Ramyarî

APÊ CASIM ( 1908-1998) - Sedsalya Casimê Celîl

Eskerê BOYîK · 19.11.2008 · 2 dîtin

APÊ CASIM ( 1908-1998) - Sedsalya Casimê Celîl Eskerê BOYÎKAPÊ CASIM-100 ( 1908-1998)Sed salya Apê Casim jî hat…Ew yek ji nivşên rewşenbîrya kurdaye ewlin bû li Ermenistanê, hîmdarekî edebyet û çanda kurden Sovêtê. Navê wî jî rex navê Hecîyê Cindî, Emînê Evdal, Cerdoyê Gênco tê danîn. Wek wan ew jî sêwîkî qetlema Roma reş a salên hîjda bû, ku ji alyê Xwedê va bi teherekî ji devê mirinê xilaz bûbû û ji salên 1930 da, tevî wan, li ber tevna demezirandin û pêşdabirina rewşenbîrya Kurden Sovêtê runişt, temamya jîyana xweye dirêj xizmetî çêkirin û hûnandina nexş û awazê wê kûltûra delal kir.Casimê Celîl sala 1908 a, li gundê Qizilqulê, navça Dîgorê, qeza Qersê ji dayka xwe bûye. Zarotîke pir dijwer para wî ketibû. Hê tifalekî çûk, haj xêr û şerê cihanê nîbû, dest bi Cenga cihanê ya ewlin bû. Şer timê jî bi xwera dijweryan, qetil û zulmê, belengazyê tînin. Zulma herbê gihîşte wê deverê jî, wî gundê Êzdyayî biçûk… Wê demê ew herêm diket nav hidûdên Rûsyayê. Rûsyayê da Şorişa Oktobirê li serketibû. Bolşêvîkan hukumdarî hildabûn destê xwe, welêt da dest bi şerê bajarvanyê bûbû. Her tişt ser û binî hev bûbû. Hidûdên Rûsyayê li Kavkazê herifi bûn. Qewatên rûsa ji wur kşayan çûn. Ew bûyar ji bo evdên wê deverê bûn weke keresetekê. Kaos û neqanûnîyê her cûrê jîyanê hildabû nav xwe. Dever zeyîf û bê hêz mabû. Dewleta Ermenya, ku nû hatbû demezirandin, ewqas bi hêz nîbû, ku karibya pêşya xezeva Roma Reş bigrta. Tirk jî hîvya bûyarek usa bûn. Ji wan ra mecal çêbûbû hucûmî wê herêmê bikin, dagerkin. Ew dever bû cîyê şêrr, qetil û qirrê. Dutîretî kete li navbera Kurdên musulman û Kurdên Êzdî jî. Roma reş berê şûrê xwe tevî Ermenyan usa jî da Êzdiyan. Ezdyên herêmên Wanê, Îdirê, Qersê cî û warê xwe hîştin û tevî Ermenya berbe kûraya Kavkazê revîn.Mala bavê Casim jî revyane Ermenistana îroyîn, li gundên Êzdiyan yên berpala çîyayê Elegezê. Ji şûrê xezeba Osmanyê xilas bûn, lê nikaribûn tofana xelayê û nexweşyan xilas bibin…Wê demê Ermenistan wêran bûbû, ji her alya va xelkên Ermenî û Kurdên Êzdî ji qir, bir, zulm û zorê bi teherekî xilasbûyî, serqot, pêxas, birçî, tazî direvyane Ermenistana îroyîn. Tu mecalê jîyanê li wur ne mabûn, pêra jî hêzên Roma reş wek lêyîke mirinêye wêrankirnê dikşyan berbi wur, dixwestin li ser Ermenistanê ra bigihîjne Bekûyê.Ji xelayê, nexweşyan, şerên navxweyî û şûrê leşkerê Roma reş koka xelkê hat. Ji mala wan tek Casimê biçûk dîmîne û wî jî evdên xêrxwez didine sêwîxanê. Berê li sêwîxana Alêksandrapolê (niha Gumurî), paşê ya Celaloxlyê (Stêpanavan) û Yêrêvanê da dimîne.