Ramyarî

AV Û GERMA GLOBAL

Mamed deriki · 11.10.2007 · 2 dîtin

Tu kesekî bajarî ye; Roj ji rojê havîneke germ, nîve şevê ku tu ji xewekê şêrin hişyar bûye û ji xwêdanê rûnivînê te şil bûye, ewqas jî tu tî bûye, kû hema tu radibe û berê xwe dide sarincê, ku tu aveke cemidî vexwe. Lê mixabîn tu dinêre ku av tuneye!.. Tu xwe digihîne ber henefê (muslix) ku tu dest û rû yê xwe bişo, tu dibîne ku av naherike!.. Tu çûyî serşokê ku tu serê xwe bişo, lê tu dibîne kû dilopa avê tuneye!.. Tu çûyî daşirê (wc) ku… û ne dilop! …Dibe ku tu kesekî Gundî ye; Li deşta Mêrdînê, li deşta Sirucê, li deşta Muşê, anjî li Amedê te fêkî an pembo anjî te tûtin çandîye û av qet tuneye û her tuneye… Erd û çandinî yên te jî ku çawa avê dixwaze… Lê mixabîn av tuneye! Û her wiha erdê te salekê - du sala dibe beyar û dehere. Gelo hestê û ramanê te wê çawabe? Gelo tê çawa bike?Gelo hûn li ser vê qet rawestyane û fikirîne?Germa global jêre tê gotin, Yani; her ku dehere germahî ya Cîhanê zêde dibe. Demsal bê wext dibe. Ava Cîhanê cîh duguhere an kêm dibe. Erdê çandinyê jî, ji ber avdanî ya nezanî û bêpêwendî jî her ku diçe kepirî, şoraxî (çoraq) dibe û diqelişe, ku edî adanî (zad, zêdehî) pirr kêm dibe. Bi vê pêwendyê jî, gelek celebên (Cinsên) ajalan diqelihe… Û her wiha yeksane (denge) ya Cîhanê jî xera dibe.Yanî, li gor gotinên pispor dibêjin ku pêşî li vê nê girtin, xetereyeke pirr mezin berbi mîrovantyê ve tê! … Lewma hinek sazî yê civakên sivîl, li dewletê mezin û dewlemend, çalakîyek pirr mezin lidarxistin. Û bi navê “Dijraberî ya Qeyrana Kişwarî” ev organîze kirin. Di rojeke taybetî de ( ku nivîsa dirokê bixwe taybete) yanî 07 07 07‘an de, Şahî-çalakîyek mezin bi navê “Live earth” (Erdê Zindî anjî Jiyana Erdê) hate Organize kirin. Ev şahî, bi bernameyeke pirr berfireh û bi gelek Hunermendên bi nav û deng ku beşdar bûbûn û ev bername ya li seranserî cîhanê - li gelek bajarê mezin pêk hatibû û gelek televîzyonan jî ev zindî weşandibûn.Ev, ji bona bala hemû mîrovên Cîhanê bikşîne ser “Germa global” hatibû li darxistin. Lê ev çiqasî serfîraz bû ne diyare. Ji xwe serfîrazîya wê ku li Dewletên din ez nizanim. Lê ez dizanim, ku li Tirkîyê û li Kurdistanê bala pirr kesa nekşandîye an bala pirr hindik kesa kişandîye! Ji ber vê yekê, Rêvebirên Şaredarên Kurd û Şaredarî yê Kurdistanê û rêvebirên din jî û rêvebirên dewleta Tirk jî, ji bona vê qeyrana nêzîk, tiştekî nakin! Lê pêwîste ku tiştekî bikin. Wer xuyaye ku li Tirkîyê û li Kurdistanê, berpirsyar û rêvebirên Bajar, Bajarok û Gundan qet bergirî (pêşgir) li vê pirsgirêkê nagrin û ciddî nagrin. Belkî jî xeterdar nabînin û bawer nakin ku Welatê wanê jî, di demek pêşde wê bê av bimînin! Gelek tişt heye ku bikin. Lê Tiştekî herî hêsan heye ku wê jî nakin! Mînak; di vê mijarê de gel perwerde nakin, an hişyar nakin. Heta, ji bona vê xeterê kirdarî jî pêwîste! Ji bona ku bi kar anîna avê, paqijîya der dorê, birîna dar û daristana û hwd. Hîn li Welatê me: Ava ku em belasebes dirjînin pirr û pirre. Erdê xwe yê çandinyê ku hîn jî em nizanin av bidin. Darên ku heye, em deherin wan jî dibirin. Daristanê ku heye jî, em diqelihînin(kokê derdixînin, ku em zivistanî wan bişewitînin) Leşkerê Dewletê jî ar bi daristanê dixin û dişewitînin. Paqijî ya der-dorê tew nepirsin! Ku avîtinên bixeter (Kimyewî, tibbî, endustrî û avîtinên mala û hwd.) jî em ji hev nagerînin û bi nezanî çendikin der dora xwe… Rewşa bajar, avahî û xanî yên me jî, ji xwe li holê ye!Li welatê me, Bendav pirr kême. Cîhe ku pêwîstîya wê ji bendavê heye, bendav lê çê nabe. Bendava kû dixwazin çêkin jî, mixabîn li ser dirok û xwezayê tê çêkirin!… Li Welatê me, li Rojhilata navîn aramî tuneye! Di demek pêşde jî “Germa Global” ewê bêaramîyê zêdetir bike. Pêwîste ku em li xwe vegerin û heşê xwe jî bidin serê xwe! Rojê dereng badilhewaye! 20.09.2007

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.