Ramyarî

Aram Masîsê HPG dîsa bi tehdîdên xwe berdewam dike.

Çeto Omerî · 01.02.2008 · 2 dîtin

. Lê îcarê çerçowayê tehdîdên xwe berfireh kiriye. Piştî ku birêz Îbrahîm Gûçlî ji teref Aram Masîs (HPG) hate tehdît kirin Tiştê ku pêwîst bû ji alîyê kurdên welatparêz we hate gotin û nivîsandin. Ez li jêr nivêsên talî kul i malpera HPG de hatiye lêkirin bi temamî li jêr dinivîsim. Û dibêjim îroj pêwe HPG ji jîyana van kesên ku hatine tehdît kirin berpirsîyar e. Min di nivîsa xweyî dawîn de çend pirsan ji Aram Masîs kiribû vana dîsan dipirsim û hêvî dikim ku gelê kurd van pirsan ji HPGê bike. Di roja îroyîn de her kesek bi mêranî û eşkere xwedî li doza xwe derdikevin, tu çima xwe li paş navên tarî de vedişêr e? Ma heta HPG ya îroyîn çîye, di programa wê ya nivîskî de armanca wê çîye? Ma yê ku li balafirê de got: ez ji xizmetê re amade me kî bû? Ma yê ku Hîkmet Fîdan û gelekî din kûştin kî bûn? Ma ji M.alî brand, Yalçin Kucuk(kûçik) û Dogu Perînçek meztir dijminê kurdan hene? Ma ne demek ew mêvanên rojane ya deşta Bekaa bûn? ......................................................................... Bekoyê Ewan û Cemîlê Çeto dîsa li ser kar in!   31 Çile 2008 Aram Masîs Li çiyayên azadiyê ji bona di warê ragihandinê de em gelê xwe ji pêşketinan agahdar bikin, digel êrîşên dewleta TC’ê kar û barên me didomin. Xwezaya Kurdistanê ku xwe bi xêliyek spî xemilandiye, gerîlayên azadiyê ji bilî karên perwerdehiyê, bênavber radyoya Mezopotamyayê dişopînin. Yekane navgîna agahî sendinê radyoya Mezopotamyayê dilan ji bakur heta başur, ji rojhilatan heta rojava û ji çiya heta Îmraliyê dike yek. Ji bilî vê navgînî, li gorî derfetan em malperan jî dişopînin. Di demeke ku gerîla li her parçeyên Kurdistanê ji bona parastina gelê kurd di nava liv û tevgerê de ye, hinek şexsiyetên qaşo xwe kurd dihesibînin mahdên mirov diqelibînin. Yên ku PKK’ê dinasin, dizanin ku dema PKK kesek an komek li hember berjewendiyên kurdan bi dijmin re hevkarî bike çi tîne serê wan. Em tu kesî tehdîd nakin, pêwîst bike, wê bi awayekî paqij ji holê bê rakirin. Yên ku navên wan tê dayîn, bi hêviya ku werin ser riya rast û dev ji dijminahiya kurdan berdin. Di dîroka têkoşîna Tevgera Azadiya kurd de, her dema ku dijminên êrîş zêde dibin û dijmin lêdanên giran dixwe û di warê derûnî de li bin dikeve, wê demê hinek şexsiyetên xwefirotî dikevin dewrê û dest bi ewtînê dikin. Di malperên kurdên xwefirotî de, ev dîmen çend rojên hene û tenê ew û efendiyên wan dişopînin. Nexwe gelê kurd derdorên bi vî rengî qet cidî nagirin û roja ku pêwîst dike jî bersiva wan dide. Ez naxwazim nav bidin, ji ber ku wê rûpela malpera me ya ku bi xwîna şehîdan ava bûye û nirxeke herî pîroz a gerîla û gelê kurd wê bilewtîne. Her kes dizane ku rêxistinên fena HAK-PAR, Kurd-Der’a berê ya Şaxa Amedê, malperên Rizgarî, Kovarên Çira û Serbestî ji dijminê gelê kurd re xizmet dikin û piştgirî ji wan digirin. Di nav gelê kurd de jî tu îtîbara wan nîn e. Dema ku li Amedê Kurd-Der çalak xebatên xwe dikirin, ji rêveberiyê bigirin heta endamên wan baş têne nasîn. Balkêş e ku endamên wan tev jî yên ku ji hêla saziyên legal ên Tevgera Azadiyê ve hatibûn qewitandin. Ciwanên ku di salên 2002-2004’an de li Zanîngeha Dîcle xwendibûn wê bizanibin van ciwanên di bin sîwana JÎTEM’ê de çawa qontratî dikirin û provakasyonan derdixistin. Dîsa van qontrayên ku ji hêla Kurd-Der’ê ve dihatin parastin, çend caran li pişt wan polîs çek li ciwanên welatparêz kişandine. Niştecihên taxa Baxlara baş dizanin ku, van qontrayên ku endamên Kurd-Der’ê bûn, li ser navê PKK’ê civînan lidar dixistin û bûne sedema gelek girtinan. Vanan aşkere dikirin û dijminê har, qet ji wan re deng nedikirin. Ev sazî û rêveberên wan em baş dizanin û dem bi dem sohbetên me jî bi wan re çêbûne. Di nav gotinan de me ji wan re gotiye ku ev tiştên ku hûn dikin ne rast e. Bes wisa dixuye vanan îxanetê ji xwe re kirine kurm. Fena sîsarkan rantê li ser nirxên başûrê Kurdistanê dikin û me wekî dijminê nirxên li başûr dikin. Lê rewş ev e ku ji bona yekîtiya netewî çi ji destê me hatiye me kiriye û em hê jî dikin û di warê siyasî û aborî de jî hevkariyên me di asta herî jor de ye. Gelê başûr jî bi vî çavî li me nanêrin û yên ku dijminahî li hember wan bike wê me li hember xwe bibîne. Niha jî yên ku van karên organîze dikir, di malperên kurdên xwefirot de dev dirêjahiya gelê kurd dikin. PKK terorîs îlan dikin, HPG’ê jî wekî Hêza Înkara Gelê kurd binav dikin. Zarokên vî gelî ku ji bona azadiya çar parçeyên Kurdistanê her canê xwe jî didin û ev navê me yê bi kurdî ku bo me pîroz in, wekî navên ermeniyan binav dikin. Ji bîr nekin ku van têgehan bi dehan salan berê TC’ê bikar dianî. Ji van derdoran re careke dawîn em dibêjin, ji dîroka kurdan dersan derxin. Nebin Bekoyê Ewan û bihêlin Mem û Zîn bila li welatekî azad bijîn; nebin Cemîlê Çeto bila Mala Aliyê Ûnis careke qir nebe; nebin dijminê qewmê xwe bila kewên Gozelê xwe ji vî navî rizgar bike. Ev hişyariyek e. Ku em bixwazin hinekan tehdît bikin, wê di heman rojê de pêk bê. Hûnê derfeta li ber derê efendiyên xwe daxuyaniyê jî nebînin. Bes bi em bi kurmikên wisa re niha mijûl nabin. Lê ev kurmik her biçe mahdên me li hev bixe, wê demê jî ew tiştên ku tê gotin, wê pêk bê.

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.