Ramyarî

Agadari...Agadari...Agadari..

Haci · 10.02.2007 · 2 dîtin

Agadari!!!
Birêz ……..
Ev nêzîkî şeş mehan e bi boneya pêşxistin û parastina zimanê kurdî, bi navê ‘KURDÎ-DER’ (Komeleya Parastin û Pêşxistina Zimanê Kurdî) me komeleyek ava kiriye. Navenda komeleya me li Amedê ye. Niha me le Wanê şaxa komeleyê vekiriye.
Me di nava komeleya xwe ya şaxa Wanê de bi navê ‘Pirtûkxaneya Feqî Huseyn Sagniç’ pirtûkxaneyek avakiriye. Armanca me ew e ku ev pirtûkxane li herêmê bibe arşîveke navendî ku her kesê bixwaze lêkolîn bike ji vê arşîvê sûd wergire. Ji bo ku ev armanca me pêk bê em ji hemû derorên baldar re piştgirî û alîkarî dixwazin.
Em hêvîdar in ku hûnê berhemên weşanxaneya xwe (her yekê yek) ji me re bişînin.
Ji niha ve ji bo piştgirî û alîkariya we em gelek spas dikin.
Tevî rêz û silavan.

Qahir Bateyî
Serokê KURDÎ-DER’ê yê Şaxa Wanê

Navnîşan : Cumhuriyet Cad. Öz-Gül Center İş Merkezi K. 3 No: 3 Van
Tel : 0432 215 64 57
GSM : 0536 509 65 37
E-Mail : kurdiderwan@hotmail.com

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.