Ramyarî

Artêşa Îranê çiyayên Qendîl topbaran kir û jinek e kurd şehîd ket

Alixan Aras · 01.05.2006 · 2 dîtin

Artêşa Îranê carek e din çend deverên çiyayê Qendîl li ser sînorê Îraq û Îranê di navbera Serdeşt û Qeladizê de topbaran kir. Armanca artêşa Îranî ji vê êrîşê ziyangihandin û naçar kirina hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê PKK bi mebesta derxistina wan ji wê navçeyê. Li gor raporta nûçegihanê malpera PUKmedia li Qeladizê di encamê wê topbaranê de jinek e kurd şehîd ket û hejmarek e ji gundiyên wê navçeyê penaberbûn. Ji bilî ziyanên ku gihiştin pez û dewarên hevwelatiyên wê navçeyê. Ji aliyekî din ve nûçegihanên PUKmedia vê sibehê serdana çend navçeyên li ser sînorê Îraq û Îranê kirin wek: Sergelî Hacî ibrahîm, Îbrahîm şêlan û Qendîlê bicûk. Nûçegihanên me ragihandin ku hejmaek e mezin ji serbazên artêşa Îranê sînor derbaskirine û nêzîka 2 kîlomitran bi nav xaka herêma kurdistanê hatine. Her weha nûçegihanên me ragihandin ku çekdarên PJAK û PKK xwe amade kirine ji bo bikaribin li dijî vê êrîşê biseknin û xwe biparêzin.Pukmedia 

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.