Çiqas jî jîyana sêwîxanê bi êş, telî-tengasî û dijweryan tije bû, lê dîsa jî sêwîxanêda mecalê jîyanê hebûn, tevî zaroka gişka dihate xweyîkirin, mekteba sêwîxanê da dixwend, zimanê ermenî hîn dibû, çand û edebyetê ra dibû nas, di nava dijweryan da digihîşt, qal dibû. Gotinên pêşyan rastin, dibêjin: „ Dewya tengasyan fireyî ne“. Ji pey derketina ji sêwîxanê, salên 1927-1930 î mektebên leşkerî yên bajarên Bekû û Tilbîsê da dixûne…Rîya jîyanê wî berbi karên leşkeryê nabe. Wan salan desthilatdarya Sovêtyê gelek mecal gelên welête xwe, yên kêmjmar ra vekiribûn ku wan paşdamayîna dewrana derxin. Kurdê weletê Sovêtêra jî mecalnen baş vebûbûn. Lê ji bo wî karî rêva bibin, di nav kurdan da kadrên zane, yên wî warî da jêhatî û xwendî pir kêm bûn. Casimê xort jî berê xwe dide wê meydana pîroz. Salên 1931-1932 dibe berpirsyarê Têxnîkoma (xwendinxana) Kurdî ya Pişkavkasêye pêdagogyê. Xwendinxanê salên heyîtya xwe da karekî pir mezin kir, çawa ji bo mektebên gundên Kurdan hazirkirina mamosta, usa jî kadrên zane ji bo karên nûye kurdewaryê.Sala 1932 ew derbazî weşenxana Ermenistanê ya dewletê dibe, wek serokê beşa weşenên kurdî dixebite. Wê demê karekî berfire weşena kitêbên zimanê kurdî dest pê kiribû. Mektebên gundên Kurda da xwendin bi temamî zimanê kurdî bû. Kitêbên dersan bi kurdî dihatin weşendin. Bi rêdaktorî û berpirsyarya wî pirtûkên dersa yên zimên, hesava, fîzîkayê, kîmîyayê, gêogirafîyayê û hvd têne weşandin. Ew usa jî rêdaktoryê pirtûkên kûrdî yên edebî, folklorî dike, helbesta, destana, gotara dinivîse, berevokên berhemên nivîskarên Kurden Sovêtê hazir dike, wergera ji zimanê dereke dike û diweşîne…Gerekê bê gotin sala 1934 a 14 nav, lê sala 1935a 20 nav kitêbê bi zimanê Kurdî tên çapkirin. Wê demê çapkirina ewqas kitêba karekî rehet nîbû.Dijweryên rêjîma dîktatorya stalînîzmê dawî wî karê wanî kurdewarî tîne. Ew hereket, kel û karê li nav civaka Kurdên Ermenistanê da destpêbûbû nîvcî da qut dibe. Ocaxên kûltûrî, çandî, zanîstî, perwerdeyî, ku hatibûn vekirin têne girtin. Elfeba latinî-kurdî bi qirara Moskvayê tê betalkirin.Casimê Celîl berê xwe dide xwendinê, êdî temenê sî salî da, sala 1938 a zanîngeha pêdagogyê ya ser navê Xaçatûr Abovyan, li bajarê Yêrêvanê, beşa ziman û edebyetê da dikeve xwendinê. Ji pey qedandina vê zanîngehê ra bi dûreke usa jî beşa hiqûqê ya Unîvêrsîtêta Yêrêvanêye dewletê diqedîne, çend sala wê govekê da kar dike, dibe berpirsyarê Mektebeke Yêrêvanê ya êvarê.Nîvê salên pêncîyî, dîsa, ronayîke geş li komara Ermenistana sovêtê wê para gelê me ra vedibe. Sala 1955 a, dema di radîyoya Ermenistanê da para axaftinên zimanê Kurdî vedibe, ew sê sal û nîva (ji 1 ê yanvara s. 1955 a, heta gulana sala 1958a) berpirsyarî li wê parê dike, paşê dîsa li wurda penc û nîv sala , heta dêkabira sala 1963ya wek serokê beşa mûzîkayê û edebyetê dixebite. Kêfa wî jî pir bi kilam û sazbendya gelêrî ra dihat. Digotin eşq û hizkirina folklorê, xazma bilûrvanyê, dengbêjyê hê zarotyê da dilê wî da hebûye. Min nedît, lê ji hevalan min pir cara dibihîst derheqa bilûra wî da. Digotin bilûra wî heye û xweş lê dixe.Hiskirna wî berbi kilam, reqas û sazbendya gel ewqas mezin bûye, ku ew salên sîyî tevî xebata xweye hîmlî diçe nav kurdên nehya Telînê û koma kilam reqasê hazir dike. Ew kom olîmpyada rêspûblîka Ermenistanê da ser dikeve paşê olîmpyada bajarê Moskvayêda bi serketin