ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
PAÞA UZUN · 22.01.2006 · 2 dîtin
Ez dixwazim rewsa Swêregê bi hawakî xwesik nîsan bidim ku, bira em bikaribin bûyerên ku di rojepês de tê serên me hemû kurdperwera bas bê famkirin, ji wan re îzahetek bê dîtin. Bê guman li Swêregê grûbên din jî hebûn, car ez bi dilpakîya xwe dibêjim ku piranîya xortên di nava van grûban de kar dikirin zarokên kurdan bûn û bi dilpakîya xwe di nav vê xebatê de cîyê xwe girtibûn, wan jî wek me, li gor dîtin, bîr û bawerîya xwe xebat dikirin 1977 an de DDKD li Amedê ava dibe, ji mehan, meha Îlonê ye. Li Anqerê îxtîdar di destê MC (Cepha Milliyetçî) de ye. Berî ku DDKD çê bibe me Komela Kultur Sevenlerê kiriye faalîyetê, û em karekî xurt didomînin. Raketin û rawestandin tune, gava em çend seata radikevin cilên me jî li me ye, her deqîqe em amade ne. Di demekê gelek kurt û intensîv de em pêwendîyên xwe bi her besên ciwatê re ava dikin. Di nav mamoste, memûr, necar, gundî û xebatkaran da heval û sempatîzanên me çê dibin. Di nava paleyê nîskan da em xebateke xwes dikin, sibê zû gava emele wê li qamyonan suwar bin, em jî li wir in, bi wan ra dipeyêvin, derdên wan guhdarî dikin û ji wan re wê çawa xwe organîze bikin nîsan didin, yek caran em jî bi wan re diçin ser erdan û kar dikin. Em diçin gundan, bi gundiyan re têkîliyê datînin, hevaltî, bîr û bawerîya wan qezenç dikin. Bi sevên tîyatroyê jin û qîzên Swêregê cara yekemîne ji hundirê malên xwe derdikevin. Tîyatroyê temase dikin, di nava molayê de helbest û kilamên kurdî guhdarî dikin. Bah û bîhna azadîyê dikin dilê xwe û vedigerên mala xwe. Dewranek nû destpêkirî ye, dayik û bavên ku qîzên xwe nasînin mekteban, gava qîzên wan tê Kultur Sevenlerê êdî zêde dengên xwe dernaxin. Wê tistek neyê serên qîza wan, dizanin û bawerî tînin. Nivsa DDKO hebûna kurdan îspat dike, nivsa DDKD ê, nexwesîya welatê me û çareserkirina wî di warê îdeolojî de tespît dike. Nivsa me jî vî dermanê çareserkirinê digihîne xelkê, ji xelkê re rêya xelasbûnê nisan dide û di warê pratîkê de wan serwext û mobîlîze dike. Li Swêregê rews ev e, ez naxwazim weke mêzîndar, kîjan grûbê di vî kar û barî de çuqasa alîkar bûye an keda wan çuqasa ye, li mêzînê xim. Ev kara ne ê min e. Dema ku DDKD ava dibe , reng û cîyên grubên dina jî belî bûye. Li gor bîr û bawerîya xwe hemû grûbên çep di nav hereka kurd de xwe nîsan dide. Perspektîfên çewt û sas dibe sedem ku gelek caran em bi hev ra ser dikin, weke dîkên li ser kulikan her grûb kulika xwe diparêze. Enerjî, wext û keda me bîleheq û bîlesebeb telef dibe. Bê guman ez dikarim bibêjim nîvê wexta me ji bo wê leca dîkan heba dibe. Herwiha li Swêregê hedîsên balkisandî destpêdikin. Ehlên Swêregê li mala xwe, li kuçan tên selandin, pîrek û qîzên xelkê rehîn tê girtin. Yên van karan dikin ji xelkê xûkê dixwazin, pere an jî zêr. Xelk ji fedyan nikare dengê xwe derxe, cesareta kê heye ku bibêje jina min an qîza min revandine. Mesala namûsê ye, meselekî hesas e, xelk bi dizî pere an zêr ji dost û nasan berev dike û jin û