Ramyarî

AXAFTIN BI NAVÊ PARTÎYA ŞOREŞ-KAWA DI "KONFERANSA NETEWÎ YA BAKÛRE KURDIST

Alixan Aras · 22.07.2005 · 2 dîtin

Xûshk û birayên Aziz,

Di shertên globalizmê de lazime, ji her tishtî berê, cihê Kurdistan bê dîyarkirin. Bo me, partiyên sîyasîyên bakûrê Kurdistan analîzekî rêk û pêk pewîste. Heta niha tishtê ku li ser globalîzmê hatine gotin ne bese ji bo avakirina sîyasetekî kamil bo dîyarkirina cîhê Kurdistan li shert û mercên rojane da.

Globalîzm, tesîrekî mezin li ser shertên dunya yê kirîye, statûko û balansa kuwetan da hinek guhertin peyda kirîye. Bi taybetî, di rojhilata navînde statûkoya ku dijî rizgarbûn û serbixweyî ya Kurdistanê ye tê guhertin. Prosesa bo guhertina statûka ya rojhilata navîn bi her hal bo meslehet û berjewendî ya milletê Kurde. Pirsa serekeshî ewe ku hareketa neteweyî ya Kurdistan çawa û bi kijan sîyaset û organîzasiyonê bikaribe ji vî situatiyonê îstîfade bike ? Di tekoshîna 100 salîde yekemcare ku ev firsetên mezin derketîye hole û hatîye ber lingên partîyên sîyasîyên me. Lê mixabin, em wekî partîyên sîyasî ne amadene bo îstîfade kirina vî zurufî. Hinek caran wusaye, shertên partîyên sîyasî amade dibe, lê shertên xariç bo serketin musade nake. Di vî shertên rojaneda zurufên beynelminelî û heremî ber bi meslehata Kurdistan di meshe. Belam, wekî tê dîtin partîyên sîyasîyên bakûrê Kurdistan bê mecal û bê kuwetin.

Lê zurufên ku em di navdane ew qasî ne bê hêvîye ; dest keftinên bashûrê Kurdistan û teshîr bûna apocuyan îmkan û firsêtên teze peydadike. Qîymet bûna Kurdistan bi guhertinên rojhilata navîn mezin bûye. Jeopolîtîka Kurdistan her wekî tê zanîn dewlemendîya Kurdistanê ye. Dewlemendîya Kurdistan jî bi taybetî petrola Kurdistanê ye. Di shertên globalîzmê da, kes li halê milletên bindest na pirse eger ku meslehata wana taybetî têda tunebe. Yanî, di wextê « sherê sarde » berjewendîya siyasî û jeostratejîkî gelek muhîn bû, lê îroj meslehata îktîsadî ya yekemîn ewe ku milletên bindest çi peshkeshî wan polê tîcarî û iktîsadî dikin. Eger tutishtekî te tunebe kes nikare alîkarîya te bike. Ev prensîp esase û peyvendîyên navneteweyî li gorî vî dimeshe. Partîyên sîyasîyên Kurdistan jî dibê vî prensî her tim bidin ber çavên xwe. Bo xatirê vi prensîba globalîzmê bashûrê Kurdistan ewê bê guman serkeve. Kurdên bashûr sîyaseta globalîzmê ji kurdên bakûr bashtir û zûtir têgîhîshtin.

Kurdên bashûr, bi sherê xaliç de guhertina sîyasetên kuwetên mezin dîtin û li gorî wî vurde vurde xwe amadekirin. Ewan, ferqa sîyaseta Amerîka û Avrûpa jî dîtin. Avrûpa statûkocîye, lê Amerîka ne li gel statûkoya cîhanê ye û bi taybetî dijî statûko ya herema rojhilata navîne. Sîyaseta Amerîka bo guhertinên rejîmên diktatorî û otokratîke. Lê, Avrûpa ji bo gelek tishtan ku ne meslahata wî ye dijî guhertina rojhilata navîne. Kurd ne pro-Amerikane nejî pro-Avrupane. Kurd, nikarin carekî din wekî di dema « sherê sard »e ku bi piranî kirîbûn, bibin pro ev û ew dewletî. Lê berjewendîya milletê Kurd çi bixwaze bê guman pêwiste ku ew bê kirin.