kilam reqasê Kurdî derdixe meydana welêt.Radyoya Yêrêvanê para xeberdanên Kurdî hema rojên xweye ewlin da dest bi karekî kurdewarîyî mezin kir. Wan salan bingeha dengnivîsa stiran û mûzîka Kurdî li Mala Radyoyê da dihat danîn. Karekî pir dijwer û pîroz dimeşya. Wê demê li nav kurdên Ermenistanê da ne komên dengbêjyê, ne jî dengbêjên profêsyonal hebûn. Sazbendên (defçî-zurneçî) dewata bûn û evdên dengxweş ku bi kêfa xwe, ji xwera li nav heval - hogirada distiran.Bi rastî jî wan salan, xebatkarên radyoyê yên para kurdî karekî pir hêja û mezin kirin. Ji gund û warên kurdan, him dengbêjên dengxweş, him jî kilamên xweş dibijartin, yan tanîn Yêrêvanê bi roja malê xweda xweyî dikirin, yan ew diçûne cem wan, li ser kilamê, mêlodya wê bi kolêktîvî dixebitîn, heta stiran dikirne qalibekî hunurîyî bilind, bi deha cara dicêrbandin, paşê bi radyoyê didan… Ji bo wê çendê jî stiranên kurdî yên Radyoya Yêrêvanê tê bêjî ji warê ziman, naverok û mêlodyayê da bê kêmasî ne, kevn nabin û ji alyê her herêmeke Kurdistanê da bi hizkirin tên guhdarîkirin. Nîveka salên şêstî ew derbazî jîyana wa gotî rehetbûnê dibe, naxebite: karên xweyî nivîskaryê, afrandaryê va mijûl dibe. Ji sala 1972 girtî, deh sala, dîsa berpirsyarî û rêdaktorya weşena zimanê kurdî li weşenxana Ermenistanêye dewletê da dike. ***Rîya wî ya afrandaryê salên sîyî da dest pê dibe. Wan sala gotar, efrandinê bedewetyê û wergerên wî rojnema RYA TEZÊ da tên wêsendin. Helbest û destanên wî berevokên efrandinên Kurdên sovêtê da cî digrin, paşê ew bi xwe wan berevoka hazir dike. Bi zimanê ermenî medya rêspûblîkayêda pêşda tê. Çend efrandinên Nivîskarê Ermenyayî mezin Hovhanês Tûmanyan, yên şayîrê Rûsî dinêeyan Alêksandir Pûşkîn, „Sîamanto û Xecêzerê“ destana şayîrê ermenî Hovhanês Şîraz werdîgerîne Kurdî û bi berevokên başqe diweşîne. Wê demê ew usa jî çend xebatên K.Marks û V.Lênîn tevî R. Dirampyan û Nûrî Hîzanî werdigerîne kurdî. Bi wergera wî gelek efrandinên Nivîskarê rûs û ermenî bi kurdî hatine weşandin.Eger ez şaş nabim di nav nîvîskarên Kurdên Ermenistanê yên wê demê da helbestvanê herî bi zimanê Ermenî hatye wergerandin û çapkirin Casimê Celîl e.Salên 1936 û 1953 a du almanaxên berhemên şayîrên Kurd bi zimanê Ermenî hazir dike û diweşîne, kîjan ji alyê xwendevanên Ermenî va bilind tên qebûlkirin. Berevokên helbest û destanên wî ewlin bi zimanê ermenî hatine weşendin: Sala 1954 a berevoka Elegez, sala 1955 a Beyt-serhatyêd kurdaye evîndaryê, sala 1957 a Kanya dê. Efrandinên şayîr hîmlî ji alyê şayîrêd ermenyaye navdar, xêrxazên gelê me Soxomon Taronsî, Vaxarşak Norêns, Mikirtîç Xêranyan da hatine wergerandin. Wan him kurmancî û him jî zargotina me rind zanibîn. Tevî helbestên lîrîkyê, welethizyê usa jî wan berevoka da gelek nîmûnên zargotina Kurda bi veçêkirina wî cî girtine. Ji wanane Bêrîvanê, Dewrêşê Evdî, Memê û Eyşê, Sindirnebat, Hikyata Delî Ahned û Delî Hemze, Sêva Haco, Dim-Dim, Syabend û Xecê û yên din. Şayîr xwestye ruhê dema xweva wan girêde, xwendevanê ermenî