qîzên xwe xelas dikin. Kî vî karî dike kes nizane, bes li gor rîwayetan mahkûmên ku pista xwe dane axayekî yan jî esîreteke mezin van karan dikin. Îhtimale ku pirr caran xebera axa û esîretan tuneye ku, mahkûmên wan bi wan karan ve mijûl dibin. Êdî xelkê Swêregê êvaran newire derkevin der, pistî seat sesan herkes dikeve mala xwe û deryên xwe kîlît dike. Qahwexanên Swêregê êvaran vik û vala ye. Polîs û cendirme zêde naçe ser van bûyeran. Li kurdistanê û bi taybetî li Swêregê kurdperwerî di nava xwendevanan de her ku diçe fire dibe, bayê sîyasetê herî xurt di nav mektebe da ye, ew mektebên ku zarokên me asîmîle dikin, dibin argûnê agirê azadî û serfirazîyê. Xortên kurd di nav dîwarên mekteban de hem fîzîk û matamatîk hîn dibin û hem jî kurdperwerîyê kisf dikin. Kêfa dewlet û îxtîdarê ji vê pêsveçûnê re nayê. Mekteb li pê hev tên girtin. Bihana îxtidarê, pevçûna nav grûban e. Fraqsîyonên çep sibê heta êvarê bi hevra ser dikin, demança bera hev didin, ji ber vê yekê em nikarin perwerdeyê bidin domandin, mecbûr em mektebê wisa digrin. Lîseya Meslek a Swêregê tê girtin. Doba lîseya normal e, grûbên Swêregê tên ba hev, divê ew vê bihana îxtîdarê ji destê îxtîdarê bigrin. Li hev dikin ku tu kes wê li lîseyê belavok bela neke, forûm çê neke û bi hevre ser neke. Ji grûban yek vê biryarê nas nake. Ger ez ne xelet bim cara yekemîn di nava kurdperweran da demançe diteqe. Ji hevalên me yek û ji wê grûbê jî yek birîndar dibin. Cardin di wan rojan de di nava camêrekî TÎKOCÎ û hevalên DDKD ê de ser derdikeve, gule tê barandin, kes birîndar nabe. Demakî sûnda hevalên DDKD ê û TÎKOCÎ dikevin rûyê hev, di vê bûyerê de Remezan Can tê kustin û xortek birîndar dibe. Car bi car grûbên kurdperwer bihev dikevin bes ev cara yekemîn e jîyana xortekî heba dibe û xortek dinê heta ber destê ruhîstîn diçe û vedigere. Ew bûyer hemû pistî mitîngê destpêdikin, bûyer li pê hev tên, du û sê rojan carê hadîseyek çê dibe, sedemên xuya dike, di nava mektebê de forum, belevok belavkirin, an jî afîs pêvekirine. Dîvarên Swêregê bi sloganan hatîye xemilandin, hin car grûbek diçe, wan pak dike û sloganên xwe dinivisînin, ew jî dibe sedemên pevçûnê. Hewa sîyasîya Swêregê weke têlên tenburê tên jidandin. Xelk û xortên Swêregê weke li ser êstirîya rûnin. Herkes xwe dipê û diparêze. Bêdengiyeke giran daketîye ser Swêregê. Herkesî çav û guhên xwe bel kirîye, kes nizane rojên pês wê bixwe re çi bîne. 22 qasim 1978 ê de qedera Swêregê tê guhertin. Kulîlekî wek Ferîd jê dikin, lê dû Ferîd wê gelek kulîlk jêbin, bes xebera me tune. Bê hay û baya rojê pêsîn em hespên xwe xar didin. 