Ramyarî

Artêşa Tirkiyê ziyanan dighîne berên çandinê ên Cotkarên navçeya ber sînor

Alixan Aras · 31.05.2006 · 2 dîtin

Li gor Gewahên ku ji PUKmedia re ragehandin, hat zanîn ku hind hêzên ji  aliyê  Artêşa Tirkiyeyê ve, hewil dan ji bo ku Cotkar û Şivanên Navçeya Naf Kwîz û Gundê Zawîta ên li ber Sînor, ji deverên xwe bar bikin. Û li gor agahiyan dexl û berên zeviyên wan gundiyan hatin kavil kirin ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve. Hêjaye gotinê ye, ku ev ne yekem care ku artêşa Tirkiyê  derbesî navçeyên ber sînor dibe, lê belê pir caran ev kar hatiye dubare kirin, û gelek gund ên wek: Dîrî, Bêde, Kare û Spîndar girêdayên Navçeya Berwarî Bala, topbaran kirin e.Tê zanîn ku Artêşa Tirkiyê operasiyoneke berfireh li dijî Cîgeh û Şervanên Rêxistina PKK, ji destpêka Meha Avdarê ve, pêk tîne. Pukmedia

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.