zengînya zargotina gelê Kurda bide nasandin û wek zanîna xwe ruhekî nû bike nav wan destanên gele klasîk.Berhemên Casimê Celîl usa jî bi zimanê Rûssî, gelek zimanên gelên welatê Sovêta berê û cihanê hatine wergerandin.Sala 1968 a Moskvayêda berevoka wî bi navê „Rê û dirbên wede“ (Dorogamî vremyon) bi zimanê rusi tê çapkirin…Bi vê berevokê xwendevanên weletê Sovêtê ye pir mîlyon ra mecal çê dibe efrandinên Casimê Celîl ra bibin nas.Heta sala 1960 î berhemê wî bi firetî yan almanaxên nivîskarên Kurd da, ( payê wanî pirê ewî bi xwe hazir kirye û weşendye) yan jî bi zimanê ermenî çap bîne.Sala 1960 î li Yêrêvanê, berevoka wî ya halbest û poêman bi zimanê kurdî hate weşendin. Navê wê berevoka berfire Rojên min bû.Vê berevokê da tevî helbestên weletparêzyê, derheqa biratî û pismamtya evdên weletê Sovêtê û mêrxwesya wan di herba cihanêye duda da dîjî faşîzmê usa ji destanên Kurdaye gelêrî Zembîlfiroş, Memê û Eyşê, Têlî Eyşê, Leylê û Mecrûm, bi veçêkirina şayîr û destanen wî Nado û Nazê, Sura Bircê, Cibrî û Cemîle cî girtine. Helbestên „Elegeza min“, „ Berbi çyayê Elegezê“, „ Berxvanê me“, „ Lûrî“ û gelekên din da Şayîr bi ruhê xortanyê evînê, bedewya çya û banya, huba dilê dê distirê. Sala 1966 a Ocaxa min (bi ermenî) , 1970 î Kilamê Çîya, 1975 a Oda Kurda , sala 1980 î Kurdê Bengî, sala 1984 a Kofya dya min, peyra sala 1989a Bijare (bi kurdî) hatine weşendin. Sala 1982 a li Stokoholmê ji alyê Roja Nû va berevoka şayîre Zozan hate weşendinDi jîyana afrandaryêye devedevî şêst sala da wî bi deha berevokên helbesta, destana, wergera, kitêbên dersa jî pey xwe hîştin. Wek rêdaktor navê wî bin sedan pirtûkan da hatye nivîsar.Xisûsyên helbestvanya wî ne:-zarotya undakirî, weletê kal- bavan, sêwîtya giran.-kar û xebata evdên Sovêtê, biratya gelan, alîkarî û piştgirîya wane bêqelp..-şêkirandina wan mecal û mikanan sosyal-kûltûrî, ku qeydê Sovyêtê dane wê para gelê Kurd. Ji paşdamayîna dewrana, nexwendîtyê ew civak di nava çand sala da bû civakeke cihanêye pêşketî. Ji gelê Kurdî pirr mîlyon ra bû guman û hîvî, çira heyîtyê, xwenaskirin û xweparastinê, Vê civakê welatê Sovêtê da ne ku tenê kurdîtya xwe parastin, lê çand û mêjûyê gelê xwe derxistin meydana cihanî. - herba cihanêye dudan, ew cinayeta zulme xezeb, ku şayîr bi xwe navda jît, dijweryên jîyana wan sala tem kir, bû şedê bûyarên tiragîk. Bi çavê xwe dît ku altindarî bi qurbanyên çiqas mezin gelê sovêtê qazanc kir. Dema derheqa zulm û xwzeba herbê da dinivîse, pêra jî dibêje , raste me alt kirye, lê gerekê wê altindaryê, wê edlaya ku bi xûnê hatye destanîn bi xemxurî bê xweyîkirin.- li nav wan bîranînên bi keser da evîndarî wek ronayîk, wek şemaleke şabûn û dilxweşyê şewqa xwe dide ruhê helbestvanya wî.- bedewya xezayê, çiya û banî, cew û kanyê welêt.- hiskirin û hisreta weletê parçekirî, weletê bindest. Jiyana xerîbyê. Şerkarya kurdaye miletyê- azadaryê- evindarya wî berbi zargotin û diroka gel …Naveroka berhemên wî pircûre û berfireye. Meriv kare van xisûsyan berdewanke.Bi kitêba wî ya dersan „ Lîtêratûra bona dersxana V-VI“ şagirtên Kurd ji sala 1955 girtî heta salên 1990 dibistana da fêrî ziman û edebyeta kurdî bûne. Usan jî salên 30 î wî pirtûk ji bo dersxanên şeşa çap kirye.