ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
H. Letîfî, Xwendekarê Kurd, Bi Cezayê Îd · 13.08.2008 · 2 dîtin
Komeleya Çalakên Mafê Mirovan li Îranê ragihand: Hebîbulah Letîfî, xwendekarê rişteya yasayê, li zanîngeha Îlamê û akinciyê bajarê Sine ku di meha Çileya Pêşîn a sala borî de, hatibû girtin, bi cezayê îdamê hate mehkûmkirin.Hebîbulah Letîfî, çalakê sivîl ku heyamekê jî endamê Komeleya Parastina Mafê Mirovan li Îranê bû, bi buxtana hevkarîkirin tevî girûpên dijber ên rejîma Îranê bi cezayê îdamê hate mehkûmkirin.Hêjayî gotinê ye ku navhatî di dema destbiserbûn di ragirtîgeha îdareya ewlekarî a bajarê Sine de, dikeve bin îskencê. Bi vî awayî navhatî tûşî xwînrêjiya gurçikan tê.Bi mehkûmkirina Hebîbulah Letîfî bi cezayê îdamê, hejmara çalakên siyasî û sivîl ên Kurd yên mehkûmbûyî bi vî cezayî, gihîşte 8 kesan ku navê wan bi awayê jêrîn e: Ednan Hesenpûr, Hîwa Bûtîmar, Ferzad Kemanger, Elî Heyderiyan, Ferhad Wekîlî, Enwer Husên Penahî, Erselan Ewliyayî û Hebîbulah Letîfî.Rojnama Agirî
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.