Ramyarî

Amnesty: Kurd li Sûriyê hîn di bin newekheviya rêjîmê de ne

Alixan Aras · 28.05.2006 · 2 dîtin

Rêxistina Amnesty ya navnetewî di daxuyaniya xwe ya dawî de ragihand hîn rêjîma Beesa Sûrî di binpîkirina mafên siyasetvan û çalakvanên mafên mirovan û jinan berdewam e , Amnesty di daxuyaniya xwe de ragihand rêjîma Bees li Sûriyê ji ber van binpîkirinan di tenahiyê de dijî, û gelek girtiyên siyasî di zindanan de jiyana xwe ji dest dane. Amnesty diyarkir rêjîma Beesa Sûrî dest bi şêweyekî din ji terorê li ser kesayetiyên siyasî kiriye û wan direvîne, herweha Amnesty diyarkir iqûba bidarvekirinê tê bikaranîn li Sûriyê, Amnesty diyarkir ku destê rêjîma bees di kuştina şêx Maşûq de hebû ji ber nerînên wî ên nûjen û rola wî ya xurt di nav kurdên binxetê de, Herweha Amnesty di daxuyaniya nivîskî de ragihand: rêjîma Bees bi tundî li kurdan vegerand di 12ê avdara 2004an û bi guleyan li gelê Kurd vegerand û bû sedem di kuştina 37 kesê kurd, Amnesty dît Sûriyê ji bilî sozan ti karî nake derbarî 300 heza kurdên bê nasname , ew berdewam e di dan û standina xwe bi kurdan re mîna welatiyên pileya duwemîn. Keskesor

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.