Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 14 March 2009

Îro Sersala Têkoşer û Pêşmergeyê Mezin Mistefa Barzaniye.Mistefa Barzanî 14.3 1903 Li Barzan hate dinyayê.Herêma Barzan giştî û biteybetî Barzan hêlîna Kurdperwerî û têkoşeriya dijê zulm û dagirkeriyê tête zanîn.

Mistefa Barzanî di 1.3.1979 De jinava gelê xwe barkir. Pêşî ez bêjim bi gurî min tu her dinava dilê gelê Kurd de dimîni û efsaneyê Mezînî. Eger Emerikiyan Corşh Waşîngton, Elmanan Bismark û Rusan jî Lenîn hebe, Gelê Kurd jî Mistefa Barzanî heye.

Eger li cîhanêde Kurdek bêje ez daxwaza Kurd û Kurdistanê dikim, divê şoreşgerî û serwerî, dadweri û rêzaniya Nefs biçûk û bêhnfirehê mezinê gelê Kurd nasbikin Mistefa Barzanî bizain.

Mistefa Barzanî di jiyê xweyê 3 Saliyêde çavên wî bi zîndanên dijmin û talankeran ket û di zîndanên wand ligel Dayka xwe çawa ku dijmin zulm û zordariyê li gelê Kurd dikin dît.

Têkoşerê Mezin Mistefa Barzanî di despêka jiyana xwede têkoşerî û şoreşgerî fêrbû. Duvre dadperwerî bo jiyana gelê xwe, ji xwere kire fergeng û ne dadwerî ji zilma dijmin yaku liser gelê Kurd de dibarandin bi çavên xwe dît.

General û têkoşerê mezin dijê her çar dewletên Kurdistan talan û wêrankirîn re têkoşerî daye.

Îro ez dibînim ku beşekî mezin ji me Kurdan hêjî haxwazin dîroka xwe bizanin! Divê Kurd xemê ji dîroka xwe bixwin û bizanin ku Gelê Kurd kesekî wekî Serwerê gelê Kurd û pêşmergeyê têkoşer Mistefa Barzaniyê nemir bûye/heye.

Têkoşer,pêşmerge û siyasetvanê xwedî cewhera geşbuna pêşdebirina doza Kurd, bo dewleta serbixwe, îro ev berhema ku li Başûrê Kurdistan bi destketî ji Nav û deng û Têkoşîna rêberî û bingehdanîna xebata Mistefa Barzanî yê nemire.

Belê derfetek hat pêş lê bila dîrokvan û nîvîskar vê ji bîr nekin, tu kesê, tu xêr bi vê destketiyê nekiriye, jiberku vî gelî bi hezaran şehîd bo vê azadî û dewletbûnê daye. Ev hebûne vedigerêt bo deng û rengên têkoşeriya siyasî û civakî û peywendiyên rêya Pêşmergeyê dilovan û xwemxwarê doza dewleta Kurdistan Mistefa Barzanî.

Ez 106 Saliya Rêberê Mezin û serokê hişarbuna doza azadiya Kurdistan li her çar hêlên Kurdistan bîroz dikim.

Min xwest tinê serokê xweyê mezin Serokê gelê bindest, gelê Kurd Mistefa Barzanî pîrozbikim. He bijî rêya siyaseta Mistefa Barzanî.
Îsmaîl Girikî
14.3.2009

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.