Ramyarî

Artêşa tirk, bi 240 hezar leşker amadekariya şerek dijwar dike

Alixan Aras · 20.04.2006 · 2 dîtin

Artêşa Tirk, bi 240 hezar leşker û bi hezaran tanq û topên xwe ve li ser tixûbê(sînor) başûr û bakurê Kurdistanê û li ser tixûbê bakur û rojhilatê Kurdistanê qerargeh danîn û amadekariya êrişêke berfireh dikin. Li gor ku ji aliyê medyaya tirk ve hatiye ragihandin, Artêşa Tirk, di bin fermandariya Fermandarê Giştî yê Hêzên Erdê Yaşar Buyukanit û Serokê Serpiriştî ya Hêzên Erdê Ergin Saygun de, bi 240 hezar leşker û bi hezaran tanq û topên xwe ve û bi piştgiriya hêzên hewayî, li ser tixûbê bajarên Şirnex û Çolemêrgê ya Bakur û Başûrê Kurdistanê qerargeh danîne.5 lîwa eskerHêzên taybet yên qumando ku ji bajarên Bolû, Keyserî û Ispartayê hatine veguhastin, ligel sê Liwayên heyî, du Liwayên nû jî, lê hatine zêdekirin, beşek ji van hêzên leşkerî, li derdorên çiyayên Gebar û Cûdî, beşek jî jê li navçeyên Çelê, Gewer û Şemzînanê yên bajarê Çolemergê û li derdorê bajarê Şirnexê hatine bicîhkirin. Ev serê demek e, sewqiyata van hêzên leşkerî, mihîmat, tanq û topan bi trênan û bi riya soşê, li ser bajarê Amedê ber bi tixubên vê herêmê ve tên rêkirin. Piştî derxistina yaseya ‘tekoşîna li dijî terorê’Li gor ku hatiye ragihandin, wê ev hêza leşkerî ku ji 240 hezar leşker pêktê, bi alîkariya balafirên cengê yên hêzên hewayiyên Amedê, dest bi operasyonan bikin. Balkêş e ku amadekariyeke weha, piştî derxistina yaseya ‘tekoşîna li dijî terorê’ û beriya serdana Wezîra Kar û Barê Derva ya Emeriqayê Condoleezza Rice tê kirin. Armanc ketina Başûrê KurdistanêBi qasî xuya dike, artêşa Tirk bî vê veguhastina hêza xwe ya mezin, amedekariya şerekî dijwar, li dijî Bakur û Başûrê Kurdistanê dike. Herçendî şereke weha li dijî çekdarên PKKê xuya bike jî, lê armanca bingehîn, artêşa tirk dixwaze bi vê mebestê bikeve Başûrê Kurdistanê û li wê derê nearamî û aloziyê çêke. Daku derbekî li destkeftiyên Başûrê bixe. Herweha artêşa tirk dixwazê bi vê yekê, tirs û xof li herêmê peyda bike. Daku tevgera kurdî, xwe ji helmên nû re amade neke.  Çav: Kurdistantv.netMihemed Eren/ Amed

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.