1978 salek gelek girîng e, sedemên bûyerên rojên pês di vê salê de xwe eskere nîsan dide, girêkûrkên di nav salan de hatiye girêdan, yên van girêkûrkan girêdane mejbûr dibin, xwe nîsan bide, di warê sîyasetê de bi bejn û bala xwe dikevin meydanê. Li vê meydanê herkes cîyê xwe digre, kî çi dibê, kî çi dike li ber çava ye, tistekî vesartî tuneye. Derd û kulên salan gur dibe, zêde dibe, weke bi hezaran însan li dora agirê çaralî bin û pufî agir bikin. Mal û malbat sêlandin di vê salê de dibe hunerekî rojane, yên van kar û baran dikin dest û pîyên xwe li ba dikin û digerin, ji alîyê çek û cebirxanê kêmasiyek wan tune, dûrbîn, bombeyên destan, tivangên otomatik, her tistên wan heye. Gava davên ser malan, gunê wan bi kesî nayê, li gel wan ferqa jin û mêran tune, zarokan jî efû nakin. Esqîyayên bi an karan mijûl dibin, roj bi roj metodên xwe pêsta dibin, xwendin û nivisandin wan heye, berî ku bavên ser malekê, ji xwedîyê malê re name dinivisînin, di bin van nameyan da navê DDKD ê heye, divê yên piçekî hes li sêrî heye bifikire, li welatê me bi hezar salan ve ye ku esqîya hene, ev camêrana heq an neheq ji edaletê bazdane û ketine çîyan, bes ez heta niha sahîd nebûme ku evana berî ku mal û mulkên xelkê bisêlînin, rûdinin, kaxet û qelema xwe derdixin nameyeke xwesik dinivisînin. Di 1978 an de mekteba Îmam-Xatîp tê sevitandin, yên mektebê disewitînin nameyekê jî li wir ber didin, di vê nameyê de navê DDKD ê cî digre. Hukumet li bûyera temase dike, yên malê wan tên sêlandin gilî dikin bes netîceyek dernakeve. Giranîya hukmatê li ser pêswerûyan û welatperweran xwe nîsan dide. Pîyesa Qelin tê qedexe kirin. Yê biryarê dide walîyê Rihayê ye, ji bo tatbîqkirina biryarê walî ji Rihayê teqvîye disîne Swêregê. Li doralîyê Swêregê teqîna tivinga ye, bêhejmar esîr bi hev re ser dikin, ev serên gundî û esîretan bi rojan dom dike, dengên tivingan digihîje Swêregê, hukmat temase dike, ne teqwîye û ne jî mudaxale. Di meha yekê Kanûnê de Ecevît hukemeta xwe ava dike, Milliyetçî Cephe ji Îxtîdarê dikeve, yanzdeh milletvekîlî ji Edalet partîyê fediqete, Ecevît saya van yanzdeh kesan hukumeta xwe ava dike. Li Swêregê jiyana rojane dom dike, camêrekî bi navê Halef Korkut li ser rêya hefsê tê kustin, mudurê Lîsa Meslekî Alî Uslu tê kustin, mektep mehekê tê girtin. Ji esîreta Qeregiçîyan du kes li nava Swêregê tên kustin, yek jî birîndar dibe. Li Heçxidirê, hinek pêsya leskera dibirin, ji destê wan sê heb girtîyan digrin û li wir wan dikujin. Meha Kanûnê xelas nebûye, pênc heb esqîya davên ser mala Sukru Utkun, li ser sifatên wan maske heye, bi destê zorê li mal çi pere û zêr heye bi xwe re digrin û diçin. Cardin wê rojê bi sev li Hecxidirê esqîya rê dibirin, ji sufêr û rêwîyan nêzî 40 hezar pere berhev dikin, dest û pîyên xwe li ba dikin û diçin. 26 ê Kanûnê de bûyerek balkês heye. Li ser riya Çêrmûgê du esqîya û polîs rastî hev tên, di nava wan da ser derdikeve, di destên polîsan da demançe, di destên esqîyan da tifangên otomatîk hene, herdu polîs li wir tên kustin. Ev herd mêrkuj demek sûnda tên girtin. Ji wan yek ulkucîyekî bi nav û deng e, sûcê xwe qebûl dike, dibêje min û refîqê xwe, me gelek mal sêlandin û me ji gelek kesan fîdye girt. Polîs zêde naçe ser wan, der û dora wan da kî hene, kî ji wan re alîkarîyê dike, ji bo çi van karan dikin nayê pirrsîn. Pistî kustina polîsan nihayet teqwîye ji Rihayê tê Swêregê, xelkê Swêregê hêvî dike ku polisên niha biçe ser esqiyayan û wan yeko yek bigrin. Êdî qanûn