ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
M. Þerif MÜÞTAK · 20.10.2007 · 2 dîtin
Hêrsbûna Romareş li hemberî sîyaseta Emerîqan û sîyaseta tevgera Kurd bêçare maye. Dixwazin Emerîqan bi kişînin alîyê xwe û qehremanîya serkirdayetîya Kurdistan bişkînin, bi vê mebestê biryara mohleta leşker ji bo rêbikin Kurdistan derxistin. Tirko sîyaseta xweya li ser Kurdistana azad gûherandin sîyaseta şer û rûbirû dest bi tehdît kirina DYA û YE kirin e. Jiber ko Romareş pirsa Îraqê û Kurdistanê ji pirsa yekitiya ewropayê girîntir dibînê û ev jî çewtiyek dagirkirina herêma Kurdistanê ya stratejîk e. Bremen / 19.10.2007 / Serokwezîr Erdogan dibêjê „Di kûdêrere zirav dibê bila di wire bi qetê, emê bi kevin nav axa Kurdistana azad, em ji hesab û danêre jî amade ne“. Bi vê mebestê Meclisa Tirk ji bilî 19 dengan, bi 507 dengan piştgirî ji nîjadperestîyêre kir û ji bo têkevê axa herêma Kurdistana azad li dij gelê Kurd biryar wergirtin. Gotinek ya bavûbapîran heye: Di bêjin “Ko hilweşandina Morîyê tê, çengên wê çêdibin” Rewşa dewleta Romareş jî dişibê vê kevnegotina bavûbapîran. Kurd, Emerîqan, Alman, Ingilîz,,,,,,,,, Rûs û hw ko kî pozitîf di derheqa Kurdande bi axivê, zilma ko Tirk li Kurdan dikin ne pejirînin, Romareş wê got ew PKK ne. Niha jî kî dibêjê Romareş hûn nikarin bi Kevin Kurdistana azad, ne ji mafê heweye, ji wanre dibêjin “Ew PKK ne hevalbendîya PKK û terorîstan dikin”. Ma weye kî hevalbendîya Romareş nekê, rexne bike ew PKK ye, piştgirîya PKK û terorîsta dikin? Gelo Romareş ma te çi ta di navbera xwe û gelê Kurdde neqetayî hiştin e? Wêca ez Romareş ne ko tenê rexne dikim, ez Komara bêbavê Kemal bi wan êrîşên bêhempa ko liser gelê Kurd-Kurdistanê dikê, bi tûndî tawanbar dikim û tif jî dikim serû çavên vê komara rûreş ko herwextî destê wê di nav xwûna gelê Kurd û Kurdistande ye. Îro rojeke tenge lê pêşî fereh di xwîyê. Bila hemû Kurd weke mi tif bikin nav serûçavên komara Kemalê bêbav ko li ser bingeha inkara gelê Kurd-Kurdistan hatîye damezrandin. Ji Tirka weye ko Kurd Kurdên berêne, rewşa Kurda weke heyamên borî ye. Di fikirin ko Kurd li bendêne hema baş-xirab ko radyo an şaşa televîzyonekê nave Kurda bi kar bînê. Nizanin ko Kurd xwedî serwerî û berpirsîyarîya sîyasî ne. Tirk hêjî napejirînin ko di rojhilata navînde Kurd ketine nav hemû hisab-kîtab û biryarên hemû cîhanê de. Biryara Meclisa Tirk biryareke bê hempa û bêhesab e. Kurd di karin li dij wê biryara ji bo imhakirina gelê Kurd, di warê sîyaseta navxweyî û sîyaseta dîplomasîde encamên baş bi dest bêxin. Pêwistîya sîyaseta biratî, Kurdistanî derkevê pêş û wext dîsa neborê. Rizqên biryara Meclisa Tirk ji feydê wan bêhtirin. Li dij vê Kurd di Karin berjewendîyên xweyê Milli-Neteweyî, dîplomasî pêşde bibin û pêşya sîyaseta Kurdistanî baş fereh bikin. Bi bawerîya mi Romareş rê liber yekitîya neteweyîya gelê Kurd da vekirin. Bila ti rêxistin, şexsîyên Kurd nebin sersebeba vê firsetê ji dest gelê Kurd derkevê. Bila em firsetê bidin hev di şaşa televîzyon, Radyo û rojnameyande karibin baş nîqaşan bikin li hev bigerin, bi hev bi şêwirin û rê li mejîyê Kurdewarî- Kurdistanî bidin vekirin enîyek ava bibê. Ev ji bo hatina jîyana zarok û nevîyên gelê Kurd e, rê lêgirtina êrîşên hovane ya Romareş e. Bila fikir û ramanên cida cida ne sersebeba ji hev dûr ketina yekîya Kurdistanî-Neteweyî bê. Ji bo berjewendîyên neteweyî wextê li hev rêzgirtinê hatîye. Proja sîyaseta PKK moral da dijmin, li ser gelê Kurd bêhtir kirîye êrîşkar. Pêwiste PKK sîyaseta xwe di ber çavre derbas bikê, lê çi dibê bila bibê, lê bila Kurd rê nedin nexweşîyên nav xweyî. Bila