ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Alixan Aras · 12.05.2006 · 2 dîtin
Hunermendên bi nav û deng Kazo û Fatê ku ji bo çêkirina klîpekê hatibûn Kurdistana azad, li Hewlerê konserek ji bo pêşmergeyên Zêrevanî li dar xist. Xola Meşqa bi navê 26ê Gulanê bi rêûresmeke li Fermangeha Giştî yê Pêşmergeyên Zêrevanî perwerdeya xwe bi dawî anî. Li gel gelek nûnerên hikûmetê, partî û leşkeran hunermendên navdar Fatê û ji Koma Şîrwan Kazo û Rêzan jî bi konserekê tevli rêûresmê bûn.Hunermanda kurd Fatê bi strana xwe ya nuh a bi navê 'Pêşmergeyan Dewlet Danî' coşeke mezin xiste dilê pêşmergeyan.1000 pêşmergeyên ser bi Fermandeya Giştî ya Pêşmergeyên Zêrevanî û gelek leşkerên amerîkî li gel şexên erebên Mexmûr bi coşa stiranan tevli govendê bûn. Pêşmergeyan gelek daxwazîya stirana 'Pêşmergeyan Dewlet Danî' kirin û bi coşa stiranê li gel leşkerê Amerîka govend girt.Amadekar:Mehdi CilginÇavkanî :Hesen/ Hewlêr NETKURDC.A
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.