û huzûr wê were Swêregê bes wisa nabe, polîs êrisî çefîyên serê xelkê dikin, çefî ji serên xelkê tên girtin, li ber çavên wan tên çîrandin. Bi çefî berevkirinê asayîs nayê Swêregê, reqin û teqin berdawame. Hevalekî me Sevket Aytas bê sedem û bê sûc li riya mala xwe tê kustin. Li Stenbolê fasîst bombe davên ser xwendevanên huqûqê, heft xwendevan tên kustin, ji wan yek hevalê me yê delal Hemît Aqil e. Di meha Adarê de em Hemîd dibin Mizarê û defn dikin. Li Swêregê û Amedê em Suat Karatas û Yahya Mehmedoglî re alîkarî dikin, em dixwazin ew herdû bibin reîsê beledîyê. Lê amedê em li hember xalê Mehdî, alîkariya Yahya dikin. Li Swêregê ger em bixwazin, em karin adayekî bi serê xwe bikin reîsê beledîyê, hêz û teqeta me ya wê demê bes dike. gor biryara hevalên Devrimcî Demoqrata em adayê CHP ê destek dikin. Adayê CHP ê Suat Karatas e, xwedê bi rahma xwe sa bike, mirovekî xirab nîne, insanekî mulayim û mutewazî ye. Hember welatperweran nîne, li ba welatperwera ye, bes divê welatperweran adayekî bi serê xwe derxista, ne tenê ji bo Swêregê wê ji bo her derên welat, biba semboleke pêsweçûyên û serketinê. Swireg projekî pîlot e, plan û kemînên li wir ava dibin, dezge û dolabên li serê pêswerûyan çêdibin, gav bi gav li bajarên din jî tê tetbîq kirin. Gora bajarên din Swireg di warekî pirr pêste ye, polîtîzebûyin li cîkî pirr bilind e. Xelkê reben û feqîr li ba xwendevanên xwe cî girtine, yên neheqîyan protesto dikin, dimesin, civînan çê dikin êdî ne telebe ne. Pirrên ku bi keda sev û rojan ava dibe xelk û pêswerûyan digihîjine hev. Ev berhevhatin xofê dixe hundirên kevneperestan, xewên sevan li wan hesret dibe. Serê esîretan wek her tim berdewam e, bîhna barûtê 78 an da bi giranîya xwe daketîye ser Swêregê. Qeregêçî û Îzol 1974 an de ser destpêdikin, serê wan heta 1978 an dom dike. 1976 an de Alxas û Kelexanî bi hev dikevin, car di vê salê de, Mizrayic-Hedro û Suryan û Razan jî dest bi ser dikin. Ji hest kesan zêtir însan tên kustin, hinek dibin fîrar û hinek jî dikevin pas dîwarên hepsan. 1977 an de doba Dêsman û Tuvireka tê, bi hev dikevin, weke her carî li dû xwe mirin, hefs û macirtî ber didin. 1978 an de Suryan û Kelaxan ser dikin, ev sera bi rojan dajo, di dawîya vî serî de koka Suryana hisk dibe, hem ji canê xwe û hem jî ji gundê xwe dibin. Kelexanî gundê wan bi erdê re dûz dikin, serek û serkarên Suryana tên kustin, çend hebên ku dimînin, cil û cawê xwe berev dikin û dikevin riya macirtiyê. Li der û dor kozikên ser de bi sedan derbên MKE (Endustirîya Makîne û Kîmya) tên tespîtkirin. Mahmûd Ecem li hember mala Bûcaxa ser dike, bes serê Mahmûd dûr û dirêj najo, serkarên Mahmûd zarokên wî ne, Mahmûd pista xwe daye zarokên xwe, zarokên Mahmûd dikevin kemîna dijmin, bi bombeyekê zarokên Mahmûd Ecem tên kustin, pista Mahmûd diskîyê, ew û mala Bucax li hev tên. Herî dawî 1978 an de serê navbera Bûcax û Qirwar hatiye rawestandin, weke agirbirînekê çêbû ye. Herdu alî li cîyê xwe rûdinin, ji bo serekî nû hêzen xwe ji nû ve didin dûzanê, plan û kemînên nûh çê