bi aşîtîyane bidin bistînin û pirsgirêkên nav xweyî çareser bikin Ev nêrîna mi ji bo berjewendîyên gelê Kurd e. Ko xeta Kurdistanî derkevê pêş morale dijmin wê hilweşê, moralê Kurdistanî wê derkevê pêş. Hingî wê kevir û kûçên Kurdistanê jî dijmin nehewînin, gel wê ji hemû bedelanre amade bibê. Bê şik û şibhe gel ji hemû fedekarîyanre amadeye, lê morale Kurdewarî- Kurdistanî û millî ji bo gelê Kurd gelekî giringe. Divê kes nebêjê ev kopalê min e. Divê herkes bibêjê eva ez û bi kopalê xweve ji bo yekîtî biratî û berjewendîyên Kurdistanî li hemberî dijminê Kurd-Kurdistan amade me. Herkes bi yek dengî bibêjê “Bijî serkirdayetîya sîyaseta Kurdistan” Ji bo miho karibê naveroka vî karî dagirê ”Bedel wê çibin?” Ma ji bo Kurdistanek azad û serbixwe hijmara şehîdan hindiktir bibin an gelektir? Jibo sîyaseta navxweyî û dîplomasî xwirttir bibê an lawaztir? Ma xwisara aborî, şer û dijîtîya navxweyî nebes e, ma çi pêwistî pêheye kû Kurd bêhtir bibin perçe, di nav xwede terorê bikin, ji hev bi tirsin hev xencer bikin û qet bibin? Ma piştgirtin û arîkarîya aborîya ko gel dikê jibo dijminatîya navxweyî û qet kirinê ye? Ma ko tevgera neteweyî van kêmasîyan nekê YE, DYA û hemû cîhan wê li Kurda bêhtir pozitîf nenêrin? Ji ber van nexweşîyên navxweyî ma wê heya kengî Kurd bindestbin û aborî wê di tinebûnêde bimînê? Dilêş û kina ko van rojan di dilê mede gihaye herî qada bilind û bi mire pirskirina van pirsa derxist pêş. Hevîdarim ko ev pirs pirsên hemû welatparêzên Kurd bin Em tev bi kûl û kederên “Yekîtîya Neteweyî” ne, lê em herkes xwe ji kêmasî û şaşîyên rêxistina xwere navmilnivzîyan dikin, zerer zîyanê didin Mejîyê Kurdistanî û Kurdewarî gelo çima? Wexta ko şerê Kendavê derketî hingî roj roja “Yekîtîya Netewî” bû gelo çima bi paş dikevê? Gelo ji wexta “Şerê Kendavê” û virde Kurda çend şervan ji hev raxistin ma hêjî nebes e? Bila hemû welatparêz û sîyasîyên Kurd şewqa xwe danin ber xwe pirsa ji xwe bikin çima? Weke korê di şeva tarîde li Tirka hatîye. Şer ji Iraq xilas dibê ew di xwazin ji nûve şer têxin nav xaka Kurdistana azad, bi mebesta PKK Kurdistana azad hilweşînin. Tirk di fikirin menfîeta wan di şerê Kurdistana azadde heye. Na fikirin ko herin şerê Kurdistana azad wê bibin sersebeba damezrandina “Kurdistana mezin”. Divê em hemû li dij Romareş bi madî û manewî ji hemû bedelanre amade bin. Em yek netewene zerer zîyan, êş û jana dilê me yek e. Di van rojên tarîde em bi hevre derkevin pêşberî dijminê gelê Kurd, pêşberî Artêşa Romareş û sîyaseta wayan bi qirêj. Bila cîhan liserserê Romareş bi hejê. Em Kurdistana azad bi canê xwe sênc bikin. Pêwiste hemû îcraat derkevin hole. Kî çi qewet hebê bi qeweta xwe derkevê pêşberî dijmin. Divê Kurdên bakûr li dijî êrîşên Romareş derkevin û di Anatolyayêde tiştên pêwist çine li gorî kiryarên dewleta hov Kurd jî dest bidin berxwe. Tirk di xwazin di Kurdistanê de çi bikin, bila Kurd jî di Anatolyayêde xwedî plan, sitratejî û hazirîyên praktîkî bikin. Bi Kurtayî Hêrsbûna Romareş li hemberî sîyaseta Emerîqan û sîyaseta tevgera Kurd bêçare maye. Dixwazin Emerîqan bi kişînin alîyê xwe û qehremanîya serkirdayetîya Kurdistan bişkînin, bi vê mebestê biryara mohleta leşker ji bo rêbikin Kurdistan derxistin. Tirko sîyaseta xweya li ser Kurdistana azad gûherandin sîyaseta şer û rûbirû dest bi tehdît kirina DYA û YE kirin e. Jiber ko Romareş pirsa Îraqê û Kurdistanê ji pirsa yekitiya ewropayê girîntir dibînê û ev jî çewtiyek dagirkirina herêma Kurdistanê ya stratejîk e. 18.10.2007 M. Şerif MÜŞTAK Serif.muestak@gmx.de
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.