Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 20 July 2009

Gotineke pêşiyan a Tirkî dibêje "Cejn nîne seyran nîne, gelo zava çima ez ramûsam?!". Ev gotin sedî sed li Tarîqata Gülen tê. Aya çima niha li me hatin rehmê?

Platforma Abantê ya ku bi pêşengiya Cemaeta Gülen (bixwîne wekî Gîûlen) tê birêvebirin, 18emîn civîna xwe li Hewlêrê pêk anî. Civîn di bin navê "Pirsgirêka Kurd: Bi hev re lêgerîn a aşitî û paşerojê" hat lidarxistin.

Di vê konferansê de tiştinên nebûyî, bûn. Ji rayedarên Kurdistana Başûr heya parêzgarê Dewleta Romê yê Mûsilê, ji kemalîstan heya rojnamevanên Kurd gelek kes tevlî bûn.

Prof. Dr. Mümtazer Türköne (bixwîne wekî Mîûmtazer Tîûrkîone) ku bi dijberiya Kurdan dihate nasîn, di civînê de got "Em hemî Kurd in". Waliyê Tirkiyeyê yê Mûsilê got "ew dê deriyê Îraqê yê berî bi Ewropa ye hîç venegirin". Beriya niha jî 17 civîn hatibûn kirin.

[b]Terîqeta Gülen[/b]

- Tirk-Îslamîst e

- Bijartevan elîteperest in

- Di nava polîs û hêzên ewlekariyê de xwe xurt birêxistin kiriye

- Li Asya Navîn, Bakurê Kurdistanê, Balkan û Qefqasê dibistanên wan hene

- Îdîa hene ku endamên saziya sîxuriyê ya Tirkiyeyê, xwe di bin navên mamostayên dibistanên Gülen de vedişêrin

- Herwiha gelek fîrma û kargehên wan (çi li derveyî Tirkiyeyê, çi hundir) hene xwedî milyaran Dolarî ne

- Gülen dawî li Tarîqata Nûr a Bedîûzeman Seîd Nûrsî avakiribû, aniye

- Gülen di pirtûk û kevneşopiyên Seîdê Nûrsî de tehrîbat kiriye

- Navê Fethullah Gülen di windakirin an tehrîpkirina meytê Seîdê Nûrsî de derbas dibe

- Têkiliyên tarîqatê yên nepenî, şikbar hene û her kesek dikare sedemekê gumanê bibîne

- Fethûllah Gülen di demên wekî cûnta yên bixeter û awarte de, serbest jiyaye

- Têkiliyên Gülen û tarîqata wî her dem bi Dewleta Romê re hebûne û ew jî înkar nakin

- Têkiliyên wan bi serokwezîreka wekî Tansu Çiller (bi qirrkirina Kurdan ve hatiye naskirin) re çêbûne

- Bi serokwezîrekî wekî Ecevit (bi dijberiya Kurdan dihate nasîn) re dostanî kirine

- Têkiliyên wan ji cîhana Îslamê bêhtir bi welatên rojava (serî de YDA) re hene

- Di cîhana Îslamê de xwedî erk û rolekê nînin

- Ji aliyê îdeologî ve eklektîk in, xwedî bîr û boçûneke Îslamê ya hevgirtî nînin

- Ji misilmaniyê bêhtir Tirkperwer in

- Bi biryardarî îdeologiya fermî ya Dewleta Romê kemalîzm, rexne nekirine

- Bi hilweşîna YKSSê (Sovyeta berê) û derketina derfeta têkilîdanîna bi komarên "Tûrkî" ve, vê cemaetê dest avêt van deveran, dibistan vekir

- Îdîayên cidî hene ku ev tarîqat di xizmeta dewleta kûr a Romê de ye

[b]Di "pirsgirêka Kurd" de[/b]

- Heya niha dijberî, dijminî kirine yan guh nedane Kurdan

- Di demên ku şerê xapanok û qirêj li Kurdistana Bakur gurr bû, bi dewletê re bûn

- Piştî şikestin û deşîfrebûna "Koma Enqereyê" ya PKKê bidestxist û xiste bin kontrola Dewleta Tirk, ji nişka ve dest avêtin meseleya Kurd

- Kurdistanê, ango terxanxirina çarenûsa xwe ya neteweyî ya Kurdan îro jî napejirînin

- Pirsgirêka Kurd bi çarcoveya mafên azadiya îbadetê şîrove dikin. Ango dibêjin bila weezên bi Kurdî jî gengaz bin. Ji bo wê jî ji dewletê dixwazin bila li zimanê Kurdî werin rehmê.