dikin. Gava serê Swêregê dest pê dike Qirvar li alîyê PKK ê giranîya xwe datîne. Serê esîra ne bes, îcar li Swêregê derdê avê destpêdike,wê salê zêde baran nabare, gundîyên dora Swêregê, pez û dewarên wan bê av dimîne. Xema kesî nîne, yên dikarin ji gundê xwe koç dikin. Li mintiqa Hekerîyê kurd bi hev dikevin, hêzên YNK (Yekîtiya Nistîman a Kurdistan) û Qiyadeya-Mûwaqet hevdû perîsan dikin. Serekhêzên Yekîtiyê Elî Eskerî û nêzî 600 pêsmergên wî tên kustin. Dewlet mudaxele nake. Pistî ku ser xelas dibe di meha Îlonê de tatbîqata Qanatli 78 çê dibe. Cîyê tatbiqat çê dibe yuksekova ye. Li ser hêzên dijmin cilên kurdan heye Xelkê Swêregê, ji bo protestokirina tunebûna asayisê mesekê plan dike. Esnaf dixwaze dukanên xwe kilît bikin û bi çelengekê ve kilîtan teslîmê qeymeqamê Swêregê bikin. Walîyê Rihayê tê Swêregê tedbîllî qiyafet dike û dixwaze derd û kulên Swêregê bi guhên xwe guhdarî bike. Komela Alîkariya Gundiyan 1ê Gulanê bi mitîngekê pîroz dike.1000 komando û polis çaralîyê meydana Qanêqûyê dixin çemberî. Mitîng bê bûyer xelas dibe. Eynî roj seat di 20 an de du esqîya , li Silimpiyarê dixwazin qamyonekê bisêlînin, bes bi ser nakevin, herdû jî tên girtin. Esqiyayek ji gundê Qerexana ji Bismilê ye, yê din jî, ji gundê Qiraxac a Hezroyê ye. Edî esqîya ji bajar û gundên derveyî Swêregê tên Swêregê ku xelkê bisêlînin. Li Rihayê ulkucî endamê DDKD ê Sevket Ozlahlan birîndar dikin. Sevket li Tip Fakultesîya Amedê çavên xwe digre. Di cenazê Sevket de Swireg hemû radibe ser nigan, pîrekên bi çarsevên lacîwert feryat û fîgan dikin. Nêzî 20 hezara însan bi sloganan Sevket defn dikin. Meha Tesrînê koça mezin dest pêdike, yên kane mala xwe bar dike. Rojnama Îrfan xebera koça mezin wisa dide: ”1 Ciriya Pasîn 1978 Li Swêregê koça mezin dest pê kir. Bûyerên ku li Swêregê çê dibin sebir û tehamula xelkê dawî hanî. Yên dikare mal û mulkên xwe bifrose, bar dikin û diçin. Li ser derîyên xanîyan de îlanên firotanê hatîye daliqandin. Yên erd û xanîyên xwe difrosin elelecele bar dikin û diçin bajarên dina. Yên koç dikin xwedîyê mal û mulk in, lê belê bê qewet û bê pist in. Zora wan tune ku xwe biparêzin. Pirranîya mal û malbatên wisa nameyên tehdît û fîdye digrin, yê name negirtîye nema ye. Yê xukê nade, tê sêlandin, pere û zêrên wan bi destê zorê tê girtin. Esqîya dest bi rehîngirtinê jî kirî ye, ji bo xûkê pîrek û qîzên xelkê direvînin. ……….. Êdî însanên bê hêz nikare li Swêregê bijî, mafên wan ê jîyanê ji holê hatîye rakirin. ” Li vir divê em çavekî bavên hukmatê, gava esirên Swêregê mezelên hevdû dukolin, gava hemû pêswerûyên Swêregê ji bo serwextkirina gundîyan, xebatkaran, esnafan sev û rojên xwe dike yek, em binêrin hukmat çi dike û çi difikire. Îxtîdar di destê Ecevît de ye, Selahattin Tîmûr mudur û sernivîskarê rojnama Îrfanê ye. Di hejmarek Îrfanê de wisa dinivisîne: ” Rojek havînê, di sohbetek qahwexaneyekê de ku çend abuqat jî hazir bûn, min ji dozgerekî me eynî gazin dikir. Ji kerema xwe ra hêzên ewlekarîyê gazî ser vatiniya- wezifeya wan kin. Van sîlehên ku berra