ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Alixan Aras · 24.02.2006 · 2 dîtin
24 dayikên ku bi mebesta Operasyonên Artêşa Tirkiye û tecrîdê protesto bikin duh li Amedê dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn û ji alî polîsên tirk ve hatibûn binçavkirin, îroj piştî dadkirinê bi biryara cezayê 'sûcê propaganda rêxistina îllegal' wan şandin Girtîgeha Tîpa E ya Amed'ê. Dadgehê pêşî biryara serbest berdana dayikan da û belgeyên serbestberdanê bi wan da îmzekirin. Lê dûvre Serdadger bi ûşta ku di belgeyên xwe de adresên xwe diyar nekirine, fermana berdewamiya binçavkirina dayikan da polîsan. Lê piştî dayikan di belgeyan de adresên xwe diyar kirin vê carê serdadger cara duyemîn dayikan dad kir û dûvre bi mebesta girtinê dayikan sewqî Dadgeha Cezayê ya Sûlh'ê kir. Dadgeha Cezayê Sûlh'ê jî bi ûşta 'sûcê propaganda rêxistina îllegal' kirine, dayikan ji bo cezakirinê şand Girtîgeha Tîpa E ya Amed'ê. "Dayikan doza aştiyê kiribû" Dayikan di derbirînên xwe yên dadgehê de gotibûn "Bila tecrîd bi dawî bibe, Efûya siyasî ya giştî bê derxistin, operasyon bên sekinandin û bila mercên aştîyê bên avakirin. Navên dayikên ku hatin zindankirin ev in: Muhsîne Bûrakmak (65), Emîne Ozsoy (60), Emîne Ozbek (53), Hilmiye Aslan (48), Şevkiye Demîr (43), Aysel Bûrakmak (35), Esma Aydemîr (42), Sebîha Tamrîş (48), Şîrîne Ûnat (62), Helîme Topûş (47), Fikriye Tanrikûlû (46), Hesîna Guler (58), Xanim Yaşar (59), Xayriye Dogan (68), Remziye Ateş (70), Lutfiye Zengîn (52), Saciye Dahan (62), Ayşe Aslan, Ayşe Kaya (41), Meryem Guçlu (51), Xatûn Aslan (51), Remziye Erencî (41), Safiye Dun (56), Turkan Çelîk (52). PUKmedia:
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.