Dema « sîyaseta perçegerî » buhurî, ji bo vî yekî, her partîyekî Kurdistanî bê shert û shûrt lazime ku bi bashûrê Kurdistanêra bikeve pishtgirtîyê. Mixabin pishtgirtî bê durustkirina alternatîfekî li bakurê Kurdistan ne mumkune.

Sîyaseta bakûrê Kurdistan ne li serheve û nejî mushtereke. Partîyên siyasî gelek ji kuwetda ketine û bê mecal mane. Hereketa apocîyan tu mecal û dînamîk nehîshtin di Kurdistane da. Feqet em partîyên din jî me bedilekî durust nekir. Prosesa ku em di navda derbasdibin qet wextî ewqas xirab nebû. Dewleta Tirk, her wekî tê zanîn, Kurdistan wêran kir û tu mecal nehîsht ku alternatîfekî teze derkeve holê. Bi destên apocîyan dînamîkên esasi hat tirpankirin. Ji bo vî yekî ne gelek asane ku alternatîfekî nû peydabibe.

Bo alternatîfekî nû du shert pêvîste; yek, lazime ku motîvasyon hebe, a dudan, dînamîke kî sîyasî bê amadekirin. Mixabin her dû shert jî ne amadene. Lê eger, partîyên ku mevcûdûn dest bidin hevdû dikarin bi imkanên xweyên yekgirtî hêzekî teze duristbikin. Bo vî jî pêvîste ku partîyên me ûslûp û metodên xwe bi guherin. Heta niha dîyar bû ku bi metod û ûslûbên kevn a sîyasî, yekîtî û xebata yekgirtî ne mumkune. Ev guhertin jî, mixabin ne asane. Bo guhertina ku em behsa wi dikin, du rê heye ; ya her partîyekî sîyasî bi serê xwe ewê xwe ji tengasîyan xilasbike û yan jî partîyên sîyasî pêkva ewê xwe ji tengasîyên xwe rizgarbikin. Rêya yekemîn dîyare ku di shertên rojaneda ne mumkune. Rêya duemîn, bi îmkan û tuanayên yekgirtî dibe bê realîzekirin eger partîyên meyên sîyasî dest bidin hevdû. Lê dibê ku em pêkva hewl bidin ku xwe ji tengasîyan rizgar bikin. Hewldanekî mushterek dibê bê organîzekirin.

Üslûp û metod grînge lê dibê siyasetekî mushterek jî bê amadekirin. Ev sîyaset dibê bê guman li ser shet û esasîyên millet û nishtiman bê avakirin. Em ne diwê qeneatêdane ku li ser esasîyên « Turkiyeçîtî » sîyaseta mushterek a nishtimanî bê avakirin, ava yek ; a dudan ewe ku, lazime ku em bizanibin ku li ser shertên Yekîtîya Avrûpa ku ji bo Turkîye hatîye pêshkeshkirin jî sîyaseta nishtîmanî a mushterek naye avakirin. Turkîyeçîtî, sîyaseta dewleta Tirke ku reddî hebûn û mafên milletê Kurde. Di shertên Yekîtîya Avrûpa dajî Kurd wekî aqalîyetekî jî ne bi zelalî hatîye tarifkirin. Esasên « Krîterên Kopenhag » tu tishtekî peshkeshî Milletê Kurd nake û ji bo me ew jî bi awakî din « turkîyeçîtî »ye.

Li ser van herdû shertan sîyaseta mushterek a Kurdistanî ne mumkune ku bê avakirin. Bo vî, dibê ku berî her tishtî li ser « turkîyeçîtî » û li ser shertên Yekîtîya Avrûpa sîyaseta Kurd a nishtimanî bê zelalkirin. Shertê pishgirtîya prosesa peywendîyên Turkîye li gel Avrûpa ewe ku di bê heqê auto-determînation a milletê Kurd bê qebûlkirin. Partîyên Kurd, bê ev sherta sîyasî hiç wextî nabe ku pishgirtîya prosesa daxîlîya Turkîye bo Yekîtîya Avrûpa bike.

Axirîn xal ewe ku, dibê herdû platformên partîyên siyasîya Kurdistana bakûr bibine yek. Du qolîya herdû platforman ne icraatekî bashe. Peshnîyara me ewe ku herdû platform di demekî zûda bin cem hev û yekîtîya xwe bikin yek.

Bi îhtîram û bi rêzên meyên hevalbendî û biratî.

Bi navê KAWA- Partîya Şoreş

Mehmet MUFIT

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.