huzûra millet didin rawestînin, ewlekarîya mal û canê milet pêk bînin. Bersîva min: -Ez nikarim hêzên ewlekarîyê têxim vê micadela mirinê.” Di meha Tîrmehê de Wezîrê Hundurîn Îrfan Ozaydinli tê Swêregê, ji balkona beledîyê dengê xwe bilind dike. Li Swêregê emê emnîyeta can û malê we ava bikin, bes yên li ser dîwaran sloganên îdeolojîk dinivisîne ji esqîyayên li ser çîya tahlûketir e. Wezîrê Hundirîn diçe, li pê wî Yekîneya Komando tê Swêregê, herî pêsin sloganên li ser dîwaran elelecele tên pakirin. Bes serên nav esîran û sêlandina xelkê dom dike, Berî mitînga DDKDê, hember bihatîyê, fasîzmê û sêlandinê Halk-Der mitîngekê çê dike. Bi hezaran însan dikeve mitingê, mitîng bê bûyer xelas dibe. Pistî Halk-Der, sûba DDKD ê a Swêregê ji bo protesto kirina van bûyeran mîtîngeke dinê çê dike, bê goman gelek sûbeyên DDKD ê di mîtîngê de cîyê xwe girtibûn, bes yên girîng bi hezaran xelkê Swêregê, jin, mêr, zar û zêç, kal û pîr, ji hemû sala û ji hemû besên civatê însan di mitîngê de tên ba hev. Ev mîtînga dibe îspata xebata me a sev û rojan, dibe hawarek hember zulm û zorê, erdê Swêregê bin nigên hezaran de dihêje, qîz û pîrekên nav çarsefên res de, weke dîwarên Qela Amedê li dora civînê çembereke fire û dirêj ava dikin. Li ser Kela Swêregê qomando rêz bûne, tifingên wan li dest, çavên wan li me ne. Çaralîyê me tije lesker in, gelek teqwîye hatîye, meydana Qanêqûyê û kuçên doralîya meydanê heta qirikê xelkê tije kirîye, zilxitên pîrekan dilên dostan ji kêfan dilên dijminan ji tirsan dilerzîne. Qet bîra nakim, di wan rojan de deve hatibûn dizîn, berî ku ez peywa xwe dest pê bikim hevalan ji min ra mesela deva bahs kirin. Xwedîyên deva hatibû ba hevalên me û alîkarî xwestê bû. Di nava peyva xwe de min got yên deve dizîne em dizanin kî ne, ger ew devan bernedin, emê bi hezaran însan re êrêsê bibin ser wan. Gava mitîng xelas bû, devên me jî azad bûn. Xeber hat, gotin deve berdane, deve wane li kuça Hurrîyetê dimesin. Pistî çar seatan mitîng bê qeza û bê bela xelas dibe, lê bûyer dom dikin. Du roj pistî mitîngê keçikek 10 salî tê kustin, bayîyekî Tekelê tê kustin, kesekî din li kuçê tê kustin. çend roj sûnda li kuça Hurrîyetê ser der dikeve, ji Halk-Der ê Remezan Can tê kustin û endamê me Muzaffer Alkoyun jî birîndar dibe, ji ber vê yekê mektebên lîseyê ji bo hefteyek tên girtin. Car roj an du roj pistî kustina Remezan Can Ferîd tê kustin. Rojnama Îrfan xebera kustina Ferîd wisa dide: ”Ferîd Ûzûn ji alîyê destên nenas, bi bêbextî hat kustin. Xortê bijarte yê Swêregê mehîndîsê bilind ê zireatê Ferîd Ûzûn di 22. 11. 1978 an de li ber mala xwe, dema ew û keça xwe li erebê siwar dibin, bi destên qirijê bêbext hat kustin. Mêrkuj ji destpêka sibê li benda Ferîd bûye ku ew were malê. Mêrkuj xwe nêzikî ferîd dike û bi pênc derban Ferîd dikuje û hevalekî ku li ba wî ye jî birîndar dike. Ferîd Ûzîn di sala 1945 an de li Swêregê tê dinê, ew pistî dibistana destpêkê û navînê, li Zireat Fakulta Anqerê di sala 1975 an de dibe mehendîs. Wî dema li Fakultê dixwend bû têkoserê rîzgarîya xelkê xwe. Ferîd Ûzûn li dema rejîma 12 Adarê de di mahkemên eskerîyê Amedê de hat mahkeme kirin û pênc sal ceza hefsê girt. ( ceza ne pênc sal bû, 14 sal bû. p.u) Wî di dadgehan de bi mêranî doza xelkê xwe parast. Ferîd Ûzûn di hemû jîyana xwe de ji bo ku xelkê wî jîyaneke xwestir bijî, li dijî Kolonyalîzmê, Emperyalîzmê, Fasîzmê û kevneperestan têkosya ye. Cenazeyê Ferîd Ûzûn roja 23. 