Îro hemû hevalên ku di Forumê de dinivîsin, mandî bûne.
Qet kes nanivîse.
Gelo çi hatîye li serê İnternetvanên me.
Roja şemîyê çi karên wan heye?
Gelo îro cejn bû?
An jî zarokên wan heye? Li gel wan çûne zozanan,
çîyan û banîyan.
Havîn nîne.
Bihar jî nîne.
Hewa gellek sare..
Herkes di mala xwe de rûnîştîye, an tiştekê dinivîse û an jî
tiştekê dixwine..
Lê Forumvanên me îro bizirbûne..
Te bibêje bê dengîyek mezin heye..
Xirap jî nîne.
Ez bi kêfa xwe di nav rûpelên Malperê de têm û diçim.
Kes jî min re nabêje "Tu kîyî?" ji ku ve hatiyî?
Ji bo min îro cejn.. Ez bi kêfa xwe û li gor dilê xwe dinivîsim..
Kes jî min napirse tu çi dinivîsî?
Gellek ji nivîsên tiştekî fÊm nakin.
Ji ber ku Tirkîzimanên.
Ez tenê me..
û li dilê xwe têm û diçim..
Ev roj roja min e..
Silav bê dengî
Silav tenahî..
Silav!!!
Re:Ma kêf, kêfa te ye!!!