- Peyva "Kurdistan"ê wekî "rojavayê başûrê Tirkiyeyê" bikartînin

- Heya îro Kurd nekirine derd, negirtine rojeva xwe

- Bi de facto avabûna Herêma Federal a Kurdistanê ve, vê tarîqatê îcar dest avêt wir û dibistan vekir

Bi xweguhertina PKKê ve, wekî Apo û dewletê wan jî projektên xwe amade kirin û pêşberî raya giştî kirin. Apoyiyan bi navê "Konfederalîzma demokratîk, otonomiya demokratîk" projekt çêkirin, dewletê behsa pejirandina mafên çandî yên Kurdan kir, vê tarîqatê jî bi navê "Platforma Abantê" rêzecivîn lidarxist. Abant navê navçeyeke parêzgeha Bolu (Bolû) ye ku yekemîn civîn li wir hatibû lidarxistin.

Gotineke pêşiyan a Tirkî dibêje "Cejn nîne seyran nîne, aya zava çima ez ramûsam?!". Ev gotin sedî sed li Tarîqata Gülen tê. Aya çima niha li me hatin rehmê?

[b]Hin sedem dikarin ev bin[/b]

- Êdî Kurdistana Federal a Îraqê de facto rastegîniyek e, Tirk mecbûr in qebûl bikin.

- "Koma Enqereyê" ya PKKê teslîm girt û pişta wê şikand, ji aliyê Kurdan ve gelek hate deşîfrekirin, pêwîstî bi kanalên nû hebû

- Statûkoyên herêmê (Rojhilata Navîn, Kurdistan, Qefqas û Anatoliya) nehatibin hilweşandin jî, êdî wekî berê nameşin

- Di kesayetiya PKKê de şikestina hêzên sekûlar (laîk) li Bakur, bi xwe re xetereya rêxistinên radîkal ên Îslamî dianî. Dewleta Romê, Ewropa yan YDA ji vi ya re qaîl nebûn. Diviyabû pêla Îslamîk a Bakur bihata kedîkirin, înhîbekirin û kontrolkirin.

Ji aliyê întelîjansiya me ve, du cure reksiyon hatin nîşandan: Pesindan û dijderketin. Bera ku pesnê rêzecivînên tarîqatê didin viya wekî şikestineka berbiçav a kemalîzmê, derblêdana polîtîkaya înkarê ya artêşê dinirxînin. Bera din jî, PKK û hêzên margînal ên Bakur bûn.

Herdu eniyan jî tenê şirove dikirin lewra ti alternatîveke herdu aliyan jî nebû. Herdu alîyan jî, ji xizmeta bo Bakur bêhtir, berevaniya statûkoparêzî û bêkêriya xwe dikirin.

Aliyê sêyemîn mixabin nîne. Potasiyela ronakbîrên misilman ên Kurd hebû, yê devedorên Kurdewarî hebû lê ew jî hêj ji hînbûniyên, ji xûyên salan derneketine.

[b]Ji me re çi dikeve[/b]

- Êdî bi çi rengî dibe bila bibe li Kurdistanê destûr nedin hêzên ne-Kurdewarî, bi taybetî yên hatine ceribandin, şikbar in, bingehtarî ne.

- Deklarasyoneke, beyanameyeke giştî ya hêzên Îslamîk ên Kurdistanê pêwîst e. Misilmanên Kurdistanê dikarin li dijî "Îslama Mûawiye, Îslama destxwîn, Îslama bazirganan" derbikevin. Bo wê divê li hevûdu werin rehmê, di nava xwe de yekîtiyekê yan navendekê avabikin û meydanê vala nehêlin.

- Hêzên Kurdewarî diviyabû ji bo Bakur rêzecivîn, platform lidarxistibana. Diviyabû li welêt û qada neteweyî li rêbazên medenî yên çareseriyê bigeriyabûna. Diviyabû înîsiyatîv nedanibana xelkê. Dikarin qet nebe ji vir şûnde bikin.

18'ê reşemiyê 2009

[email protected]

Êlxan Penaber

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.