11. 1978 an pistî nimêja nîvroyê, li ser mêlin hevalên wî yên têkoser û hêjmarekî mezin yên xelkê bo goristana asrî hat anîn û li wê derê hat defn kirin. Qatîlên Ferîd Ûzûn Ferîd ne kustin, lê ew di nav dilê gelê xwe da bû abîdeyek nemir. Bîranîna wî, wê bibe rêbera mirovatîyê.” Ji destpêka Kanûnê heta roja ku Ferid tê kustin, li Swêregê û li gundên Swêregê 44 kes tê kustin, 16 kes birîndar dibin, 8 sêlandin, sê heb rehîngirtin çidibe. Tev hev çar kes tên girtin, du hebên wan mêrkujên polîsan e, du hebên dinê sêlankerên bîyanî ne, yek ji Bismilê û yê din jî ji Hezro ye. Di vê demê de polîs û cenderme 3 demançe, 4 carcor û 21 heb mermî digrin. Vaqn hejmarên jorîn ez ji xeberên rojnama Îrfanê derdixim, xeberîn resmî ne, li ser raporên polis û cenderman çê bûne. Di nava van hejmaran da bûyerên ku neketîne raporan cîh negirtine, ji ber vê yekê em dikarin bi rehetî bibêjin, kustin, sêlandin û talanên li Swêregê qewimîne ji vê hejmaran resmî bilindtir e. Serên di nav esîran de ji bo civata kurd ne tistekî xerîb e, ev serana her tim hebûna xwe dom kirîye, dizîya pez û dewaran jî wisa ye, pez û dewarên gundîyan tên dizîn, yek caran sop li ser dizan û pezan wenda dibe bes gelek caran sopan wan tê dîtin. Camirek an serokesîrek dikevin navbera xwedîyê mal û dizan û bi babetekî mesele çareser dibe. Bes ev bûyerên li Swêregê çê dibin heta noxteyek wisa ye, demak sûnda tê guhertin. Gava tu 1978 an de li gundên dora Swêregê dinerî, li her derî reqîn û teqîn heye, esîret û gundên cîranên hev in, bi hev re ser dikin, Cendirme zêde mudaxele nake, Wezîrin Hundir berpirrsiyarê esayisa hundirîn e, bes ji wir jî zêde deng dernakeve. Kustina Ferîd qedere Swêregê bi nivsekî diguherîne, grûba Ferîd Kawa ye, Kawa li Swêregê grûbek zêde mezin nîne, hêzên wan, kar û barên wan weke DDKD fire û xurt nîne. Bes Ferîd mezin e, giranîya wî, qedr û qîmeta wî a nava xelkê de pirr zêde ye. Di wê merhalê de ez bi xwe vê ferq nakim, ez bawer dikim ku gelek hevalên me jî, ji giranîya Ferîd haydar nîne. Bes yên gulan li Ferîd dibarînin, dizanin, dizanin ku cîyê Ferîd di nava Swêregê de, dervayî Swêregê de bilind e, guleyên ku li Ferîd bê barandin wê hem qedera Swêregê biguherîne û hem jî li ser qedera welatê me tesîrek mezin çê bike. Wisa jî bû, xarîta Swêregê a sîyasî hat guhertin, li wir jî nesekinî, pistî serê hundur, Swireg vik û fala bû, mal û malbatên bi sed salan ve li Swêregê jîya bûn, mal û mulkên xwe, rez û erdên xwe, mezelên xwe, dîroka xwe, koka xwe li dû xwe berdan û barkirin çûn, li welat û bajarên xerîban bûn macîr. Çavkanî: Netkurd
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.