***Xeysetekî apê Casim hebû ku ji her kesî, rewşenbîrên kurde wê demê cuda dibû. Ew hiskirna wî bû berbi wan kitêb, rojneme, kovar û bi tomerî berbi wan hemû dokûmêntan ku derheqa Kurda da bûn. Bi salane wî ew hemû berev dikir, dikire qutya û dida li ser hev.„ Wexta merî derheqa C. Celîl da dinîvîse,- nivîskar Emerîkê Serdar pêşxebera berevokeke wî da dinivîse,- nikare wê arxîva dewlemend jî bîr neyne, ku bi hereketê wî mala wî da hatye berevkirnê. Niha ewqas qinyatê derheqa cimeta meda mala wî da têne xweyîkirinê, ku dikarin mûzêyeke tam bidine xemilandinê“. Dibêjin carekê cînar ji amojna Xanimê (pireka şayîr) dipirsin: „ Derê we tim vekirîye, kilît nakin. Hûn natirsin diz mala we talankin“. Amojna Xanim bersîvê wa dide: „ Mala meda kitêb û kaxazin. Diz jî kitêb û kaxaza hiz nakin.“Bûyareke kêfxweşyê û silavkirinê ye, ku lawê şayîr, zanyarê Kurdî bi nav û deng Celîlê Celîl ew arxîv guhastye Austryayê bajarê Wîenê û kitêbxana ser navê Casimê Celîl, li rex Înstîtûta Kurdzanyê, ku profêsor bi xwe demezirandye. Eva karekî kurdewarîyî pir hêja u kêrhatîye, pêwîste hemû dezgehên Kurdî di wî karî da alîkaryê bidin zanyar. Bi wê kitêbxanê kare dilê Ewropayê da merkezeke arşîv, çand û kûltûra Kurdî ya dewlemend bê demezirandin.***Çiqas jî dijwerî, nerazîbûn, carna jî dilsarî hebûn, lê dîsa jî ew malbeta rewşenbîrya Kurdên Ermenistanê ku nîvê salên sîyî heta salên nodî li Yêrêvanê civyabûn û bi hêz, bê berjewandyên şexsî li ser çand û kûltûra gelê xwe dixebitîn, di bîranîna min da wek ronayîke here geş dimînin. Teva jî bi dil û can xwe pêşkêşî wî karê pîroz kiribûn…Eger nav wanda dilsarî çê dibûn ew jî li ser tiştên şexsî nîbûn, li ser pirsgirêk û dijweryên wî karî bûn. Ji pey salên heftêyî ra rewşenbîrya Kurdî gihîştibû, xurt û bi hêz bûbû, mecal jî çiqas dîçûn ji alyê deshiletdarya komarê va kêm dibûn. Wek kanîke hêdî- hêdî biçike, diçikyan. Nerazîbûn çê dibûn.Bi sala berevokên hêjaye hazir neneşirkirî diman. Nivîskar bêhîvî dibûn, diketin pêsîra hev.Lê çi jî hebû tifaqeke navxweyî hebû. Demê şîn û şayan, eyd û salvegera wek malbetkê dicivyan. Mezinayî-biçûkayî, qedirgirtin-maqûlayî hebû. Karê tomerî kurdewarî bû.Niha ez difikirim, wekî wê demê jî wek niha berhemên zanyar û nivîskaran wa bi hêsanî bihatana weşandin, mecalê vekirina komela, tîatroyê hebya, malper hebûna çiqas pir tiştê bihata kirin…***Qet ji bîra min naçe. Sala 1970 î sed salya ewledê gelê Ermenî, hîmdarekî dengbêjya wane kilasîk, şehîdekî gênosîda Ermenya ya salên 1915-1918 a, xêrxazê gelê me Komîtas xitim dibû.Xelk pir qedrên mezin û şehîdê xwe zanin. Ermenîstanê bi heytehol ew salveger didane kivşê. Bawarkî temamya salê medya wan da gotar û înformasyonên here berbiçev wê derheqê da bûn. Kitêbên zanyarî, dîrokî, çandî, hunerî derheqa wî da pey hev dihatin