Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 22 October 2009

Pîrika min jinek cê bû, qedirzan bû.
Dema kû karek bi rêve nediçu, vedigerîya digot;
“Xwedê mirova şaş neke dayika min.
Dema ku şaş bû; rê û ribar tê girtin.
Mij û duman dikeve ser lîlikê cavan, edî ewe kû mirov rabe ser pîya.“
Bi rastî jî li ba Romê listik naqede.
Dema ku dest hat pê kirin, heya û namus li ber ninga diçe.
Nuha jî ne wîsa ye gelo..?
Bi nave Kurdan xwe kirin penc pere. Ne qimet, ne rûmet ne jî serbilindî...
Xîyanet û xwefiroşi...
Berê cahş lı Başurê welat peyda dibun bi piranî û berê xwe didan Bexda'yê.
Nuha jî li Bakur berê xwe didin Enqerê.
Li Şamê jî Şam şekir bu.

Mala Kurdan şewîtandin.
Helwest, netew, mêrxasî bû pêxwasî.
Mêranî mêranîya berê bu.

Gellek tişt li ber pêlê ket. Lı ber ba yê Şimal.
Di destpêkê de ji li ber ba yê Enqer'ê ketî bu.
Nuha, edi girê weris vedibe.
Başe ku vedibe.
Tilîya ebdel di nav g...tirkande ye. Danustandin ji li ber çava ye...
Kûm kû ket, keçelî xwîya dike.
Pîrka mina delal, digot;
“heta pozê mirova neşewîte mirov nabe mêr“

Pozê kê?

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.