanê wekî rojê derket holê..Ji ber ku Kurdistan dilê Rojhilata Navîn e.. Dewletên dagirker ên Kurdistanê li ser laşê Kurdistanê hatine avakirin û azadîya Kurdistanê mirina wan dewletana ye..Vê yekê Rice jî, dinya jî, musteşarê Mitê jî û hemû dagirkerên Kurdistanê jî dizanin..

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.