weşendin, sazyên çandî, hunerî, rewşenbîrî, perwerdeyî, olî gişk wê salvegerê va mijûl bûn. Gund, bajar, mekteban da êvaryên derheqa jîyana wî, bûyarên serê wî qewimî saz dikirin, pey hev êvaryên edebî, hunerî, kûltûrî, konsêrt derbas dibûn… Bi gilîkî wê salê gelê ermenî bî ruhê wî ewledê xweyî pîroz va dijît…Eyane ku emekê Komîtas di berevkirin û weşendina stiranên kurdî da jî pire, li Bêrlînê dîploma wî ya qedandina xwendina sazbendyê li ser mûzîka kurdî bûye. Usa jî eyan bû, û hela şedê zêndî hebûn, ku bi çevê xwe dîtibûn çawa ew û kalkê min ( bavê dya min Ûsiv Beg), mekteba dêra Ermenya ya bilind da tev xwendibûn, hevaltî kiribûn, gelek caran Komîtas û hevalên xwe mala kalkê min bûbûn mêvan. Komîtas li wur dewatên kurda dîtibû, guh dabû sazbend û dengbêjan, bûbû evîndarekî dengbêjya kurdî. (Eva serhatîke dirêje). Bi alîkarya kurxatyê xwe Ahmedê Gogê min jî ji pey lêkolîn û îzgerya çend mehaye dûr û dirêj ra gotareke bedewetyê nivîsî û bi zimanê ermenî rojnemeke Ermenya AVANGARD ê da weşend. Gotar him ji alyê xwendevanên ermenî û him jî xwendevanên kurd yên wê komarê va rind hate qebûlkirin.Çendekî şûnda, ji pey weşendina gotarê ra KGB a Ermenistanê gazî min kirin…Gotera min derxistin û gotin, ku yekî gilyê min kieye, ku min berpirsarya rojnena AVANGATDÊ kirye li nav şaşyan, Ûsiv Beg mirovekî nijadperest, endemê partya ermenyaye nijadperest Daşnaka bûye, endemê parlamênt û hukumata dewleta Ermnyaye salên 1918-1920 bûye, axa bûye, dijminê weletê Sovêtê bûye, , nizanim çi, nizanim çi *…Eva êdî henek nî bû… Eger sala 1937 a bûya xilazbûna min tune bû. Wê demê jî ew sûcekî sivik nîbû. Karibûn ez bikirama Hebsê. (Paşê ez pê hesyam nivîskarekî meyî bi nav û deng gilyê min kiribû). Apê Casim him bi nivîs, him jî bi xwe hat û pişta min sekinî. Ez xilaz bûm.Qencî jî xiravî jî nayên bîrkirin. Qencî bi hizkirin, xirabî bi nifir û nelet tên bîranîn.***Di sala 1936 a da endemê Yekîtya Nivîskarê Weletê Sovêtê bû, sala 1954 a wek dêlegat tevî Hemcivîna Nivîskarên Sovêtê ya duda bûye, du sal şûnda tevî rojên edebyet û medenyeta Ermenistanê li Moskivayê bûbû, bi mêdala „ Ji bo başbûna xebatê“ hatibû rewakirin. Layîqî Hurmetnema Sedirtya Sovêta Rêspûblîka Ermenistanê bûbû.Bavê kurdzanên bi nav û deng remetyê Ordîxanê Çelîl (Dr. Pirof. Folklorzanê eyan), Dr. Prof. Celîlê Celîl (dîrokzan, folklorzan), Cemîle (sazbendzan), Zîna Celîl (werger).Zînê xudanê çend pirtûkane, ku wê wergerandîye ser zimanê rûsî û lîtovî) …Eger ewledên wî li nav gelê xwe da gîhîştine nav û dengê bilind, xizmeta mezin gelê xwera kirin û dikin, emekê bavê wan Casimê Celîl pire…____________________________________________*Bi rastî Ûsiv Beg wek nûnerê Êzdîya parlamêntê da hatibû bijartin û endemê tu partya nî bû. Partya Daşnaka partyake miletî ye. Heta niha jî xêncî Ermenya kes nikare bibe endemê wê. Ûsiv beg evdekî pir xwendî bûyê û di nava Kurdên Ermenistanê da (êzdî, musulman) bi hiskirin tê bîranîn).10.11.2008

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.